Wîkîferheng:demirhan-x


x/X tîpa bîst û nehemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê ezmandevî û qirikî ye, awayê belavbûna wê nîvdengdêr e xaç nîşaneya filehan a wekî zêdekê ye; (+), selîb -xaç di paşilê de bûn 1. kesek bi bîsa xwe nehesandin 2. dilhişkiya xwe nîşan nedan Xaça Sor rêxistineke filehan a tenduristiyê ye xaçepirs 1. kevala ku bersivên pirsan rast û berjêrkî têde têne bicihkirin 2. pişkanê, pişkbazî xaçerê şahrê xaçerêz xaçepirs xaçirgan kuçikên datînin bin sêl û beroşê xaçparêz fileh xag xav xak 1. xwelî, ax 2. welat xakenas bêra kolan; pêmer xakî rengê axê xal [I] birayê diya mirovî

  • “bûka xalê, delaliya

malê” xal [II] 1. deq, niqte 2. şanik xalbendî (r) di hevokê de awayê bikaranîna hin nîşaneyan; niqteşanî xale cureyekî bê ye xalebêhnok (r) di xalbendiyê de nîşaneya /;/ê xalî 1. vala 2. tenê 3. xewle xalî bûn 1. vala bûn 2. tenê bûn 3. xewle bûn xalîçe bêrkun, berik, merş xalojin jina xalê mirovî; jinxal xaltî xwişka diya mirovî

  • “bêhna diyan, tê ji xaltiyan”

xalxalî deqdeqî xalxalok bihukek e xam tiştê destpêneketî an jî negihiştî -xam bûn (ji ber ku demeke dirêj nexebitiye an jî nereviyaye) her dera cendekê wî êşîn -xamiya sewalê şikandin derxistin derve û meşandin, xebitandin an jî bezandin -xam kirin (mirov an jî se444 xama walê ku nexebitiye an jî nebeziyaye) bi xebat an jî bezandinê pir westandin û cendek lê giran kirin xama 1. berzewac û negihiştî 2. duşîze xame qelem, pênûs xamek 1. dareke ku rengê kulîlkên wê binefşî ye û bêhnxweş e 2. rengê binefşî xamoş kesê ku ramanên xwe ji kesî re venake û wan bi kesî re parve nake xamoşan kesê terkeser xamox ava peşîn a ku didine ser zeviya çandî xan [I] 1. mal û hal 2. êwirgeha rêwiyan *“dinya xan e, xan nabe bê mêvan e û însanê lê jî bazirgan e” -xan û sera koçk û qesr xan [II] 1. sifre, xwan 2. xwarin, xurek xan [III] 1. ast 2. temtêl xandar xwediyê êwirgeha rêwiyan xane mal, malik xanedan malbata ku ji nifşa kesayeteke dirokî ye xaneper malper xanenişîn karmendê ku piştî temambûna salên peywira wî ji xebatê hatiye veqetandin; karnişîn xangar rehekên ku li ser rûyê erdê şîn dibin û zêde ne bilind in xanik texteyê nanpehtinê xanim jina birûmet, stî xanî 1. avahiya ku mirov lê diêwirin; mal 2. xan û man; warxan *“xanî, li ser cemedê çênabe” xanûman xaniyê ku ji qatekî têkûz an jî ji çend qatan pêk tê xanût tevn xanxanik nivîsên ku bi alîkariya xêzan hatine destnîşankirin xap 1. fêl û gilor 2. dek û dolab xapandin/dixapîne/bixapîne 1. hîle li sêrî kirin 2. weritandin 3. bilandin 4. xirandin xapîn/dixape/bixape 1. tûşî dek û dolaba yekî hatin 2. weritîn 3. pê bilîn xapînok hîlebaz, dekbaz xapxapik şimikên ku binên wan darîn e xapxapok çivîkek e xapûr wêrane û kavilbûyî xar [I] kevirê ku alavên qutkirinê pê tên tûjkirin; hesan -xar kirin bi hesên tûj kirin xar [II] beza hespê 445 xaxî -xar kirin hesp bezandin xar [III] parçeyên gilover ên di çîva tayeyan de xara [I] hespê beza xara [II] kevirê mermer xaraw kesê ceribandî û dinyadîtî xarik 1. hesanê biçûk 2. qada nava gund xarim xurom xarîz cureyekî xwarina ku ji arvan û rûnî tê çêkirin xarmût bazinê ku davêjin stûyê hespan û erebeyê pê ve girêdidin xarûk solên çêrmîn ên heyamên berê; çarix xarûz dendikên gûzan û hwd ên gelwazkirî xas 1. tiştê ku ji der ve de tiştek tev nebûyê, saf 2. piyê tazî xasma bi taybetî xasmêr mêrxas xasûk kone xaşe [I] xavika li ser hin endaman; pizdan xaşe [II] her tiştê ku hûrhûrî bûye xaşî telîsê mezin; bardan xatir 1. qedr û qîmet 2. destûr *“xatirê kûçikan tuneye, xatirê xwediyan heye” -xatir xwestin destûra veqetînê xwestin xatirnas kesê ku qedr û qîmetê kes û tiştan dizane xatûn 1. jin 2. jina esîlza 3. keybanû *“kar ê karkeran, namûs a xatûnan e” xav 1. nepijî 2. nestewî 3. negihiştî *“di navbera dînîtî û biaqiltiyê de mûyekî xav heye“ -bûjenên xav têkberên xam xav bûn (rîs bi singîrê) nermik û sist bûn xav kirin (rîs bi singîrê) nermik û sist kirin xavik [I] 1. laçik 2. tulbend xavik [II] 1. pizdan 2. tebeqeya ku li ser tiştê kelandî pêk tê 3. to xavî 1. nepijîtî 2. nestewîtî 3. negihiştîtî xawên 1. rûmet 2. şeref xawênî endamê rûmetê -serokê xawênî rêberê fexrî xawênşikû rêvebirê rêzdar xawêr rojhilat xawûşe kesê ku cendekê wî ji hêtan berjêrtir şileke bûye xawûşe bûn di hêtan de nivîşkan bûn xawûşe kirin di hêtan de nivîşkan kirin xax rezîl û riswa xaxî rezîltî û riswatî 446 xayîn -xaxiyên nemayî kirin rezîltiyên nedîtî û nebînayî pêk anîn xayîn 1. qeleş 2. xax *“bi mirovê xayîn re megere” xayîntî/xaynetî 1. qeleşî 2. xaxî xayîz 1. jixweveçûyî 2. neheşî xayîz bûn 1. dil jê çûn 2. ji xwe ve çûn xebat 1. kar 2. çalakî

