Wîkîferheng:demirhan-p


p/P tîpa nozdehemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê lêvkî ye û awayê belavbûna wê girtî û hişk e pa pê pace di avahiyan de her kuna ku li derve dinêre pacerê di dîwarên avahiyan de valahiyên ku ji bo

ronahiyê tên hiştin û çarçiveyeke camkirî tê de tê bicihkirin pac nîşaneya serketinan a ku didine kesê serketî paç [I] careke ramûsanê

  • “kîr bi paçan mezin nabe”

-paç kirin ramûsandin paç [II] pirtiyê qumêş -paç li sêrî girêdan keça xama zewicandin paçal zengo paçe 1. devling, pance 2. ser û piyên sewalên ku goştê wan tê xwarin 3. şorbeya ser û piyan paçik 1. piyên biçûk 2. tiştê ku hatiye pêçan 3. bûjenên pêçayî yên ji karistanê 3. parçeyeke qûmêş *“kum hebin, paçik zehf in” paçik kirin 1. tiştek lê alandin 2. bûjeneke ku hatiye hilberandin tiştek lê alandin (kirin qutî, sindoq û derdankên din) paçinî 1. sergincir 2. qirêjok paçî (di zimanê zarokan de) maç, ramûsan paçî kirin (di zimanê zarokan de) maç kirin, ramûsandin padaş 1. diyarî 2. qencî 3. şabaş 4. xelat padaş kirin xelat kirin padîşah paşe pag 1. xirbe, kelefe 2. erdê ku lê avahî tên çêkirin; erse pageh qatê binî; jêrzemîn pager gera hêzên ewlekariyê ya di nav taxan bi awayekî dorvegerî pahn pehn pahnik pehnik pahnî panî pahtin pehtin paj pişk, par pajne paniya solê 279 panaz pak 1. paqij 2. çê 3. qenc pak bûn 1. çêbûn 2. paqij bûn *“bav ku pak bûya, ev zuriyet bi dû nediket” pakdil dilpaqij pakî 1. çêyî 2. paqijî *“cihê ku pakî dest dide, xerabî çi ye?” pakîze 1. paqij 2. duşîze pak kirin 1. qencî kirin 2. paqij kirin 3. bijûn kirin paknivîs nivîsa ku baş tê xwendin pakrewan şehîd pakrewanî şehadet pal 1. qûntara çiyê 2. pişt 3. zevî palan kurtanê ku davêjin ser pişta keran *“şohreta kerî, palanê wî ye” -palan qelibandin dest bi zexeliyê kirin û fizirîn palas berika ji mûyê bizinan

  • “heft hevling, li ser

palasekê di avê de diçin” palav kîsê xavik û tenik ê ku ser zarok û têjikên nûbûyî di dundirê wî de tên dinyayê -palav dalêstin (maka têjikê) bi dalistinê têjik ji kîsê xavik û tenik rizgar kirin palavtin/dipalêve/bipalêve paravtin palavgeh cih û îzgeha dawerivandina bûjenan palavte 1. parzûn 2. tiştê raparzandî palax 1. cureyekî çêreyê ye 2. çêreya dirêj û himbiz pal dan 1. spartin 2. velezîn 3. razan paldank 1. kursî, sendelî 2. piştek, balîf 3. sparte pale karker, îşkar, kirêkar

  • “dasa paleyî, nayê dizîn”

palem pêşa dirêj a ku digihêje erdê paletî xebata li kargeh, zevî, bax û rezan a bi destheqekê palewan 1. gemşo, zoranker 2. mêrxas palewanî 1. gemşoyî, zorankerî 2. mêrxasî palgeh 1. balîf 2. kursî palik 1. barê biçûk 2. cilika ku di bin kurtên de davêjin ser pişta keran palir erdê ku dora wê hatiye sûrkirin palpişt piştek palpiştî 1. destek 2. hevpişkî palûke karistan palûte xebata bi karbeşî paldûm qûş pan [I] payîn pan [II] pehn panaz mucewherên qulebî/ sexte pance/pancik devdeling -pance hilçinîn devdeling hildan jorê pançilokî 1. qermîçokî 2. daliqî pançilokî bûn 1. qermîçokî bûn 2. daliqîn pandirûs nîvco, nivîşkan pandî çavdêr pandîgeh çavdêrxane panêr pandî pangeh gom panik pehnik panî 1. paşiya pê 2. dawiya solê *“ê ku jinê berde, li paniyê nanêre” panjehr dermanê jehrkuj panos 1. çira 2. şemal -panosa deryayî çiraya zeryayî papûç pêlavên zarokan papûr [I] riya erebeyan, riya şoşê papûr [II] alava ku li serê xurek tê pehtin û bi neftê dixebite papûr [III] keştiya rêwiyan paqij 1. pak, neqirêj 2. xwîşirîn 3. şûştî paqijî 1. pakî, neqirêjî 2. xwîşirînî 3. şûştîtî -paqijiya regezî şer û qirêna dijî irqekê ku hebûna wî li herêmekê nayê xwestin paqij kirin 1. pak kirin 2. şûştin par [I] sala borî *“feqîr û jar, wek par û pêrar” par [II] 1. behre 2. beş 3. hise 4. bir *“du parên xizaniyê, nezanî ne” par [III] 1. paş, dû, pişt 2. pişt ve -ji paran ve ji aliyê piştê ve; paş ve parak cureyekî xwarinê ye û ji êrd tê çêkirin parastin/diparêze/biparêze 1. berevanî kirin 2. hemete kirin *“gund, bê se nayê parastin” parav [I] 1. kesê ku her dem galte, henek û pêkenînan dike û ji tixûban dertê 2. bizava beredayî û bêbingeh -paravek dan xwe (her çiqas ziravqetî be jî) xwe gijgijandin û rahiştin karekî parav [II] galte, henek parav [III] 1. teze, nû 2. ter, şil paravî [II] baravî, dawerivî paravî bûn baravî bûn, dawerivîn paravî kirin baravî kirin, dawerivandin paravtin/diparêve/biparêve 1. dakirin 2. parzûnandin 3. dawerivandin parçe 1. jê hinek 2. par 280 pance 281 parleşker 3. tîke 4. beş parçe bûn 1. jê hinek veqetîn 2. parve bûn 3. tîke bûn 4. beş bûn parçe kirin 1. jê hinek veqetandin 2. parve kirin 3. tîke kirin 4. beş kirin parçeparçeyî 1. parparî 2. tîketîkeyî 3. qisimqere 4. hûrhûrî parçeparçeyî bûn 1. parparî bûn 2. tîketîkeyî bûn 3. qisimqere bûn 4. hûrhûrî bûn parçeparçeyî kirin 1. parparî kirin 2. tîketîkeyî kirin 3. qisimqere kirin 4. hûrhûrî kirin pardar 1. şirîk 2. hevpar pardarî 1. şirîkatî 2. hevparî pardem xebata yekdanî/ nîvrojî parêz 1. li gorî pîvaneke tenduristî mîhengkirina xwarin, vexwarin û têkiliya zayendî 2. bîstan -parêza devê xwe nekirin persenga devê xwe û endazeya gava xwe nezanîn parêzer 1. kesê ku ber yekî din ve berevaniyê dike 2. wekîlê qanûnî parêzgar 1. walî 2. serdar parêzgarî 1. wilayet 2. eyalet parêzgeh 1. bingehê parastinê 2. cihê karê serokê bajêr; baregeha bajarvaniyê 3. bajarê mezin ê ku bi destê parêzgarekî tê rêvebirin parêzkar 1. muhafezekar 2. mertalê ji bo xweparastinê parêzkarî muhafezekarî parêzname nameya beravanîkirinê ya li dadgehê pargon/pargûn cihoka biçûk a li dora konan parî xwarina bi qasî daqurtandinekê; cûmeke xwarinê *“giliyekî wisa bibêje ku pariyekî nên bipêje” parjimare jimareyên dabeşkirinê; jimareyên şikestî yên wekî 1.5, 3.6 û hwd parjinandin/diparjinîne /biparjinîne (r) hevokek ji aliyê rêzimanî ve dahûrandin û ferisandin parî [I] xwarina bi qasî cûmekî -parî di dêv de werimîn qotê devê xwe cûtin û qurt nekirin parî [II] cureyekî çêreya ku dişibihe xilorkê par kirin beş kirin, teqsîm kirin parleşker di herêmekê de milekî artêşê parmend 1. hevpar 2. xwedîpar, şirîk parmendî 1. di karekî de hevparî 2. di qezencekê dexwediyê pareke kifşkirî; şirîkatî paronek golikê yeksale pars destê xwe dirêjî xelqê kirin da ku sedeqeyekê bidinê; rewcî, gedandin

