Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

bîter kirin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: bîter -k-
RP.
Niha
ez bîter dikim
tu bîter dikî
ew bîter dike
em, hûn, ew bîter dikin
Fermanî Yekjimar bîter bike
Pirjimar bîter bikin
Rehê dema borî: bîter -kir-
RP.
Boriya
sade
min bîter kir
te bîter kir
wê/wî bîter kir
me, we, wan bîter kir
Formên din:  Tewandin:bîter kirin

bîter kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz

  1. hînkivandin, peyda kirin, sewgirandin, peydandin, dabîn kirin, ray kirin, çar kirin
    • Ewên ku bi salan pirtûkên wekî tuxlayan, wekî silê gûyên H. Cindiyê me stûr, bi çi awayî nivîsandin, derxistin? Ewqas hevok, peyv, tîp ji kîjan quna xwe ya genî bîter kirin, Rebbî! — (Mihemed ŞarmanPirça WindaAvesta2016, çapa 2em, r. 77, ISBN 978-605-5585-41-9)
    • Piraniya lazimatiyên malê, malbat bi xwe bîter dike ku çîkên wek tirpan, qumaş, xwê, çay, şekir ku malbat nikare hilberîne, ji derve tên kirrîn. — (Welat Agirî, Malbata kurd a kevneşoperest -1 [arşîv], krd.riataza.com19.06.2017)
    • Xaliq, xatirê navê xwekî,
      Min hewcê meriyê nemerd nekî:
      Te bîter kirîye kul û birîn,
      Tu bi xwexwe jî bicebirîn...
       — (Frîda Hecî CewarîBîranînên Min, Weşanên Lîmûş2010, r. 143)

Etîmolojî biguhêre

bît +-er +kirin

Werger biguhêre