  • “ketî, bi xebatê radibe”

xebat kirin kar kirin xebatkar karker *“dara xebatkaran, tim bi ber e” xeber 1. nûçe 2. dijûn 3. agehî *“bê dev, xeber nayên tev” -xebera sar nûçeya diltezîn -xeber dan 1. axivîn 2. ragihandin

  • “xeberdan,

bê dor tê ser nezanan” -dan xeberan sixêf û çêr gotin xeberoşk çîrok xebitandin/dixebitîne/ bixebitîne 1. karek bi kesekî dan kirin 2. amûrek dan şixulandin 3. bi kar anîn xebitîn/dixebite/bixebite 1. kar kirin 2. şixulîn 3. hewl dan *“bixebite, heta ku xwîn di ber neynûkên te re bavêje” xebxeb (di devê giyaneweran de) lama binî ya ku didan li ser rêzbûne; binê erzenê xedar 1. bêrehm û bêwijdan 2. bêgav û bêderman

  • “gîskî gote sibatê:

‘çirt û çirt sibatokê, ez giham diya xwe adarokê’; sibatê gote adarê: ‘bide min sê rojên xedar, ez dê gîskî ji latî bînim xwar’ ” xedeng tîra ku ji dara gêzê ye xef raz, bîs -di xef de girtin dizîka û ji nêşkê ve girtin û firsenda bizavê nedan -xef kirin veşartin xefe cihê teng, bêhewa û fetisok xefeng dervank xefik tele, dafik, bûse

  • “rovî, du caran nakeve

xefikê” xefirxan nexweşiya pişikxerabûnê ya ku nexweşan pir dikuxîne xefirxanî kesê ku bi nexweşiya xefirxanê ketiye xeft konê piçûk ê şînan, çartaqa şînê xel [I] tirşbûna aşikê xel [II] niqteya ewlehiyê ya li derveyî tixûbên neteweyî 447 xemilandin xela kêmbûna debara jiyanê; tunetî *“mal an ji xelayê re, an ji belayê re” -xela rabûn tunetî pêk hatin -xelaya mêran rabûn di civakê de xîretkêş neman xelan 1. lihevalîn 2. tewîn xelandin/dixelîne/bixelîne 1. badan 2. tewandin xelas bûn 1. kuta bûn 2. qedîn 3. rizgar bûn *“bi mineminê, mirov xelas nabe ji jinê” xelas kirin 1. kuta kirin 2. qedandin 3. rizgar kirin

  • “kes ji neyarê xwe re

nabêje: ‘bila Xwedê te xelas bike’ ” xelat 1. diyarî, bexş 2. bexşîş -xelata şanaziyê nîşane an jî diyariya fexrî ya ku didine kesayetên girîng -xelat û celat şabaş û seza xelatgir kesê ku diyarî û bexşîşê hildide xelat kirin 1. diyarî kirin, lê bexşandin 2. bexşîş dan xeleng giyayê ku jê gêziyan çêdikin; hewşan xeleq 1. çembil 2. gustikên porî -xeleq kirin pozê yekî wekî hirça pozxeleqkirî li dû xwe gerandin û xwestekên xwe pê dan kirin xelet 1. çewt û ne rast 2. xulp xeletî 1. çewtî û nerastî 2. xulpî xeletî kirin 1. çewtî û nerastî kirin 2. xulpî kirin xelexopî kelexwarî xelî pir, zehf xelîc avteng xelîfe serokê hemû misilmanan xelîn/dixele/bixele (mîde) li hev ketin, tirş bûn xelq 1. milet 2. ehalî 3. gel

  • “ji xelqê re masîgir e, ji

xwe re kûsîgir e” xelûz kevirê reş ê ku dibe şewate û ardû; rijî xelwet 1. tenêtî 2. înziwa -ketin xelwetê ketin silûkê xem 1. kul 2. keser 3. derd 4. tatêl *“karê gavekî, xemên salekî ne” -xem kişandin ketin fikar û tatêlê -xem revandin dil rehet kirin xemgîn 1. dilbikul, keserkêş 2. derdomerdo, dilbirîn, cegerxwîn xemilandin/dixemilîne/ bixemilîne çîç kirin, bedew kirin 448 xemilîn xemilîn/dixemile/bixemile 1. çîç bûn 2. bedew bûn *“heta Xidir xemilî, dawet betilî” xemirîn/dixemire/bixemire (mêwe) gihiştin û reng guherandin xeml alavên bedewî û delaliyê