  • “bila dil bi dil be,

tûrikê parsê li mil be” parsek rewcîger, geda

  • “du parsek, li deriyekî

nabin” parseng perseng parsiw parsû parsî parsû *“parsiyê jinê xwar e” pars kirin rewcî xwastin, gedandin parsû hestiyên parxanê part 1. 30 gurzên giyayî 2. lûsên zadê çinandî partî rêxistina bipergal partîzan 1. alîgir 2. hewandiyê rêxistineke bipergal part kirin 1. 30 gurz giya dan ser hev 2. zadê dirûtî lûslûsî dan ser hev partpartî 1. komkomî 2. lûslûsî partpartî kirin 1. komkomî kirin 2. lûslûsî kirin parxan hestiyên ku di her du kêlekên lêş de ne parxêl ereboka hespan parzemîn ji şeş parçeyan her parçeyekî nîgaşî yê cîhanê yî wek: asya, ewropa, amerîka, awistralya, afrîqa, antarktikayê parzûn alava dawerivandinê parzûnandin/diparzûnîne/ biparzûnîne 1. raparzîn 2. dawerivandin pas 1. tiştê servekirî 2. rût û tazî pasar 1. parçeyê ku di serbanê de dirêj dibe 2. rêşiyên ku bi serê xalîçeyan ve dirêj tên hiştin pasawe hincet, behane pasevan 1. nobedar 2. parastvan pasik 1. rastahiya vala 2. qad, meydan paspaye bêkesayet pastîn paşstû, berstûk paş 1. pişt 2. dawî -paşê piştî vê û ne niha -bi paş ve avêtin 1. egle kirin, taloq kirin 2. bi derengiyê xistin -bi paş ve dayîn cardin lê vegerandin -paş baranê ga cil kirin piştî bûyerê lez dan xwe paşbend 1. ji dawiyê ber bi destpêkê; çep 2. paşgir *“kitêba meri- 282 parmend 283 paşverû yan, paşbendî tê xwendin” paşberek di şeran de eniya ku li paşiyê disekine paşbêj kesê ku kurtepistan digerîne paşbêjî kurtepist paşdeman pêşdeneçûn paşdir segê har paşe 1. torin 2. desthilat

  • “kereng tên ji kaşan,

xwarina ker û cehşan çi dike li mala paşeyan” paşepêl dijî aliyê rast -paşepêl siwar bûn berê xwe dan boçika sewalê û pişta xwe dan sêrê wê -(kincek) paşepêl li xwe kirin aliyê piştê dan pêşiyê, ê pêşiyê jî dan piştê û wisa li xwe kirin paşgir (r) qertafa ku tê dawiya peyvan wek: mêranî, razdar, cengawer...; paşpirtik, paşbend paşgo pêvek, îlawe paşgotin 1. gotina dawiyê 2. kurtepist paşil 1. paxil 2. hembêz 3. cêba paşilê *“destê dizan naçe paşilê” -di paşila xwe de xwedî kirin jê hez kirin û bi her awayî parastin paşil bûn 1. hamile bûn, ducanî bûn 2. xwe spartin yekî û di bin mineta wî de man paşî dawî paşîn 1. a/ê hera/herî dawiyê 2. axirî -cara paşîn sefera dawiye, qola axiriyê paşîv 1. di sahûra rojiyê de danê xwarinê 2. xwarina danê nîvê şevê paşling 1. feşk, pêxem 2. pêavêtinber paşmîr kizîr paşpenî dema ku kesek ne li cihê xwe be -biryara di paşpeniyê de di dadgehê de darizandina kesekî bêyî ku ew li wir be paşpê dijî îstiqameta asayî paşpêkî dijayetiya aliyê asayî -paşpêkî meşîn pişta xwe dan îstiqameta aliyê çûnê û wisa meşîn -paşpêkî siwar bûn berê xwe nedan aliyê çûyînê û wisa siwar bûn paşnav 1. navê malbatê ê ku pê tê nasîn 2. leqeb paşstû katara stûyî paşteng qûşa ku davêjin dawiya palanê keran da ku di serejêran de bi ser re neşimite paşveçûn 1. şundeman 2. vegerîn paşverû xêrnexwaz paşvexistin eglekirin paşwer 1. kesê ku li pey tê 2. serokê ku cihê serokê berê digire paşwerî serokatiya çend kesan a li pey hev pata 1. wekhev 2. fît pata bûn 1. wekhev bûn 2. fît bûn patal xirdik, qamkinik patalî xirdiktî, qamkiniktî pate [I] silav -pate lê xistin silav dan pate [II] pîne -pate kirin pîne kirin patexur 1. xwefiroş 2. darê destê neyaran patêk paçik, deste -patêkek pere tomarek dirav -patêk bi patêk keys kirin deste bi deste dan ser hev patik paşstû, şatik patile cureyekî nên e patîle çavdêrî patox mêweya xerabûyî patpatik tiving û demançeyên zarokan a ku pê dilîzin, teqteqok patrome lûl, fetrûm patrome kirin lûl kirin, fetrûm kirin paverîng mêweyên ku bi emadê xwe ji darê rijiyane erdê pawan [I] 1. panêr 2. bendewar pawan [II] çêregeha taybet pawan [III] gerandina kar û baran bi awayekî navendî; rejî pawankar kesê ku gerandina kar û baran ji bilî xwe nade kesî; rejîkar pawankarî rejîkarî, karê ku ji aliyê komekê tenê ve tê gerandin -pawankariya bazirganî kar û barên ticarî yên ji aliyê komikeke berjewendîparêz ve pax hesta tirsê a domdar paxav [I] metirsî, fikar paxav [II] qîm û qedrdanî -paxav (pê) kirin qîm pê anîn, pê qayîl bûn paxil 1. paşil 2. hembêz

  • “destê wî, rast naçe paxila

wî” paye 1. rutbe, raye 2. rûmet 3. pile payeberz/payebilind rayedarê bilind payeberz/payebilind bûn rutbeyeke ji a berê zêdetir wergirtin payedar 1. rayedar 2. mandî, nemir payetext bajarê sereke yê rêvebiriya welêt; serbajar payîn/dipê/bipê 1. çav li rê bûn 2. li bendê man 3. raçav kirin 284 paşvexistin 285 pelandin payîz demsala beriya zivistanê

  • “bihar hate rakirin,

payiz hate dakirin” payîze cureyekî genimê ku tovê wî payîzê tê reşandin paymal talan paymal kirin talan kirin paytext payetext pazdeh 1. hejmara beriya şazdehan û piştî çardehan 2. jimareya 15’an

  • “ji gotinê heta kirinê,

pazdeh sal hene” pazdehem(-în) di rêza pazdehan de pazen pîneyê pemboyîn pazne heyveron peder bav pederşahî baviksalarî pegr dûrd pegrandin/dipegrîne/ bipegrîne di tiştên avî de unsurên giran daxistin jêrê pehîn lêdana bi piyan -pehîn avêtin bi piyan lê xistin pehn 1. rast 2. meht 3. tehtevêlkî pehnî/pehnayî 1. rastayî 2. mehtî pehn bûn 1. meht bûn 2. pelçiqîn pehn kirin 1. meht kirin 2. pelçiqandin pehtin/dipêje/bipêje 1. ji xwarinê re amade kirin 2. pijandin 3. stewandin

  • “temûz dipêje, tebax

dirêje” pejirandin/dibejirîne/ bipejirîne 1. qebûl kirin 2. çespandin pejirîn/dipejire/bipejire 1. qebûl bûn 2. çespîn pejk çilka bijiyayî pejilandin/dipejilîne/ bipejilîne 1. hilweşandin 2. wêran kirin pejilîn/dipejile/bipejile 1. hilweşîn 2. wêran bûn pejinandin/dipejinîne/ bipejinîne kesaxtin pejmûrde 1. jihevdeketî 2. perîşan, şerpeze pejn pêjn pekandin/dipekîne/bipekîne 1. pengizandin 2. firandin 3. derew kirin -jê pekandin 1. dexesî lê kirin 2. jê behicîn pekîn/dipeke/bipeke 1. pengizîn 2. baz dan 3. firîn pekîner 1. zirzop 2. jiberavêj pel [I] 1. per 2. rûpel 3. belçik *“pelên darê, darê dixemilînin” pel [II] car, teql, qol -pel xwarin gon xwarin pelandin/dipelîne/bipelîne 1. teselî kirin 2. temasî lê kirin 3. miz dan pelaş 1. giyayê bêkêr; pûş 2. kewaşe -pelaş kirin kewaşe kirin pelate 1. belav 2. belawela pelax çêreya hişkbûyî pelaxtin/dipelixîne/bipelixîne 1. bi ser hev de tewandin û pelçiqandin 2. dewixandin û hûrî ser hev kirin pelçim belçik peldank 1. rûpeldank 2. diravdank pele lez pele kirin lez kirin pelemar 1. firsenda demdemî ya ku her carê bi dest nakeve 2. êrîş pelemar dan êriş kirin pelendar 1. çoyê darînî an jî ji lekê yê ku hêzên ewlehiyê bi kar tînin û bi kêrî lêdanê tê 2. fîşenga ronîker a ku ji bo kifşkirina hedefê tê teqandin pelg cureyekî daran e

