got kûçiko te çi kir, bi xwe kir; te simek bir, lê lingê xwe jî ji vir kir

Kurmancî biguhêre

Biwêj biguhêre

got kûçiko te çi kir, bi xwe kir; te simek bir, lê lingê xwe jî ji vir kir

  1. carinan mirov ji bo kar û derfeta carekê tenê, derfetên piçûk lê demdirêj bidefine dikeve xisareke mezin
    got kûçiko te çi kir, bi xwe kir; te simek bir, lê lingê xwe jî ji vir kir. a girîng, derfet û firsendên demdirêj in, naxwe bi carekê re tiştekî zêde pêk nayê. (bnr. çîrok) kûçikek tim li ber derê qesabekî vedikeve. qesab jî tim goşten ji ber hestiyan mayî û hestiyan diavêje ber, bi vî awayî kûçik zikê xwe ter dike. rojekê dîsa wekî her car eynî ew kûçik li ber derê qesab veketiye. lê çawa dibe wê rojê çavçiliyeke mezin dike. çawa ku firsendê dibîne, simeke dêwêr dixe nav diranên xwe û ji wir direve. dcma ku qesab vê helwesta kûçik dibîne, pir hors dibe, diqîre û ji kûçik re dibêje: 'kûçiko te çi kir. bi xwe kir. te simek bir. lê lingê xwe jî ji vir kir.[1]

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. Ferhenga Biwêjan, Mustafa Borak