  • “zarok xemla mala

ne” xemr mey, şerab xemrevîn kesê ku bi axaftinên xweş û şirîn xeman ji bîr dibe; aramdêr xemrî di rengê meyê de; xemsar 1. îhmalkar, bêhemal 2. sersar xemsarî 1. îhmalkarî, bêhemalî 2. sersarî xemxur dilsoz, muxlis xemxurî dilsozî, îxlas xenas fesad, ewan xenasî fesadî, ewanî xencer cureyekî kêrên cengî yên ku nikê wan xwar û tûj e *“xencer bira ye, tifing pismam e” xendeq 1. cihoka biber û kûr 2. çala kûr û fireh xengel cureyekî xwarina ku lewaşeyê hûr ê qutkirî bi goştê hêrandî dadigirin û dipêjin xeniqandin/dixeniqîne/ bixeniqîne 1. fetisandin 2. şeniqandin 3. bêhn lê çikandin *“kesîb ji tunebûnê diçe ku xwe bixeniqîne, dibîne ku dewlemend kêp li stûyê xwe dialîne; vedigere û dibêje: ‘dîsa jî şikir ji halê me re’ ” xeniqîn/dixeniqe/bixeniqe 1. fetisîn 2. şeniqîn 3. behn lê çikîn xenî 1. dewlemend 2. destbelaş, comerd, sexî xenîmî çavan bûn (ji ber nankoriyê) tûşî karesatekê hatin xenûqe 1. xemlên li ber xeneqê; gerdenî 2. şirdan xenzirandin/dixenzirîne/ bixenzirîne kizirandin xepar kax, aşêf xepartin/dixepêre/bixepêre kax kirin, aşêf kirin xepe dîn û cinî xepik dafik, tele xepse 1. deng û dor 2. şuloxî xepse kirin 1. bi dengê bilind qîjevîj kirin 2. şuloxî kirin xera 1. teqoze 2. feramûşî 3. kavilbûyî 4. genîbûyî -xera bûn 1. teqoze bûn 2. feramûş bûn 3. kavil bûn, hilweşîn, wêran bûn 4. genî bûn -xera kirin 1. teqoze kirin 2. feramûş kirin 3. kavil 449 xes kirin, hilweşandin, wêran kirin 4. genî kirin

  • “çi kir, bi destê xwe mala

xwe xera kir” xerac xûgî, bac, kamçûr xeraf tora masiyan xerat dartiraş, necar *“ji xelqê re xerat e, ji xwe re malmîrat e” xerbazî laqirdiyên bi destan xerbend 1. dîl, hêsîr 2. girêdayî xerbende teqoze xerc mesref -ev îş xercê te ye ev kar sezayî/minasibî te ye -xerc û merc heys û beys xerc bûn lê mesref bûn xerc kirin mezaxtin Xerçeng Kelûya Kevjalê; Xermanan (21’ê Pûşperê- 20’ê Tîrmehê) xerdel tovê rehekeke ku tê de bûjeneke şirîn, sext û sotîner heye xerêf spîtahiya ku piştî xewê di kortikên çavan de dimîne; zirîçka çêv xeriqandin/dixeriqîne/ bixeriqîne 1. çilmisandin 2. (reng) xera kirin 3. tê de gut kirin 4. neheşî kirin xeriqîn/dixeriqe/bixeriqe 1. çilmisîn 2. (reng) xera bûn 3. tê de gut bûn 4. ji xwe ve çûn xeritandin/dixeritîne/ bixeritîne 1. spîldax derbas kirin 2. ji ser ve parçeyek qut kirin xeritîn/dixerite/bixerite 1. spîldax derbas bûn 2. ji ser ve parçeyek qut bûn xerîb 1. biyanî 2. bêgane xerîdar bikir, muşterî xerîte nexşe xerîtok hûr û mûrê ku ji ber darê qutkirî an jî darotî dimîne Xermanan Kelûya Kevjalê; Xerçeng xermaşe alaveke pênctilî ya ku pê giya zad tê berhevkirin xermişandin/dixermişîne/ bixermişîne pencirûk kirin xerpişt pişteka alîkar a ku didine ber tiştekî ku zor lê hatiye xerte çandiniya ku bêyî şovhiştinê hatiye reşandin xerxere 1. dengê ku ji qirika kesê di ber sekeratê de tê 2. avwerdana li qirikê xerz 1. şitla ku êdî bûye dar 2. hêkên hûrik ên hin ajalan xerz kirin hêkên biçûçik kirin xes cureyekî çêreya pelpe450 xesandin raş e û nepijî tê xwarin; kaho xesandin/dixesîne/bixesîne 1. ji rewşa nêrtiyê derxistin, bêkêr û bêkîr kirin 2. ji mêraniyê xistin xesar ziyan û zirar xesifîn/dixesife/bixesife ji temtêlekî ber bi yeke jê kambaxtir ve daketin xesî/xesû xwesû xesîl raxistina nava malên gundan a ku ji cîl û cegên çedikin xesok kesê ku karê wî xesandina sewalan e xeşîl cureyekî çêreyê ye xeşîm xedar xeşîme 1. riya nepen 2. kulek, kunik xeşûm ecemî û tor xet 1. xêz 2. nivîs 3. riya ku tiştek tê re derbas dibe; guzergeh *“xeta xwar, di gayê pîr de ye” xeta karê çewt, xeletî xetakar kesê ku karên çewt didomîne xetat pîşekarê destnivîsên bedew xeter tehlûke xetere tirsa ziyandîtinê xeternak 1. bitehlûke 2. tirsnak xew paldan, razan *“xew û mirin, yek e” -xewê zor lê kirin ji ber bêxewiyê li ser xwe nesekinîn -xew lê herimîn ji ber xemekê ranezan xewar kesê ku xewa wî giran e, xilmaş xewas giregirekên civakê xewge textikê ku nivînên razanê li serê tên raxistin xewirîn/dixewire/bixewire 1. ji binî ve şewitîn 2. tê de gut bûn xewle 1. cihê ku kesek lê tuneye 2. tenê 3. bixeter -xewle bûn 1. li cihekî tenê bi tena serê xwe man 2. ketin silûkê -xewle kirin 1. hevpeyvîneke taybet kirin 2. (ji bo ku qeleşiyekê bîne sêrî) ji civakê bi dûr xistin xewlexane dêra silûkê xewn 1. ruya 2. nîgaş, xeyal