  • ”sîbera pelgê, ne ji bo

xwe ne ji bo xelqê” pelije qismet, nesîb pelijîn/dipelije/bipelije 1. bizivîn 2. xebitîn pelisandin/dipelisîne/ bipelisîne 1. hûr kirin 2. çînîn pelişandin/dipelişîne/ bipelişîne hilweşandin, rûxandin pelişîn/dipelişe/bipelişe 1. tev dan, tev li hev kirin 2. hilweşîn, rûxîn -pelişîn hev hilperikîn hev û li hev xistin pelişqe 1. pûç 2. kevin û peritî pelişqe bûn 1. pûç bûn 2. kevin bûn û peritîn pelixandin/dipelixîne/ bipelixîne pelaxtin pelixîn/dipelixe/bipelixe 1. bi ser hev de tewîn û pelçiqîn 2. dewixîn û hûrî ser hev bûn pelîd 1. nebaş 2. îblîs, şeytan pelîdî şeytanî pelîka behane, hincet pelîn tiştê ji pelan çêbûye pelîse pelije, qismet pelp pelîka pelpût kirin 1. eyb bi derewan veşartin 2. derew pîne kirin pelû kanikên çavan pelûl pelûrê ku bi doşavê hatiye çêkirin pelûr xwarinên ku zêde pijiyane û êdî şibihîne hêvîr pembo çêreyeke cihên avî ye û jê qumaş û pîne tên bidestxistin pemboyîn pînê û pirtiyê ku ji pemboyî çebûye pena 1. hawar 2. daxwaz 286 pelaş 287 peqandin 3. hêvî penaber kesê ku hawara xwe digihîne welat, alî an jî kesekî da ku jiyana wî ji belayê bê parastin; koçberê bêwar, multecî penaberî îltica, koçberî penah îltica, koçberî penahgeh 1. cih an jî welatê ku penaberan dihewînin 2. wargeha penaberan penaxwaz kesê ku hewandinê ji aliyekî dixwaze penc lepê dirindeyan -penc kirin bi pencikan lê xistin penceşêr şêrpence pencik neynûkên ajalên wekî se, gur, pisîk û hwd pencirûk erîşa bi neynûkan -bi pencirûkan li qûna xwe ba ketin ji kirina xwe poşman bûn û beriya xelqê nefsa xwe ceza kirin pend 1. nesîhet, şîret 2. gilok *“pend pendên cenabê Mûsa ne, fêl fêlên gorgorê firewin in” -pend dan şîret kirin pendî xuya, diyar peng sekinî û neherikbar pengav 1. lîtav, avherî, herîrêtik 2. cihê ku av lê hildipengire pengirîn/dipengire/bipengire 1. (av) gol bûn û fûrîn 2. (endamê êşiyayî, şkiyayî û hwd) xwîn tê de reş bûn û werimîn pengivandin/dipengivîne/ bipengivîne (av) dan sekinandin û kişana wê dan astengkirin pengivî ava sekinî û nekişiyayî pengivîn/dipengive/bipengive (av) sekinîn û nekişîn pengizandin/dipengizîne/ bipengizîne 1. hilfirandin 2. hilpekandin pengizîn/dipengize/bipengize 1. hilfirîn 2. hilpekîn pengîn/dipenge/bipenge (tiştê avî) kom bûn penî 1. pişt 2. xuya 3. bêdeng penîr adaneke şîrê nekelandî yê havênkirî ye pep/pepik 1. (di zimanê zarokan de) pê 2. (di zimanê zarokan de) sol an jî gore pepûk 1. cureyekî çivîkan e û dike qebeqeb 2. bêkes û belengaz -pepûkê! belengazê, bêkesê! -pepûko! belengazo, bêkeso! peqandin/dipeqîne/bipeqîne tiştên nepixî teqandin peqijîn/dipeqije/bipeqije xwe bi xwe peqîn peqijok peqpeqokên sirûştî peqîn/dipeqe/bipeqe 1. bişkuvîn 2. bişku vebûn

  • “gul li gulê dinêre

û dipeqe” peqpeq cihê werimî yê bi kêm û amas peqpeqok 1. gogikên ku bi ser ava pir kelyayî û kefa sabûnê dikevin 2. peqpeq per 1. rûpel 2. bask 3. pel û pot 4. belg *“ecelê gêrikê tê, per û baskên wê hêşîn dibin” -per û bask pê ve hatin pir şa û kêfxweş bûn perandin/diperîne/biperîne 1. derbas kirin 2. bi dest xistin perasî parsî peraş 1. giya û dara ku şax û belçikên wan pir in 2. elokê ku xwe digijgijîne

  • “dara peraş, siya

wê jî fireh e” -peraş dan 1. şax û guçil dan 2. gijgijandin -peraş kirin 1. şax vedan 2. gijgijandin 3. veperimandin perat sermaya hişk; hişkî perav 1. bejahiya li kêleka aviyekê 2. pêlên avê Percîs gerestêrkek e perç/perçaf werm perçem 1. nîşaneye ser-xwebûna gelekî; ala 2. navçavik 3. tûncik perçifandin/diperçifîne /biperçifîne 1. werimandin 2. xwe qure kirin û rikê xwe anîn perçifîn/diperçife/biperçife 1. werimîn 2. qure û hêrshatî bûn perçiqandin/diperçiqîne/ biperçiqîne pelixandin û vîrçoqî kirin perçiqîn/diperçiqe/biperçiqe pelixîn û vîrçoqî bûn perçîn 1. alava ku kaxezan bi derziyên xwe yên taybet ve hev ve dike 2. parçeyê xurtkirina tiştê lawaz -perçîn kirin 1. bi derziyên perçînê kaxez û hwd bi hev ve kirin 2. bi parçeyekî tiştek xurt û qayîm kirin perdax [I] îskana avê û çayê perdax [II] çirûsandin -perdax kirin çirûsandin perde 1. pîneyê tenik ê ku di malan de li ber paceyan ve dadiliqînin 2. di şanoyê de birên lîstikê -perdeya parastinê di alavên dîtbarî de pergala 288 peqijîn 289 perî berevaniyê pere dirav *“ji pereyan şirîntir, dîsa pere ye” perehiz keyso pereng kuzotî û bizot -perest paşgirek e û wateya jêhezkirin, îbadetkirin û parastinê dide peyvê perestgeh cihê îbadetê; mabed perestin/diperêse/biperêse 1. îbadet kirin 2. jê hez kirin 3. nokerî kirin perg 1. dûrd 2. bendesol pergal 1. nîzam 2. alav, amûr -pergala cîhanê ya nû nîzama teze a dinyayê -pergal rakirin mal talan kirin û şop li dewsa xwe nehiştin pergar 1. nexşeya avakirinê 2. alavên pêwist ên çêkirin, tûjkirin, girêdan û hwd pergeh iroşgeha pergalên nivîsînê wek kaxez, pênûs, lênûsk, jêbir û hwd perger alaveke pîvandina nîvçemberê ye pergihandin/dipergihîne/ bipergihîne 1. pêçan 2. destedesteyî dan ser hev 3. bi keys kirin perginde 1. belavbûyî 2. peritî 3. derbider perginde bûn 1. belav bûn 2. peritîn 3. derbider bûn perginde kirin 1. belav kirin 2. peritandin 3. derbider kirin pergî xavik û postikekê şefaf ê ku li ser nebat û endamên hesas û tenik tê dîtin perik 1. rûpelên biçûk 2. baskên firindeyên biçûk 3. kaxezên pêçana baçikan perisandin/diperisîne/ biperisîne 1. pêş ve birin 2. kemilandin perisîn/diperise/biperise 1. pêş ve çûn 2. kemilîn perişt ezperest periştin/diperişîne/biperişîne teselî kirin û temtêl dahûrandin peritandin/diperitîne/ biperitîne 1. kevn kirin 2. rûçikandin 3. kelekût kirin, pir lê dan peritîn/diperite/biperite 1. kevn bûn 2. ji ber kevniyê qetîn 3. qefilîn 4. rûçikîn perixandin/diperixîne/ biperixîne miz dan perî [I] cihê taybet ê ku ji bo bûka teze hatiye perdekirin û xemilandin perî [II] perwane perî [III] tîroj perî [IV] jina şox û ciwan; zerî *“ji weliyan perî, ji periyan xwelî” perî [V] cina hera bedew perî [VI] belavbûn -perî dan silikîn perandin/diperîne/biperîne 1. (mirov) sewalê nêr berdan ser sewala mê 2. (qebrax) mêr berdan ser qûnekan perîn/dipere/bipere 1. (sewalê nêr) baz dan ser (sewala mê) 2. wekî sewalan tûşî jinan bûn perîşan 1. kesê ku di halekî ne tu hal de ye; pejmûrde 2. belengaz 3. kepaze perîşan bûn 1. pejmûrde bûn 2. belengaz bûn 3. kepaze bûn perîşanî 1. pejmûrdetî 2. belengazî 3. kepazetî perîşan kirin 1. pejmûrde kirin 2. belengaz kirin 3. kepaze kirin perîzade 1.jina nazdar a ji nifşê periyan 2. cureyekî nexweşiya ku gerdenê diwerimîne perjan perjîn perjîn dîwarê darînî yê ku didine nava avahiyekî perjîn kirin (ji bo parastina ji ziyanan) li dora bîstan, bax û hwd sûr jenîn permalî sewalên bibask ên malê permêw belgê dara mêweyê pero 1. pîne 2. pirtî perok 1. pero 2. nexweşiya dirmdar perokî kes, tiştê an jî cihê ku nexweşiya dirmdar bijiniyê perokî bûn tûşî nexweşiyeke dirmdar hatin perokî kirin nexweşiyeke dirmdar bijinandin ke, tişt an jî cihekî peroşî heyecan, coşî peroşmend kesê bi heyecan û kelegerm perperok cureyekî bihukên firinde ye; kerkene, belbelîtank perpût 1. bizdiyayî 2. peritî perpût kirin 1. bizdandin û aciz kirin 2. lê dan û peritandin perpitîn/diperpite/biperpite 1. qirqilîn 2. vegevizîn perseng 1. pîvan 2. pîvana bi qasî 15 kîlometroyî -persenga devê xwe zanîn endazeya tixûbê xwe zanîn û li gorî wê tev gerîn persîv nezle, çilmas pert 1. tiştê nas û li pir de- 290 perî 291 pesibîn ran heyî; bêserûber 2. tewş pertaf salixên bifort û nepixandî pertaf kirin salixên bi fort û nepixandî vegotin pertal têkberên kevnekotik pertav [I] tîj, tîroj pertav [II] taqet, qeram -pertav tê de neman qudûm tê de neman pertav [III] pa û pesn, fort -pertavek dan xwe fortê xwe kirin perû 1. xelat 2. xişir û rêşiyên şûşeyî yên ku di dora çirayê de dadiliqînin -perû kirin xelat kirin perûk 1. kevnare 2. rûpûş 3. pîne, pero perûkxane 1. saziya ku alavên dîrokî di pêşangeha xwe de radixe 2. karistana rûpûşan, firoşgeha rûpûşan perwa tirs û sehm perwane 1. perikên ku bi hêza ba, agir û gêrebayê dizivirin û hewayeke sar didine hundir an jî hewaya hundir a germ davêjin derve; bajen, baweşînk 2. perperok -bûn perwane 1. li hev çûn û hatin 2. li dora hev zivirîn perwaz 1. firîn 2. çarçive perwazname 1. destûrname 2. destûra firînê ya balafirekê 3. di malperê de rêbaza bikaranînê perwer hezkirî û parastî perwerî dilsojî perwerde 1. fêr 2. hînbûn perwerdehî 1. amojkarî 2. fêrkarî perwerdekar 1. amojkar 2. fêrkar perwerde kirin 1. amojandin 2. hîn kirin perwerdenas fêrnas Perwîn gerestêrkek e perzîn 1. çemedankê kaxez û nameyan 2. poste 3. name pes pez pesar 1. dibûr, beroj 2. kaş û kerîş pesartin/dipesêre/bipesêre 1. spartin 2. bi tiştekî xurt tiştekî lawaz destek kirin pesdeng dengê nizm pesdengî rewşa nizmiya dêng pesend 1. çesp 2. pejr pesend kirin 1. çespandin 2. dan qebûlkirin pesibîn/dipesibe/bipesibe 1. ber bi rûxîne ve çûn 2. li ser henceyekê bûn pesinandin/dipesinîne/ bipesinîne xwe qure kirin

pesn 1. nîşandana kar, xebat û kesayetiya mirovî; pa 2. fort, fors *“derew li biyaniyê, pesn li pîriyê” -pesna xwe dan fortê xwe avêtin -pesn dan 1. pa dan, medh kirin 2. fors kirin

  • “mala bavê min dûr

bûya, min dê têr pesna wan bida” pest 1. pêkutî, zextî 2. tundî 2. giranî 3. givaştin pestandin/dipestîne/bipestîne giraniyek danîn ser û pê givaştin peste stranên sivik û bilez pestek qutik, kiras pestîl 1. bastêq 2. her tiştê ku wekî hêvîr hatiye strandin; helîse -kirin pestîl pelçiqandin pest kirin giranî dan ser peşar ramyarî, siyaset peşarî ramyar, siyasî peşarvan siyasetmedar, ramyar peşk [I] par, beş -peşk avêtin dabeş kirin, qurhe kişandin -peşk li gû ketin siûda bêxêr parê ketin peşk [II] çirûsk, holepît peşk [III] eynî, pişk peşkek 1. hinek 2. piçek peşkilîn/dipeşkile/bipeşkile (civîn, şahî û hwd) belav bûn peşm hirî peşmîn her tiştê ku ji hiriyê çêbûye peşûş 1. xilûxe 2. genijî û kirêt petixîn/dipetixe/bipetixe îflas kirin, malwêran bûn petî zelal û vawêrtî petî kirin 1. zelal kirin û vawêrtin 2. (ziman) peyvên biyanî jê avêtin petîx cureyekî berên bîstanan e, havînan dertê û nepijî tê xwarin petrome çikandina çiqilekî ter di dareke din a qelaştî an jî cerx kirî de petrome kirin çiqilê dareka ter di dareka din de bi cih kirin pev bi hev pevçûn şer û lihevxistin pevhatin lihevhatin, aştî pevketin belapêşkarî pevzeliqandin zeliqandina bi hev ve pexş weşan pexşan nivîsa asayî ya bi awayekî lihevhatî hatiye nivîsandin pexş kirin weşandin 292 pesinandin 293 peyn pey pişt -dan pey 1. li pişt çûn 2. lê gerîn 3. (da ku xwe bigihînê) hewl dan -ketin pey 1. şop gerandin 2. (da ku xwe bigihînê) hewl dan peya [I] mêr, zilam -peyayê çargurçik mêrê mêrxas peya [II] peyar peya bûn 1. daketin jêrê 2. nîştin peyak 1. peyar 2. di kişikê de leşkerên pêşmerge peya kirin 1. daxistin jêrê 2. anîn xwarê peyam 1. agehî, xeber, salix 2. pêxem peyamber 1. pêxember 2. qasid, sefîr peyamnêr kesê ku peyamên buyerekê ji navendeke çapemeniyê re dişîne; nûçegihan peyamnêrî nûçegihanî peyandin/dipeyîne/bipeyîne 1. yek bi yekî/ dîmenguhêzekî dan payîn; lê telandin 2. ji bo karekî hewl dan peyar 1. peya 2. bê hesp

  • “her kî li hespê hevalan

siwar e, herî peyar e” peyarê 1. riya taybet a peyaran 2. di kêlekên kolanan de riya ku tenê peyar tê re diçin û tên peyatî meşa bi piyan peyde li ber çavan, xuya peyde bûn 1. çar bûn, pêk hatin, çêbûn 2. berdest bûn peyde kirin 1. çar kirin, pêk anîn, çêkirin 2. bi dest xistin peyderpey li dû hev peyivdar 1. gotarbêj 2. berdevk peyitandin/dipeyitîne/ bipeyitîne 1. îsbat kirin 2. pesend kirin peyivîn/dipeyive/bipeyive 1. xeber dan 2. axaftin 3. qise kirin *“bi qasî bejna xwe bipeyive” peyk 1. qasid 2. alava ku ji heyvê weşanê dike peyker mînakê mirov, ajal û hwd ên ji kevir, gêç, hesin, dar û hwd hatiye çêkirin; heykel peykersaz kesê ku ji bûjenan heykelan dadiroje; heykeltiraş peyman îtifaq, muahede -peymana civakî makezagon -peymana tomerî îtifaqa bikomasî -peyman girêdan îtifaq kirin, li hev kirin peyn 1. talaza gemara ajalan 2. (da ku berên wan baştir bin) gemara ajalan an jî bûjena kîmyayî ya ku li zeviyan direşînin