  • “ne li goristanan radikevim,

ne jî xewnên xerab dibînim” -xewn dîtin di xewê de bûyerin dîtin xewneroşk xewnên di rewşa hişyariyê de xewtêş nexweşiya pirxewariyê -bi xewtêşê ketin bi nexweşiya pirxewariyê ketin xeyal nîgaş *“xeyala birçi451 xêvzan yan, nan e” xeyalî nîgaşî xeyal kirin nîgaş kirin xeybet paşgotinî *“xeybet, li ba zarokan nabe” xeyd minet -xeyd ketin stûyan bûn berpirsiyarê pirsgirêkan xeydok suhatî xeyidandin/dixeyidîne/ bixeyidîne sil kirin, bûn sedemkarê suhatina kesekî xeyidîn/dixeyide/bixeyide sil bûn, su hatin

  • “kêvroşk jî carinan ji çiyan

dixeyidin” xeynî xeyrî, bilî xeyrî jê awarte ye -ji xeyrî te tu jê awarte yî xeyset xwî, xislet *“xeysetê nebaş, xezeba Xwedê ye” xezal bizina kovî; ask *“ji xezalê bezatir tune, ji risqê xwe pê ve naxwe” xezeb 1. rik 2. hêrs *“dilê bixezeb, mirovî nagihijîne mexsed û miradan” -lê hatin xezebê jê re rik û hêrsa xwe anîn xezne gencîne xeznik/xeznok qutiya biçûk a ku diravên hûr tê de tên civandin xezûr 1. (ji zavê re) bavê bûke 2. (ji bûkê re) bavê zavê *“xezûr, di şûna bavan de ne” xêl [I] xulek, kêlî -xêlek berê berî çend xulekan/ kêliyan xêl [II] govend xêlî mêzera ku davêjin ser serê bûkê û zava roja dawetê wê vedike *”dizê malê ji malê be, ga bi xêliyê dertê” xêr [I] na, nexêr xêr [II] 1. qencî û başî 2. sedeqe *“bi xêra seriyan, dixwe keriyek nan” -xêr kirin 1. bazar kirin 2. qencî kirin 3. sedeqe dan xêr [III] teral, selexane xêrat sedeqe xêratxane 1. aşxaneya xêrxwazan a ku xwarinê li xizanan belav dike 2. êwirgeha kal û pîrên bêkes xêrîtî teralî, selexanetî xêrnexwaz 1. nebaş 2. xerabîxwaz xêv 1. hafize, bîr 2. hiş xêve mêwe û sewziyên ku di di serê demsalê de an jî derveyî demsalê hatine gihandin xêvet konikê biçûk î yekstûn xêvik 1. bîroke 2. kerose xêvzan kesê ku agehiyên pêşerojê ji xelqê re ve452 xêz dibêje; falzan, remlavêj xêz 1. şopa zirav û dirêj; xet 2. şeklê ku ji meşandina xalekê pêk tê -xêza asoyî xeta ku bi berahî tê kişandin -xêza çemberî xeta nîgaşî ya ku bi berahî cîhanê di nîvî de dibire -xêza nedîtbar xeta ku bi çavan nayê dîtin an jî bi awayekî nîgaşî tê hesibandin -xêza stûnî xeta ku bi dirêjahî tê kişandin xêzefîlm fîlmên ku naveroka wan destxetî hatiye amadekirin xêzepehn xêza asoyî xêzerast xeta ku bê çiv û rasterast tê kişandin xêzexwar xeta berwar û qilç, hêlelar Xêzên Asimanî yên Kurdistanê (XAK) dezgehê raguhastina hewayî ya Kurdistanê xêzkar xetat, xetkêş xêz kirin xet kêşan xicîl kirin 1. mehcûb kirin 2. dan şermê xiçviçandin/dixiçviçîne /bixiçviçîne karekî serobero pêk anîn, sixtopixto kirin xifş têjika karxezalê xiftan kinceke dirêj û sivik a ku berê di ser de dihate lixwekirin xij dengê tiştên ku bitews pêk tê; xiz -xij ajote ber erebe bilez/ bixiz kişande ber -xij derbas bûn qîj bihurîn xijik xizak, taxûk xijexij dengê kelîna avê xijexij kirin dengê kelînê ji ava li ser êgir hatin xijînî xijexij xijîjank 1. cihê xwedaxwişandina zarokan 2. pêpelûkên livok xij kirin (di zimanê zarokan de) şimitandin xil 1. girse 2. komeke tiştan xilindor şîrê pêşîn ê pez û dewarê zayî xilmaş xewar xilmet tiştê ku ne nû ye û berê jî hatiye bikaranîn xilole valahî xilole bûn di cihekî de valahiyek çêkirin xilole kirin di cihekî de valahiyek çêkirin xilopilo qulopilo xilorîk gijlok xilq kilîl xilqandin/dixilqîne/bixilqîne kilîl kirin xilqîn/dixilqe/bixilqe kilîl bûn xilt [I] 1. cureyekî heywanan e 2. xiniz *“xilt çi453 xirî qasî xweliyê dikole, ewqasî di ser serê xwe de dike” xilt [II] 1. binemaya bêkêr 2. binemaya gemarî 3. gildîn 4. tiştê bêbine xilt [III] cureyekî nexweşiyên çêrm e xilte torte, dûrd xiltopilto sixtopixto xilxal bazinê ku jin davêjine qeydikên piyên xwe xilxile 1. cihê pir bi kevir û zinar 2. tiştên li ser hev kombûyî -xilxileyek pez û dewar çend kerî pez û dewarên giran -xilxileyek leşker komeke leşkeran tevî çek û posatên wan ximav boyaxa nivîsanê; rengav, hibr ximavdank amana ku rengavê dikinê ximbil 1. pêlîstoka ku di dilqê mirov û heywanan de tê çêkirin û bi bendikan tê hereketkirin 2. kesê ku di bin bandora hinekan de dimîne ximxim kunên bêfilan ximximbeş kesê ku kunên bêvila wî vekirî ne xinav ximav xinamî kesên ku zewac di nava wan de çêbûne