  • “heçî deyn e, ew peyn

e” pey re 1. pişt re 2. paşê peyrew 1. xelef, paşwer 2. murîd peyrewî 1. xeleftî, paşwerî 2. murîdî peyt îsbat û delîl peyv hemû gotinên watedar ên zimanekî; bêje, kelîme *“peyva xweş, bihara dilan e” -peyv darêjtin bêje saz kirin -peyv li peyvê sekinîn gotin hatin ser gotinê peyvdar berdevkê fermî yê dexgeheke mîrî an jî saziyekê peyvnasî (r) zanista ku cureyên bêjeyan diferisîne û jê re rêbazan datîne peywendî têkilî, eleqe peywir vatinî, wezîfe peywirdar 1. wezîfedar 2. karmend peywirdar kirin wezîfedar kirin peywendî têkilî peyxam îlham pez mih û beran *“pezê nêr, ji kêrê re ye” -pez hate baniyan û xwir kete kebaniyan kar nêzîk bû û karker liviyan pezare derd, jan pezkovî bizina kovî pezîzank qurtik pezûdan spêdeya zû, elind, berbang pezvan kesê ku pêz xwedî dike pezvanî karê sexbêrkirina pêz pê [I] endamê ku li serê tê meşîn; pî -pê dan erdê heter kirin -pê li boça seyî kirin ket ber bextê bênamûsan pê [II] cînavka lihevxistî ya ku ji /bi wê-wî/ hatiye -pê de pê de 1. hêdî hêdî 2. vir de û wê de -pê de ketin 1. pê re mijûl bûn 2. tê alîn -pê re 1. bi wî/wê re 2. di gel wî/wê pêbaz pireya peyaran pê bilîn 1. pê alîn 2. pê re egle bûn pêç pîneyê ku li endamê şkestî û birîndar tê alandin pêçan/dipêçe/bipêçe 1. paçik kirin 2. lê alandin pêçandin/dipêçîne/bipêçîne 1. paçik kirin 2. lê alandin pêçayî 1. paçik-kirî 2. alandî, dorpêçkirî pêçe çarçefa ku jinên misilman li xwe dipêçin pêçek qumaşê ku li zaro- 294 pey re 295 pêkol kirin kê nûbûyî tê alandin pêçik kaxeza paçik-kirinê pêçî tilî *“pêçiya ku neçe qulê, tişt pê venadin” pêçîn/dipêçe/bipêçe lê alîn pêçk tiştê ku li ser lûleyeke kinik hatiye alandin pêçke 1. taye, çerxe 2. toterîk pêçûlk erebokeke biçûk a ku zarokên viringî dikinê û bi dest dajon pêdanî alîkariya diravî pêderî çarçiveya dêrî pêdivî 1. pêwistî 2. lazimî pêdizkî meşa nermînga û teletel -pêdizkî çûn nermînga û teletel bi rê ve çûn pê ewle bûn pê ve emîn bûn pêgeh [I] meqam pêgeh [II] 1. qad 2. war 3. herêm pêgeh [III] daşir, destşok pêger 1. qad 2. piyase -pêgera nêçîrvanan herêma nêçirê pêgermok çûn û hatina di qadekî de; gergemok -pêgermok gerandin ji serê qadekî heta serê din çûn û hatin pêgiran teral, selexane -pê girtin 1. bi alikariya tiştekî tiştekî din girtin 2. lê peyde bûn pêgirtî 1. beng 2. peyrew pê hesandin 1. hişyar kirin 2. agahdar kirin 3. hîn kirin pê hesîn 1. hîs kirin 2. zanîn 3. hîn bûn *“agir pê keve jî pê nahese” pêhêl bihêl pêhin pehîn pêjandin/dipêjîne/bipêjîne pijandin pêjimêr alava ku pê hesab tên kirin; çortik pêjinkar bihîstiyar pêjn seda, deng, awaz -pêjna te nayê deng û awaz ji te dernayê -pêjna tiştekî kirin beriya bûyînê bi tiştekî hesîn pêkan mumkin pêk anîn 1. bal pê anîn 2. şiyan, karîn pêkenî 1. elewat 2. rêşkeniyê alemê *“gur pîr dibe, dibe pêkeniyê kûçikan” pê kenîn 1. bi yekî tiraneyê xwe kirin 2. ber bi yekî ve besimîn pêkenok laqirdî, tirane pêk hatin 1. bal pê hatin 2. çêbûn, saz bûn pêkol 1. erdkolana sewalan a bi piyan 2. xwestin pêkol kirin 1. (sewal) bi piyan erd vekolan 2. (mirov) xwestin û heter ki296 pêkutî rin pêkutî 1. zext û tundî 2. îsrar, heter pêk ve bi hev re pêkvejiyan heyata bi tevayî pêl [I] dem, qas pêl [II] lemperên zeryayê -pêl dan (zerya) lemper dan pêl [III] hilma bayî pêl [IV] rêjeya gihiştinê ya alavên ragihandinê pêlav sol *“kurmanc têr dixwe û li pêlava xwe digere” pêlawaz 1. di helbesta kevn de ristên arûzê 2. teql û kirpa gotinê pêlawazdar helbesta ku li gorî arûze hatiye ristin pêlawer kesê ku keştiyê dajo pêlekan silim, pêpelûk

  • “dinya pêlekan e, rabûn

jî heye, peyabûn jî heye” pêlepaş paşepêl, paşpê pê lê kirin pêpest kirin pêlîstik/pêlîstok tişt û miştên ku zarok pê baziyê dikin; tîtik pêlşikên dîwarê ku li ber lemperan dijenin da ku tundiya wan daxîne pêlweş 1. alava ku herka gêrebayê têkûz dike 2. alava ku weşana ji peykê têkûz dike 3. îzgeh pênas(-e) tarîf, unwan -pênasa neteweyî çarçiveya ku gelekî dinimîne pênc 1. hejmara piştî çaran û beriya şeşan 2. jimareya 5’an pêncek 1. ji pênc paran parek 2. ji pênc paran pareke xenîmetê ya ku aîdî Ehlibeytê ye pêncem(-în) di rêza pêncan de pêncî 1. deh heb pênc 2. jimareya 50’î pêncgoşe şeklê ku pênc guçê wî hene pêncsed 1. pênc heb sed li ser hev 2. jimareya 500’î pêncşem roja şeşan a hefteyê pêndav cureyekî şimaya ku mêşhingiv pê derê kunên xwe digirin û teng dikin da ku hingivên xwe ji germê, sermayê û bihukên dujmin biparêzin pêngav [I] navbera tu lingên vekirî; gav pêngav [II] pêşveçûna erênî pênivîs pênûs pênûs alava ku pê tê nivîsandin û xêzkirin; qelem pênûsdank dewsa qeleman; qelemdank pêpal yom, qudûş pêpalxêr biyom, biqudûş pêpehn kesê ku binê endamê wî yê meşînê riprast e pêpelûçka meşa li ser dest û çongan; çarlepîka pêpetî pêxas pêr roja beriya îro -bêhtir pêr bi qasî sê rojan beriya niha pêrar du sal berî niha -bêhtir pêrar sê sal berî niha pê rayî bûn ecibandin pêrbest gihanek pergîn 1. rasthatin 2. pêşeroj pêrginandin/diperginîne/ biperginîne mazûvanî kirin pêrgî hev hatin rastî hev hatin, liqayî hev hatin pêrgîngeh hêwana rawestinê pêrgînî 1. pêşwazî 2. bixêrhatinî pêrgînî kirin 1. pêşwazî kirin 2. bixêrhatina yekî kirin pêrist agahiya ku naveroka berhemê bi riya sernavan nîşan dide û di destpêk an jî dawiya pirtûkan de tê bicihkirin pêsî kûtî pêsîr sîng *"dinya pêsîra diyan e, her xwe dixwe" pêsîrbend berdank pêsotk cureyekî nexweşiya harbûnê ye pêsotkî kesê ku bi nexweşiya harbûnê ketiye û xwe vediçirikîne pêstirk qutaf pêstirk girtin qutifîn pêş [I] 1. ber û ne li paş 2. hember, dij *“bi darê zorê, tu tişt nayê pêş” pêş [II] 1. daw 2. qûntar pêşan nîşandan -pêşan dan nîşan dan pêşangeh cihê ku ji bo bîneran nimûne lê tên raxistin pêşanî yekemî, ewilî pêşbazî pêşbirk, reqabet pêşber 1. hember 2. pêşpal -anîn pêşberî hev hevrû kirin pêşberek di şeran de eniya ku li pêş şer dike pêşbirk ji bo qezenckirina tiştekî reqabeta bi hinekan re; pêşbazî pêşbîn zanayê ku pêşerojê li gorî daneyên heyî texmîn dike; dûrebîn pêşbînî dûrebînî pêşbînî kirin bi riya daneyên berdest pêşeroj texmîn kirin û xwe li gorî vê yekê amade kirin pêşcênîk enî, pêşnehtik 297 pêşcênîk 298 pêşçav pêşçav berçav pêşçav kirin berçav kirin pêşdank pêşgir pêşdaraz -bêyî ku rastiya karekî binase- kesê ku hê di sêrî de qerara xwe dide pêşdarazî di pêş de biryardan pêşdem karê ku berî dema texmînkirî an jî diyarkirî pêk tê; berwext pêşdîtin derpêşkirin pêşdîtinî feraset pêşek pêşeng pêşeng 1. pêşewa 2. serwer 3. serpêşsen pêşgir [I] (r) qertafên ku tên pêşiya bêjeyan pêşgir [II] mendîla ziwakirina ser û çavan pêşgotin sergotar pêşiya nanê tenûrê pêşî [I] mêş, spêle *“hêlîna pêşiyan, çênabe” pêşî [II] bav û kal, ecdad pêşî [III] aliyê xuyayî -pêşî mişt û paşî di gû de hişt aliyê xuyayî maliştin û aliyê veşartî di nav gemarê de hiştin pêşîn 1. yekemîn, ewil 2. dest bi dest *“bextê pêşîn, warê hêşîn” pêşînî diravê ku beriya wergirtina asûkekê tê dayîn an jî standin pêşkarî hev bûn ketin pêsîra hev û şer kirin pêşkeftin 1. geşedan 2. serkeftin pêşkêş kirin 1. teqdîm kirin, pêşandan 2. araste kirin, rapeşan pêşkêşkar 1. arastekar 2. pêşandêr pêşmal werisên ku konî bi singên pêşiyê ve girêdidin pêşmalk 1. bervank 2. pêşmal pêşmerge 1. cangorî, fedayî 2. şervan pêşniyar pêşkêşkirina ramanekê beriya destpêkirina karî; teklîf -pêşniyara aştiyane teklîfa ku ji bo mebestên aştiyê tê pêşkêşkirin pêşniyar kirin teklîf kirin pêşniyarname teklîfa nivîskî pêşniyaz pêşniyar, teklîf pêşnûma bernameya sêwirandî -pêşnûma kirin bername saz kirin; sêwirandin pêşpirtik pêşgir pêşrew 1. kesê ku ne peyrew e 2. bihûrî û çûyî pêşûle cureyekî çivîkên mêşxur e pêşûş genî û kêrnehatî pêşverû kesê ku rû û ber ê wî ber bi pêşerojeke geş e û ne paşverû ye pêşwazî mazûvanî, pêrgîn pêşwazî kirin 1. mazûvanî kirin, pêrginandin 2. mêvan kirin pêşwext pêşdem pêt 1. rengzer 2. alafa êgir; rivîn 3. pihêt, qayîm pêtazî pêxwas pêto quzfiroş, deyûs pê vedan (mêş, mar û hwd) lê dan *“hin hingiv dixwin û mêş bi hinekên din vedidin” pêvek îlawe pêvajo dema bûyerê a ku tê de diqewime; domana demê pêwan pasevanê bendîxaneyê; zêravan pêwendî têkilî, eleqe -pêwendiyên civakî têkiliyên di navbera civakê de -pêwendiyên navneteweyî têkiliyên di navbera neteweyên cîhanê de pêwendîdar têkildar, eleqedar pêwendî saz kirin têkilî danîn, eleqedar bûn Pêwir [I] gerestêrkek e pêwir [II] nexweşiya kêmdengiyê pêwist lazim, hewce pêwistî pêdivî, hewcetî pêxas 1. bêsol û bêgore 2. xizan 3. (sewal) bênal pêxas bûn 1. bêsol û bêgore bûn 2. xizan bûn 3. (sewal) bênal bûn *“hespê çê, bila pêxas be” pêxas kirin 1. bêsol û bêgore kirin 2. xizan kirin 3. (sewal) bênal kirin pêxem feşk û astengî -pêxem lê xistin feşk lê xistin û astengîdan ber pêxember hilgirê nameya pîroz û hinartiyê Xwedê ji bo çaksaziya mirovahiyê pêxembertî karê ku pêxemberên Xwedê pê radibin pê xistin agir dadan/hilkirin pêxistî dadayî *“çiraya her kesî, pêxistî namîne heta sibehê” pêxwarin ji bilî nanê tisî her tiştê ku bi nên tê xwarin pêzan zana û pisporê wî îşî piç 1. pir hindik 2. parçeyeke biçûk *“piç bi piç xwe gihand guç” -piçek hindikek piçêx para biçûçik piçikandin/dipiçikîne/ bipiçikîne 1. li hev alandin 2. nexweşiyê (endamên cendêk) şileke kirin 299 piçikandin 300 piçikîn piçikîn/dipiçike/bipiçike 1. li hev alîn 2. (endamên cendêk) şileke bûn piçpiçî parçeyên pir hûrik piçpiçî kirin pir hûrik parçe kirin piçudank di zikê jinan/ mêzayan de dewsa zarokê/ têjikê; malzarok pidû goşte ku diran tê de çikandî ne; pirî pif ba û dengê berdana henaseyê -pifî guhan kirin 1. dizîka jê re gotin 2. nav tê dan pif kirin 1. nepixandin, perçifandin, werimandin 2. damirandin 3. sar kirin pifdank nepox -pifdanka mîzê mîzildank pifo (di zimanê zarokan de) xurek pihêt muhkem û şidiyayî pijandin/dipijîne/bipijîne 1. pehtin 2. stewandin pijiqandin/dipijiqîne/ bipijiqîne fişkandin pijiqîn/dipijiqe/bipijiqe fişkîn pijîn/dipije/bipije 1. stewîn 2. gihiştin pijme bêhnijk pil sist -pil bûn sist bûn -pil kirin sist kirin pilav birincê di avê de kelandî pile 1. ast, rade 2. derece piling cureyekî sewalên dirinde ye û ji bilî sêrî dişibihe şêran pilor pelûr, malêz, çolik, hewdel pilox 1. bizota êgir 2. tiştê ku xwarina wî ji bo didan û pidûyan nerm e pilte di find û fanosan de bendê ku agir pê digire -pilteya dil qetîn di heqê tiştekî an jî kesekî de bi fikar bûn pilûr cureyekî sewalên çarpê ye pilûsk 1. qulik 2. zenbele pimpar çêreya ku nayê xwarin pin raza taybet a ku her kes ji xwe re vedişêre pinc tasik, legan pincar çêreyên ku tên xwarin *“kalo memire bihar tê, pîrê memire pincar tê” pind qûn, zûtik pindam qirş û qeselên ku herka avê asteng dikin pindandin/dipindîne/ bipindîne axozî kirin pinde axozî pindepîr pîrhevok pindiloşk 1. kurt û qelewok 2. tombiz pindik 1. movik 2. kulîlk, xonçe pingil bizot pingav ava ku li cihekî col bûye pingirîn/dipingire/bipingire 1. col bûn, bi ser hev de kom bûn 2. fûrîn pinî xasûk û çikûs pinîtî xasûktî û çikûsî pir 1. zêde 2. zehf 3. dengê ku paqijkirina difinî tê *“ez dengekî pir tehl dibihîzim, gelo tu dizanî ew çi deng e?” -pir û hindik kêm û zêde -pir kirin 1. zêde kirin 2. bêfil paqij kirin piranî 1. zêdehî 2. bi gelemperî piralî pirşaxî, pircelebî pirbêj kesê ku zêde diaxive; çelçelok *“derdowî pirbêj dibin, evîndar dengbêj dibin” pirç mû, pûrt -pirça xwe gij kirin mirûzê xwe tirş kirin pirçand xwediyê her cureyê çandê pirçandî rewşa sexbêriya her cureyê çandê pirçî bêmehde û rûtirş -xwe pirçî kirin xwe bêmehde û rûtirş kirin pird/pire navgîna du aliyên çem, newal û rûbaran