  • “çav, xinamiyê xwe nas

dike” xingilîn/dixingile/bixingile 1. (endamê şkestî an jî jicihderketî) pê de daliqîn 2. lingirî bi rê ve çûn 3. kulîn 4. xawûşe bûn xiniz 1. xayîn 2. qeleş xinzîr beraz *”çermê xinzîran nabe post, dijminê bavan nabe dost” xir endamê zayendî yê nêrzayan; kîr, terik xirecir 1. hêwirze, sûresat 2. pevçûn 3. devjenî, pêşkarî xirek 1. sistbûyî 2. bêkêr 3. teqozebûyî xirexir dengê gewriya kesê razayî xirexir kirin 1. (kesê razayî) di xewê de deng ji gewriyê hatin 2. (kesê di ber sekeratê de û sewala serjêkirî) êdî nefesên dawiyê dan xirêf torteya hingiv, doşav û hwd xirikîn/dixirike/bixirike 1. (pî) şimitîn 2. tehisîn xirindol şîrê pêşîn ê pez û dewarê zayî; xilindor xirink jina bedew a cazibedar xirî bûjeneke zeliqok a ku axlêveyan di çiqilên darên mêweyan de derdi454 xirîn keve û hem tê xwarin hem jî jê çesp tê çêkirin xirîn/xirînî xirexir xirmal kesê ku xwediyê jiyaneke têkûz e xirmişandin/dixirmişîne/ bixirmişîne pencirûk kirin, bi nenîkan lê ba ketin xirmûşek quncirûk xirneq têjika kêvroşkê xirosk dîkil xiroş 1. coşî 2. şaşwazî xirpik di cendêk de raçînga vezen a ku bi karê hestiyî radibe xirp ji nişkê ve xirpe êrîşa komekê dijî kesekî tenê xirpo qûngiran, teral xirqe kinca pêşîvekîrî ya ku ji rîs an jî qumêş tê çêkirin û di ser de tê lixwekirin xirş giyanewera ku ji ber egerekê nikare avis bibe an jî ê ku nikare avis bike xirşî di giyaneweran de stewriya domdar xirtik cureyekî îsota ku hundirê wê bi goştê hêrandî, birinc an jî savarî tê tijîkirin û pehtin xirtol 1. hêwirze, sûresat 2. komek xirxal 1. bazinên qeydikên piyan 2. tayeyên erebeyan xistin/dixîne/bixîne 1. avêtin erdê 2. ji xwe kirin 3. winda kirin xişexiş dengê domdar ê kişîna tiştekî bi erdê re xişir 1. kevirê gewher, xeml 2. kevirên hûrik xişok ajala bêpê ya ku xwe bi erdê re dikişîne û wisa pêş ve diçe xişronek 1. pijikên ku di rûyê ciwanan de derdive 2. pijikên ku di laşê soringî de derdikeve xişt [I] kaxetîta dîwarjenîn û banavakirinê; kerpîçê acûrî xişt [II] ji nişkê ve xuyabûna tiştekî -xişt derkete pêşiya me ji nişkê ve xuyayî me bû xiştek rastkêş -xişteka demê xanxanika ku demê nîşan dide xiştexişt dengê têvel û domdar ê şingeşingê xiştexişt kirin şingeşing kirin *“vê derê kire xiştexişt, çû dera han û kulê ew kuşt: gêzî (tiştonek)” xiştik 1. cureyekî nexweşiya pêz e 2. xiştxiştok 3. amûra ku çimên tiştan bi hev ve dike; goşebend xiştxiştok pêlîstoka zaro455 xîzok kan a ku şingeşing dike xiştzeng şîşa ku serê wê tûj e xişûş şik û şubhe, înç xitêre meşaleya ku ji şiveke serqelaştî tê çêkirin û serê tê pêxistin xitimandin/dixitimîne/ bixitimîne 1. ser nixumandin 2. dev girtin 3. pêşî lê girtin, asteng kirin xitimîn/dixitime/bixitime 1. ser nixumîn 2. fetisîn xiyanet xaynetî xiyar cureyekî sewziyan e û nepijî tê xwarin xiz [I] kaya girs xiz [II] tews, lezgînî -xiz girtin lezgin bûn -xiz dan lezgîn kirin xizak navgîneke bêtaye ya ku bi şimatandinê tê ajotin xizan 1. feqîr 2. belengaz