  • “hukimdar bibe pire

jî, di ser re derbas mebe” pireh nûzayê ji dê bavên ku irqa wan ne wekhev e pirendazî di tevgerê de bihîstyariya derî tixûban; zêdegavî pirêze 1. qeselên zeviyê 2. xozan *“me hêştir nedîtine li rêzê, qey me pişkul jî nedîtine li pirêzeyê” pirî [I] zêdehî pirî [II] goştê ku diran tê de çikandî ne; pidû pirîsk 1. misqal 2. zere, parçeyê biçûktirîn ê bûjenê pirkam nexweşê xwestekên nefsa xwe pirkamî nexweşiya daxwazên bêdawî pirole [I] teral pirole [II] 1. salixên lêzêdebûyî 2. pertaf pirole kirin pertaf kirin pirpar pimpar pirpirok firfirok pirs 1. sual 2. arîşe 3. peyv *“mirov bi pirsê, diçe Xursê” -pirsên axretê li dinyayê pirsîn bersiva tiştên nedîtî û nebînayî xwestin pirsgeh di dezgeh û saziyan de nivîsgeha da- 301 pirsgeh 302 pirsgirêk nasîn û ragihandinê pirsgirêk 1. arîşe 2. gelş -pirsgrêkên aborî arîşeyên têkildarî debara jiyanê -pirsgirêkên tenduristî arîşeyên têkildarî sihet û afiyetê pirsiyar 1. suwal 2. tehqîq pirsiyar kirin 1. sual kirin 2. tehqîq kirin pirsîn/dipirse/bipirse 1. suwal kirin 2. jê bersiv xwestin *“bipirse ji kalê zemanan û xortê geriyayî” pirs kirin pirsîn pirsnîşan (r) di xalbendiyê de nîşaneya pirsê; (?) pirşeng çîk, pêt pirt parçe pirtepirt 1. dengê pêketin û damirîna êgir 2. dengê rajena dilî pirtepirt 1. (agir) geh pê ketin geh damirîn 2. (dil) geh bi tundî geh bi nizmî avêtin pirtik 1. parçeyê hûrik 2. pir kêm û hindik pirtikpirtikî parçeparçeyî, hûrhûrî pirtikpirtikî kirin parçeparçeyî kirin pirtî pîne û qumaş -pirtî û palaz cil û nivîn pirtû karê pîneçêkirin û dirûtinê pirtûk kitêb pirtûkfiroş kitêbfiroş pirtûkxane kitêbxane pirûsk hestiyê piştê pirxepirx/pirxînî kenê ji nişkê ve û bi dengî pirxepirx/pirxînî kirin ji nişkê ve û bi dengî kenîn pis kur *“neke bi kesan, dê bê serê te, ku neyê serê te, dê bê serê pisê pisan” pisepis dengê domdar ê baberçûnê pisepis kirin ba ji ber tiştekî nepixî çûn pisîk cureyekî ajalên malê ye û piranî ji bo ku mişkan bigire tê xwedîkirin pisîng pisîk *“devê pisîngê negihişt goştî, got: ‘min xêra dê û bavê xwe hişt” pismam kurap, kurmam pismet kurmet pispisandin/dipispisîne /bipispisîne xwe egle kirin û fizirîn pispor 1. zanayê pîşeyekî 2. xwendeyê di babeteke zanistî de *“ji xelqê re pispor e, ji xwe re kor e” pisporî zanyariya pîşeyî/ zanistî pist çêrmê mirovan pistepist pirkepirk, kurtepist pisxal kurxal pisxalet kurxaltî pisxaltî pisxalet pişaftin/dipişêve/bipişêve 1. tehrîf kirin û dirûv guherandin 2. di nav xwe de helandin û deng jê birandin pişartin/dipişêre/bipişêre pişirandin pişemasî cureyekî sewalên zeryayî ye pişêw tiştê servekirî û argo; mustehcen pişik kezeba spî; cerg pişikreş cureyekî nexweşiyan e pişikxerakirî kesê ku bi nexweşiya pişikreşê ketiye pişirandin/dipişirîne/ bipişirîne 1. (tiştê hişk) hûrik hûrik qut kirin 2. tiştek hûrî tev tiştekî din kirin pişirîn/dipişire/bipişire 1. (tiştê hişk) hûrhûrî bûn 2. (giyayê hişk) çilmisîn û hûrî erdê bûn 3. hişk bûn daweşîn pişk [I] eynî, heman tişt, wekî wî *“destê dê, pişk ê qîzê ye” pişk [II] 1. beş 2. par -pişk kirin pareve kirin pişk [III] şilimziwa, qurhe, çîtik -pişk avêtin şilimziwa avêtin, qurhe kişandin pişkandin/dipişkîne/bipişkîne bêhnijandin pişkdar 1. beşdar 2. hevalê parê, şirîk 3. hisedar pişkepişk dengê ku ji dev û bêvila kesê bahorî der tê pişkepişk kirin bêhnijîn pişkîn/dipişke/bipişke bêhnijîn pişko 1. cemre, arzeba 2. bişku pişkul gemara pêz; bişkul pişo awayê bangkirina pisîkê pişopişo kirin 1. bangî pisîkê kirin 2. (karek) bi tika û lavayî dan kirin pişpişîn/dipişpişe/bipişpişe 1. (mirov) mirûzê xwe tirş kirin 2. (hevîr) hilpesirîn û tirş bûn pirûk cureyekî xwarina ku ji ardê savarî tê çêkirin pişt [I] 1. dawî 2. dûv 3. aliyê navmilê; qorik *“bavê mirovî, pişta mirovî ye” pişt [II] 1. aliyê ku di nêrîna pêşîn de xuya nabe; aliyê dûr 2. şala navê -pişt jê standin dorpêç kirin û eman nedan -li pişt dîwêr li aliyê 303 pişt 304 piştbend dîwêr î din piştbend 1. bendê navê 2. şala navê piştek spartek piştepiştî yekitî û komelayetî piştevan 1. destekar 2. tagir, alîgir piştevanî kirin 1. destek kirin 2. tagirî jê re kirin piştên şala navê piştgerm arxweyîn, bêminet piştgerm bûn arxweyîn û bêminet bûn piştgermî bêminetî piştgir 1. destekar 2. tagir 3. hevpişt piştgirî 1. destekarî 2. hevalpiştî piştgirî kirin 1. destek kirin 2. alîkarî kirin pişt girtin 1. destek kirin, yarmetî kirin 2. alî kirin, tagirî jê re kirin pişthotik kesê ku pişta wî weke hotikekî xwar bûye piştik bêrewişt û bêsinc piştî [I] barê li ser milan; barpişt, kolepiştî, şele, şixre piştî [II] jê şundetir -piştî nîvro ji nîvro şundetir piştkov pişthotik piştmêr mêrê alîkar ê di roja teng de piştperde rûyê nixumandî yê her tiştî -piştperdeya çalakiyê rûyê nixumandî yê karê birêxistinkirî piştrast kesê ku bawerî pê tê anîn; ewle piştrast bûn 1. ewle bûn, pê ve emîn bûn 2. dilniya bûn piştrast kirin 1. peyitandin 2. dilniya kirin pişt re 1. pey re 2. paşê 3. paran ve pit pitik pitepit axaftina nediyar pitepit kirin di guhên hev de tiştên nepen gotin pitê! baneşana ji bo keçan pitik zaroka qîzînî ya viringî

  • “hevalê kevn bibe

neyarê nû, mirin di tûrikê pitê de ye” pitî biçûk û xweşik pitpitok mizmizok piv 1. dengê bayê ku ji cihekî teng derdikeve 2. (di zimanê zarokan de) tir piv kirin (di zimanê zarokan de) tir kirin pix dengê paqijkirina bêfilê pix kirin 1. (di zimanê zarokan de) bevil paqij kirin 2. tirsandin pixtik xirdik pixtî xwîna ku bûye kerseng û wekî belxemê hev girtiye -bûn pixtî (xwîn) cemidîn pixtok cureyekî kevirê nerm û sivik e piyade peyar piyale lîwan, îskan, qedeh piyan 1. sinî, berkeşok 2. şerbikê avê piyar kesê bi merhemet piyarî merhemet piyase gera ser piyan a hêdî hêdî piyase kirin hêdî hêdî li ser piyan gerîn piz avika giyaneweran a ku di pizdankê de ruh hatiye ber; cenîn pizdank 1. di zik de cihê ku zarok an jî têjik tê de çêdibe 2. hevaloka ku piştî zayînê ji makê dikeve pizik pijikên ku di dema gêraniyê de derdikevin pizî di kincan de cihê ku doxînê tê re dikin pizînk zirmemikê ku didine devê zarokan da ku bitebitin pizîşk bijîşk pizrik pizik pizûr doran pî 1. endamê ji gûzekê berjertir 2. (di hin devokan de) mil, pîl -li ser piyan ne rûniştî û şipê; çik pîceme kiras û derpiyê ku şevînî tên lixwekirin pîç 1. pûç 2. bîj pîçalk cureyekî çêreyê ye û pijandî tê xwarin pîj [I] 1. strî 2. dasî pîj [I] bîj pîjpîjî pir bi strî pîkol kirin (pez, dewar, ker û hesp) erd bi piyan kolan pîl [I] fîl pîl [II] ji enîşkê hetanî sermilê; sermil pîl [III] pola pîl [IV] parçeyeke kaxezî ya çargoşe û biçûk e, li ser aliyekî wê wêne û nivîs neqişandî ne, wekî giroveyeke fermî li belgenameyan û zerfên nameyan didin; pûl pîle pile pîlik 1. kesê ku di navbera malên bûk û zavayî de diçe û tê da ku karê şahiyê têkûz bike 2. posteger 3. şûşeya ku ji bo zarokan şîr dikinê pîltan pir mezin; geltegan pîn/pînik [I] êwirgeha dîk, mirîşk û sewalên bibask ên din ên malê pîn [II] pehîn -pîn li tasa ber xwe xistin qîma xwe bi kar û rizqê hazir neanîn pînc 1. darikê sertûjkirî 2. 305 pînc 306 pîne sirkeya tewilandina sewalan 3. darikê kêp î sertûjkirî -pîncê heram avika heram; zarokê zinayê -pînc lê xistin pêxem lê xistin, xilçik lê xistin, feşilandin pîne 1. qumaş, pirtî 2. parçeye qumêş ê ku pê cihê diriyayî û peritî tê tehmîrkirin *“kinca ku kete ber pîneyan, serê ku kete ber şîretan bi kêrî tiştekî nayên” -pîne kirin 1. pîneyek bi cihê diriyayî ve dirûtin 2. eyb û derew veşartin pîp derdaneke mezin a devgirtî ye û ji bo bûjenên avî ji lajwerdê tê çêkirin û pîpik cureyekî zirneyan e û ji levenê tê çêkirin pîqask cureyekî çêreyê ye û nepijî tê xwarin pîr [I] 1. temendirêj 2. extiyar 3. kal *“kevn e û pîr e, ji gotinan re bîr e” pîr [II] 1. pispor 2. serwext 3. sergihayî pîr bûn 1. temendirej bûn 2. pîr bûn 3. (giya) gihiştin û qamir bûn *“dilê fireh, pîr nabe” pîraye arastek, çîçik pîrejin jina temendirêj pîrek 1. jin 2. jina mêrkirî