  • “xizan e, riya xwe nizane”

xizane dolaba kincan xizanî 1. feqîrtî 2. belengazî

  • “xizanî, zingara

mêran e” xizêm xemla jinan a ku di bêfilên xwe de dadiliqînin xizêmok 1. cureyekî kulîlkan e 2. tiştê herî tehl î ku tê bîra mirovî xizinde xişok xizm eqreba xîç 1. kevirên hûrkanêk; xişir 2. xêz xîçkêş rastkêş xîge hebana avê ya rêwîtiyê xîlaf dijber -xîlafî rastiyê ye dijberî rastiyê ye xîj dengê şimitîn û rûxînê yî bilez -xîj rûxîn pir zû hilweşîn xîjexîj dengê domdar ê şimitînê -xîjexîja xizakan guhê me bir dengê şiqitîna taxûkan em aciz kirin -xîjexîj kirin vij derbas bûn xîjik taxûk, tazûg xîlok kevirên biçûk; hoçik xîret 1. namûs 2. rûmet 3. xebat *“xîreta kê tunebe, îmana wî jî tuneye” xîretkêş xwedanrûmet xîz kevirên hûrik ên wekî xweliyê; sîlik, sêlax, rîk xîzek cihê ku xweliya wê ji sêlaxê pêk tê xîzexîz dengê ku ji ber zedegirtina pişikê tê pê xîzexîz kirin deng ji qefesê hatin xîzîn xîzek xîzînî xîzexîz xîzok cureyekî nexweşiya 456 xîzokî tengenefesiyê ye; fetsonek xîzokî kesê ku bi nexweşiya tengenefesiyê ketiye; fetsonekî xîzar cureyekî makîneya birînê ye xîzistan çol, sehra xoce 1. mamoste 2. seyda xof 1. tirs 2. saw, sehm xonçe 1. bişkov 2. textikê nanpehtinê yî wekî sifreyê jî tê bikaranîn 3. bexşîşa dawetkirin û sinetbûnê xone pisîkê nêr xongîn barişa baranê ya dêjnijkî xopan 1. wêran 2. xerabe, kavilbûyî xorav bastêqê mêweyan î ku bi şêkir hatiye şirînkirin xore giyanewereke yekşaneyî ya ku dibe sedema nexweşiyan û bi çavan nayê dîtin xorînî dengê domdar ê kesê razayî; xirexir xort temenê mêran ê ji sebîtiyê heta navsaletiyê (16-35) *“xort heta ku bi xwe nehesin, wekî varikan dimeşin” xortanî ji bo mêran temenê ku di navbeyna 16-35’an de ye xortik têjika kîvroşkê xortim lûleya nermik a ku ji hilberînên niftê hatiye çekirin xox cureyekî mêweyan e

  • “xox ne dar e, qîz ne

war e” xozan zeviya ku salek berê hatiye çandin û îsal jî nehatiye şovkirin xubar xumama xwelî û xîzê xudmuxtarî rêvebiriya nîvserbixwe ya ku di karên derve de li gor rêvebiriya navendî tev digere xulam 1. bende 2. berdestiyê mêr *“axa bi xulam e, xulam bi olam e” xulamî kirin 1. bendetî kirin 2. berdestîtî kirin

  • “Emerê çelengdar, xulamî

kir ji hakimî re sî û sê salan, lê tu carî ji mêrê hakim nekir bawer û îhtîbar” xulav arî xulavî di rengê ariyê de xulp 1. çewt 2. nerasterast 3. dererê 4. xwar xulpî 1. xwarî 2. çewtî 3. biziqzaq 4. nelirêtî xultexult dengê ava ku binerd dibe an jî di lûleyekî de serejêrî erdê dibe xultexult kirin (av) di dema rijînê de deng dan 457 xusar xumal kesê ku karên mala xwe bi xwe bi cih tîne; xwediyê malê, malxwe xumalî 1. kinca ku li gor xwestina bikirî tê dirûtin 2. rastmala giranbiha ya ku binirxtirbûna wê pêkan e xumam 1. hilm û gilm 2. talaz xumirîn/dixumire/bixumire (mêwe) sor bûn û stewîn xumrî rengê di navbeyna sor û reş de xunav [I] çilikên baranê; dêjnij xunav [II] aviya ku sibehan li ser belçikan peyde dibe xundor xirindol xunivîn/dixunive/bixunive dêjnijên baranê avêtin xur [I] 1. xurek, xwarin 2. par, behre *“kerê pir-bibez, bû xurê guran” -xur [II] paşgireke ku xwarinê dinimîne xura cemser xurc têrika ku wekî xalîçeyan hatiye raçandin xurcezîn têrika ku davêjin terkiya zînê hespan xurcik têrika biçûk xurek 1. tiştên xwarinê yên ku hatine pijandin 2. xiza xurekpêj aşpêş xurekxane xwarinxane xurifî kesê ku ji ser hişê xwe çûye xurifîn/dixurife/bixurife hiş tev li hev kirin xurimîn/dixurime/bixurime 1. peritîn 2. rizîn xurî pijikeke girs a ku bi qasî nokekî mezin dibe, piştî peqînê pûç dibe û şopa wê di çêrmî de dimîne xurîn kesê ku ji sibehê de tiştek nexwariye xurînî danê xwarinê yî beriya taştê xurme mêweyeke erdên germ e; qesp xurnûk cureyekî çêreya ku striyên wê pir in -xurnûk ketin qûnê pir aciz bûn û di cihê xwe de netebitîn xurom gurzê girênedayî xurom kirin negirêdayî gurz kirin xuroş fûriyayî xuroş bûn fûrîn xurt 1. bihêz 2. bitaqet 3. şidiyayî 4.muhkem *“ava xurt, serevraz jî diçe” xurt bûn 1. bi hêz bûn 2. şidîn û muhkem bûn xurt kirin 1. bi hêz kirin 2. şidandin û muhkem kirin xusar xunaveke ku dişibi458 xuşkî he xwêyê û piştî ku rûyê erdê spî dike dihele xuşkî bişkulên hişk ên binê guheran xuştire 1. amana aşpêjan a ku pê sewziyên wekî xiyar, tivir, gizêr û hwd hûr hûr dikin 2. alava xeratan a ku pê daran dadirojin û meht dikin xuya 1. diyar 2. kifş 3. eşkere

  • “ava zelal, tê de

xuya ye xem û xeyal” xuya bûn 1. diyar bûn 2. kifş bûn 3. eşkere bûn xuya kirin 1. diyar kirin 2. kifş kirin 3. eşkere kirin xûde serdankeke cengî ya ku ji derbên fîşengan diparêze xûk bac û cezayê mîrî xûgî baca bi zorê; xerac xûj dengê rûxînê xûjexûj dengê hilweşînê yî domdar xûjî ser bûn 1. zû xwarî ser bûn 2. êrîş birin ser xûjal 1. jîr, jêhatî 2. bextewar xûrexûr dengê ava lehiyê xûsik qiravî xûz pişthotik xûz bûn 1. (pişt) hotik bûn 2. (serî) nizm bûn xûz kirin 1. (pişt) hotik kirin 2. (serî) nizm kirin xwan [I] serwer, hukimdar xwan [II] sifre *“dil ne xwan e ku mirov li ber hemî kesî veke” xwan [III] xuya, diyar

  • “quzê gewr di derpê re

xwanêye” xwar 1. ne rast û durist 2. teqoze 3. çewt 4. jêr 5. xulp *“aqilê kêm riya xwar ber bi hevalê xwe dixe” xwarin [I] 1. xurek 2. xiza

  • “li şeran xal û xwar-zî, li

xwarinan mam û birazî” -xwarinên parastî xwarinên ku bi dermanên têkildar temenê bikaranîna wan tê dirêjkirin xwarin/dixwe/bixwe [II] qurt kirin, daqurtandin

  • “peza bi tenê, guran

xwariye” xwaringeh cihê ku xurek lê tê çêkirin û firotin xwarî 1. xulpî 2. çewtî 3. neduristî *“ew mala ku te nanê wê xwariye, bi xwarî lê menêre” xwarzê keça xweha mirovî xwarzî kurê xwişka mirovî

  • “ap bi biraziyan, xal bi

xwarziyan re dikin” xwazgîn kesê ku daxwaza zewaca mêrekî digihîne malbata jinekê xwazgînî navberkariya malbatên keç û xortên berzewac 459 xwendegeh xwe [I] zat, şexs, kesayet

  • “xwe tevî kar nekî, kar

nameşe” xwe [II] cînavka vegerok xwe [III] pêşgir, navgir û paşgira ku wateya xweseriyê dide peyva hevedudanî mînak: xwebar, jixweber, malxwe... xweajo paldêra hundirîn xwe badan xwe dan aliyekî xwebar makîneya ku xwe bi xwe dixebite; xweger xwebawer arxweyîn xwe bi xwe bêyî niçandin û alîkariya kesekî din xwecihî 1. herêmî 2. deverî Xwedan [I] Xwedê, Yezdan