  • “zilam bi mû ye, pîrek

bi rû ye” pîrelk cin pîrepizk 1. pîrejina temenbihurî ya ku êdî hal tê de nemaye 2. pîrejina xurifî 3. pîrejina cadûbaz pîrhevok cureyekî bihukên ku bi hûnandina tevnan ve navdar e; tevnepîrk pîrhevî 1. di çîrokan de pîrejinên cadûbaz, kirêt, qîldirêj ên ku li gêziyan siwar dibin, dengê kenîneke kirêt ji xwe tînin, zarokan didizin û ji xwe re dikin xizmetkar 2. pîrhevok pîrik 1. diyên dê û bavên mirovî 2. jina ku jinên ducanî diwelidîne 3. pîrhevok pîrî/pîrtî temendirêjî pîrmend şêwirmendê temendirêj û pispor pîrot kesê ku amanên ji kaxetîtan çêdike pîrotankî 1. (çêrm) biqerçûmek û virçiqî 2. (pidû) herişî û amasgirtî pîrotankî bûn 1. (çêrm) biqerçûmek û virçiqî bûn 2. (pidû) herişîn û amas girtin pîroz 1.muqedes 2. bimbarek pîrozbahî 1. muqedestî 2. bimbarektî pîroze cureyekî gewherên giranbiha ye pîroz kirin bimbarek kirin pîrozname tebrîka nivîskî; tebrîkname pîrozwer 1. muqedes 2. bimbarek pîs kirêt pîsî gemara kûçik, beraz, gur û hwd pîso 1. şewat 2. bêhna şewatê 3. ariya pîneyê şewitî; bîso *“agir pê keve, bêhna pîso jê nayê” pîst [I] pêsîr, berstûk -pîst jê daweşandin 1. pêsîr jê daweşandin 2. xwe jê parastin pîst [II] çerm, eyar pîşat berwext -bi pîşatî bi pêşdemî pîşe 1. meslek 2. huner, sinaet pîşesaz 1. sinaetkar 2. meslekdar pîşesazî sinaetkarî pîşo 1. hevirheste 2. barût

  • “agir û pîşo li cem

hev nabin” pît [I] tîp, herf pît [II] çîk pît [III] jîr û serbixwe pît [IV] zibilî û çilmisî pît [V] adan, bereket pît [VI] pihêt pît [V] di benderan de singê ku werisê keştiyê pê ve girêdidin pîtol fîlozof pîtros lîstika çavgirtonekê pîv 1. qiyas 2. kêş 3. radeya kêşa tiştekî pîvan [I] 1. terazî 2. kêş 3. rayîş pîvan/dipîve/bipîve [II] 1. ji aliyên giranî, dirêjahî hwd ve qeys û miqdara tiştekî hildan 2. ceribandin

  • “aqil bi diravî

nayê pîvan” -pîvan û ro kirin dan ber hev û biryar dan pîvandin/dipîvîne/bipîvîne 1. ji aliyên giranî, dirêjahî hwd ve qeys û miqdara tiştekî dan hildan 2. dan ceribandin pîvek kod pîvok sosin, gangilok pîvaz cureyekî çêreya bêhnkirêt e lê tê xwarin

  • “merî pîvazê nexwin,

bîn ji devê wan nayê” pîvazok 1. pîvaza ter 2. serikê hin gulan pîzang moza guhdirêjan; kermêş pîzpîzik fîq, dûdik PK kurteya /piştî koçê/, piştî hicreta Cn. Pêxember eleyhiselamî pok pidû, pirî pol [I] 1. di dibistanan de 307 pol 308 pol her saleke perwerdehiyê; sinif 2. di dibistanan de her jûreke ku şakird tê de perwerdehiyê dibînin; fêrgeh pol [II] bizot pol [III] dendikên mêweyan pol [IV] pola pola hesinê avdayî yê pir xurt Polan Birca Satilê *“Polan hişk û sar, kadîn tar û mar” polandin/dipolîne/bipolîne tesnîf kirin, bi keys kirin polayî tiştê ji polayê *“ji nanê gênim re, zikê polayî divê” polik 1. bişkojk 2. diravê zîvîn û zêrîn 3. cureyekî sewzeyan e û pijandî tê xwarin polke cureyekî sewziyan e û libên wan bi qasî nokan e ponijîn/diponije/biponije 1. kûr û têr ramîn; fikirîn 2. bêdeng man

  • “her kes, ji bo karê xwe

diponije” por pirça bi sêrî ve hêşîn dibe, gijik *“destê bi don pêşiyê di porê xwe bide” -por li ber tavê spî kirin temenekî dirêj di nezaniyê de bihurandin porçe 1. porê çêkirî; zirpor 2. alaveke ku bi sêrî ve porikekî sext heye û pê diran tên paqijkirin 3. hemû alavên maliştinê yên ku ji destikekî û serikekî biporik pêk tên porik 1. porê ziravik û kurt 2. qumaşê ku bi rûyê wî ve rîşiyine hûrik hene 3. rîşî porşikên nexweşiya pordaweşînê porg kîsik porişk 1. kesê ku rişk ketine serê wî 2. keç porpare bi qasî mûyekî zirav porteqal cureyekî mêweyan e porxan kincên ji postên giranbiha posat amûrên pêwist posîde kesê bêgêwil posîde bûn bêgêwil bûn posîde kirin bêgêwil kirin post 1. çêrm 2. çermê gurandî

  • “dostê min, dijminê

postê min” -ji post kirin gurandin postal sapokên çermîn poste ferman an jî nameya ku li ser çêrman hatiye nivîsandin posteger kesê ku fermanên dûgelê û nameyên hemwelatiyan digihînin cihên têkildar; pîlik postexane saziya ku ferman û nameyan digihîne cihên têkildar -post kirin gurandin -post tijî pere kirin ji qîmetê zêdetir lê dirav mezaxtin postnişîn şêxê terîqetê, serekê sofiyan poş lêxistina bi qiloçan; tel poşe 1. (simbêl) palik, stûr 2. jina şerkar poşî şaşika mêranî; egal poşîn/dipoşe/bipoşe 1. pûşî giredan 2. xêlî kirin poşman 1. berxweketî 2. vegeriyayî 3. towbekar

  • “aşvan, tu car nabe

poşman” poşman bûn 1. li ber xwe ketin 2. vegerîn 3. towbe kirin poşmanî 1. berxweketin 2. vegerîn 3. towbekarî

  • “dara poşmaniyê, ber

nagire” pot [I] kinceke stûr a zivistanî ye û bi ser de tê lixwekirin pot [II] pût potik qerpal *"sal bi serma ye, potik bav û bira ye" potîn sola çêrmîn a ku nalçeya wê darîn e poto bejnbihust, xirdik poxîn cureyekî helewa ku ji ardî tê çêkirin poz 1. bêfil, kepû 2. nikil, nik -pozê xwe daliqandin mirûzê xwe tirş kirin, xwe pirçî kirin pozbilind 1. qure 2. kaw pozberî 1. reqabet 2. hilkeftin û dakeftin 3. keft û left pozheçî bêfildirêj, bêfilxortim pozmik devgema ku davêjin devê golik, berx û karan da ku nemêjin pozxane girtîgeh PŞ kurteya /piştî zayînê/; piştî mîlada Cn. Îsa eleyhiselamî pun/pung koxikê mirîşk, qaz û hwd puwaz bûjena ku pê cerxa dirên tijî dikin puxte 1. esl û unsurê esasî 2. gewher 3. naverok pûç 1. xerab 2. netêw 3. genî û afnikî -pûçên hev dan der pêşkarî hev bûn û bîsên hev eşkere kirin pûç bûn 1. xera bûn 2. betal bûn 3. genijîn pûç kirin 1. xera kirin 2. netêw hesibandin, betal kirin 3. genijandin -pûç derxistin 1. berevajî 309 pûç 310 pûg kirin 2. nerastiya tiştekî nîşan dan; derewandin pûg 1. berfa nû 2. firtoneka berfê pûjan pûng pûl pîl pûnik êwirgeha sewalên bibask ên malê yên mînanî dîk, mirîşk û werdekan pûng cureyekî çêreya ku tê xwarin *“mar ji pûngê aciz bû, pûng jî çû û ber devê qula mêr hêşîn bû” pûngal 1. pûnik 2. hêlîn

  • “hêka genî, di pûngalê

de dimîne” pûr kirin qalik spî kirin, qeşartin pûrt 1. pirç 2. pirça çivîkan pûrtik 1. pirça firindeyan 2. gulikên daran pûş 1. qurcûm 2. qirş û qesel 3. giyayê bêkêr -pûş kutan keda yekî bi ro de çûn -pûş şîşî qûnê kirin bi zorê karek bi teral an jî newêrekekî dan kirin pûşil edeb, terbiye, heya pûşî [I] 1. şara seriyan 2. kefiya stûyî pûşî [II] pêşî, spêle Pûşper meha şeşan a zayînî, Hezîran pût tiştê ku ji bilî Xwedê jê re tê perestin pûte baldarî -pûte pê dan 1. giringî pê dan, bal dan 2. lê miqate bûn pûtparêz kesê ku ji pûtan re perestişê dike