  • “bêyî emrê Xwedan,

pel ji darê naweşe” xwedan [II] xwedî, sexbêr, hemal -xwedanmaliya arizî milkiyeta aîdî kesan -xwedansoz kesê ku biryarek li ser nefsa xwe biriye û heta dawiyê jî li serê dimîne xwe dan ber biryara kirina karekî dan xwedawend yezdanoka mê ya ku pûtparêz jê re perestişê dikin Xwedê çêkiroxê hemû afirandiyan; Yezdan *“mêvan, mêvanê Xwedê ye” -Xwedê dan hatin cîhanê xwedênenas 1. bêxwedê 2. bêîman xwedî 1. sahib, sexbêr 2. hemalê aîdiyetê *“bêndera derengmayî, nabe xurê xwedî” xwedî kirin 1. mezin kirin 2. dermal kirin 3. sexbêr kirin *“berxa ku Xwedê ew xwedî kir, guran jî nekuşt” xwedîtî 1. sahibtî, sexbêrî 2. hemalî xwefiroş 1. xayîn 2. sîxur xwedîgiramî 1. xwedanqedr 2. xwedanrûmet xwedîgiravî 1. qaşo 2. bêbine xweger xwebar xwe girêdan 1. kinc li xwe kirin 2. rext avêtin navmila xwe 3. amadeyî karekî bûn xweh xwişk xwe hilkutan xwe gijgijandin xwekujî întihar xwelî ax, xak *“agir xweş e, lê xwelî jî jê çêdibe” xwelîdank kasika cixarekêşan a ku ariya cixareyên xwe dirijîninê xwende 1. kesê ku pisporê nivîsan e û fêrî zanînan bûye 2. rewşenbîr xwendegeh 1. dibistan 2. saziyên perwerdehiyê 460 xwendekar xwendekar şagirt xwendevan kesê ku nivîsan dişopîne xwendin/dixwîne/bixwîne 1. ji nivîsê fêm kirin û şopandin 2. di dibistanekî de perwerde bûn *“bila bixwenda, paşê bigota” -xwendin û nivîsandin sewad xwendingeh dibistan xweng xwişk xweperest 1. nefsperest, nefsanî 2. ezperest, ezezok xwe pesartin xwe spartin xwe pêçan tiştek li xwe alandin xwe pêşandan bertek nîşandan xwepêşandêr kesê ku ji ber rewşeke baş an jî nebaş berteka xwe nîşan dide xwe pê ve berdan 1. mubtela bûn 2. tê alîn 3. pê bilîn xwe pê xweş kirin laloşî û melaqî kirin xwe rast/rasteve kirin 1. piştî xwarbûnê pişta xwe rast kirin 2. piştî mijûlahiyê karê xwe gihandin hev 3. piştî tengasiyê derketin serfiraziyê xwerenedîtî teralê Bexdayê xwerexneyî rewşa mirov bi xwe tenqîda nefsa xwe bike xwerist xweza, sirûşt xwermend rêvebirî xwerû saf, sade xweser ne bi ser tiştekî ve ne jî bi kesekî ve girêdayî, serbixwe. -xweserî wî ye taybetiyeke wî ya aîdî wî tenê ye xweserîtî 1. xudmuxtarî 2. serbixwetî xwesî 1. pêxas, pêrût 2. çeqrût xwe spartin 1. penaber bûn 2. teslîm bûn, xwe radestî yekî kirin xwestek 1. daxwaz 2. mirad xwestin/dixwaze/bixwaze 1. daxwaz kirin 2. mirad kirin 3. teteb kirin

  • “ka kî dixwaze ku xelqê

li xwe ar û mar bike?” xwestî 1. keça ku ji malabavana wê hatiye xwestin 2. xwedîdildar *“ava xwestî, naçe hêstî” xwesû 1. ji bûkê re diya zavê 2. ji zavê re diya bûkê xweş [I] 1. baş 2. çê 3. qenc 4. rind xweş [II] 1. biçêj 2. bitahm

  • “kerê reş, dixwe

tiştê xweş” 461 xwirandin xweşa kesê ku xwe nas dike û ji temtêla xwe jî razî ye xweşav ava qax û mêwijên kelandî û şirînkirî xweşawaz dengxweş xweşbîn çakbîn xweşbînî çakbînî xweş bûn 1. biçêj bûn 2. bitahm bûn 3. qenc bûn 4. rind bûn 5. baş bûn

  • “heta nava destan reş

nebe, tahma devan jî xweş nabe” xweşendam kesê ku xwediyê bejn û baleke xweşik e xweşewîst 1. delal 2. birêz xweşhal ji rewşa xwe razî xweşhalî rewşa razîbûnê xweşik rindik, delalik xweşî 1. naziktî 2. silametî xweş kirin 1. biçêj kirin 2. bitahm kirin 3. qenc kirin 4. rind kirin 5. baş kirin *“kes dilê xwe li miriyan xweş nake” xweşmêr camêr xweşnûd razî xweşnûdî razîtî xweşok serşok xweşrû rûpak û bedew xweştivî yar, dildar xweşxwaz ristên pa û pesndanê yên ji bo kesekî hêja xwe vedizîn 1. xwe veşartin 2. fizirîn xweyî xwedî *“ji bo xatirê xweyî, mirov kevir navêje seyî” xweza 1. sirûşt, tebîet 2. xeyset, xislet xwezayî 1. sirûştî 2. jixweber xwezan hozan xwezik daxwazên ku pêkhatina wan pir dûr e xwezî [I] 1. xwezil 2. daxwaza nîgaşî *“sal bi sal, xwezî bi par” xwezî [II] şilahiya qirikê; tif xwê 1. kevirê şor ê hêrandî yê ku tevî xurek dikin û şorahiyê didê 2. şilahiya ku piştî westîn û hwd ji lêş der tê *“dema ku heywan bê xwê bimînin, keviran dialêsin” xwê dan (Ji ber herareta lêş) term şil bûn xwêdank derdana ku xwê dikinê xwêdîn sel û kevirên ku xwê li ser direşînin da ku pez û dewar bên û bialêsin; sûrdîn xwêlîn kana xwêyê xwir girê ku di canê giyaneweran de peyde dibe xwirandin/dixwirîne/bixwirîne 1. gir şkestandin 2. niçandin û nav tê 462 xwişexwiş dan *“birîna xwe bi xwe nexwirînî, rehet nabî” xwişexwiş dengê bilind ê daherikîna avê xwişîn/dixwişe/bixwişe deng ji herka avê hatin xwişk keça bavê mirovî; xweng, xweh xwî 1. serinc 2. xislet 3. tevger xwîn 1. aviya sor a ku di rehan de diçe û tê 2. ava jiyanê ya giyaneweran

  • “xwîn, bi xwînê nayê

şûştin” -xwîn jê hatin (ava sor a rehan) derhatin *“ji paniyê xwîn nayê ku dil lê bişewite” xwînbir dermanê ku nahêle xwîna birînê zêde bikişe xwîndar mêrkuj *“deyndaran, xwe avêtin pişt xwîndaran” xwîngerm 1. şirîn 2. xwoşewîst xwînsar 1. rûsar 2. dilkevir xwînxwar 1. zalim 2. sitemkar 3. xwînmij *“beg timî xwînxwar in”