Wîkîferheng:demirhan-j


j/J tîpa sêzdehemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke pêşezmandevî ye, di belavbûna wê de ziman li ser diranan dişide, fîzek û nerm e jahr jehr jaj cureyekî çêreya ku di çêjdana penîrî de tê bikaranîn jajerûn cureyekî xwarina ku ji jajî û rûn tê çêkirin jajî toraq û penîrê ku jajî kirine tev jakaw 1. wehşî 2. hov 3. kovî jale 1. kulîlka ziqûmê 2. xunav jan 1. êş 2. tajan *"jana hemû tiliyan yek e" -jana zirav cureyekî nexweşiyê ye û hêdî hêdî bi kuxika xwînî dikuje -jan dan 1. êşîn 2. tajan dan -jan girtin 1. êşê lê girtin 2. tajan pê ketin janbir dermanê êşbir jandar 1. biêş 2. tajandayî janîn/dijane/bijane ajinîn jano 1. nexweş 2. seqet jar 1. sefîl 2. bêkes 3. lawaz jarav bijûn jarav bûn 1. bijûn bûn 2. paqij bûn jarav kirin 1. bijûn kirin 2. aman ji aravê derxistin û aveke paqij bi ser de kirin jar bûn 1. sefîl bûn 2. bêkes bûn 3. lawaz bûn jarîn/dijare/bijare 1. nalîn 2. zûrîn 3. girîn jar kirin hejar kirin jarxane jûra pêşalîkariya tenduristî jehr 1. bûjena ku sedemkarê nexweşiyê ye 2. bûjena ku sedemkarê mirinê ye *"jehra maran, ji maran naçe" jehrav av û jehra ku têkilî hev bûye jehrdar jehrîn jehremar jehra maran jehrîn 1. bûjena ku jehr tê geriyaye 2. bûjena ku J 187 tê de jehr heye jehr kirin 1. jehr lê dan xwarin 2. jehr tevî xwarina û vexwarina yekî kirin 3. lê herimandin 4. di ber de kirin ziqûm jek xilindor jem 1. danê xwarinê 2. dem, zeman jenan pîşekarê ku bi lehîmê hesinên şikestî dicebirîne jenandin/dijenîne/bijenîne 1. (dîwar) dan lê kirin 2. dan şeh kirin 3. (hilm) dan hildan û berdan 4. çirûsandin 5. dan zingezing kirin 6. dan lehîmkirin 7. (alavên mûsîqayî) dan lêxistin jeng bûjeneke qehweyî ya ku ji ber şilbûnê li ser rûyê hesinan peyda dibe; zeng jengar zengar, zengirtî jeng girtin li ser hêsin tebeqeyeke zengê çêbûn jenîn/dijene/bijene 1. (dîwar) lê kirin 2. şeh kirin 3. (hilm) hildan û berdan 4. çirûsîn 5. zingezing kirin 6. lehîm kirin 7. (alavên mûsîqayî) lê xistin 8. (hestî) ajinîn jê ji wî/ji wê -jê pê ve ji niha şundetir jêbir alava ku nivîsê winda dike jê birin 1. xêzên nivîsandî winda kirin 2. di qimarê de qurût kirin jê birîn 1. ji heqdesta wî birîn 2. tûşî karesatekê hatin -Xwedê jê biriye Xwedê bobelatek aniye serê wî jêder 1. cihê ku mijar jê hatiye hilçinandin; makder, çavkanî 2. avzêm jêderk 1. çavkaniya avê 2. makdera agahiyan jê gerîn 1. dest jê vekişandin 2. serbest berdan jêgir îqtibas jê girtin 1. ji destê wî hildan 2. îqtibas kirin jê hatin 1. pêk anîn 2. bi dest xistin *"bila jê bihata, bila pêşî serê min bişkanda" jêhatinî qabiliyet jêhatî 1. jîr 2. egîd *"kebaniya jêhatî, bila nîvê qeliyê jî bixwe" jê kirin 1. qut kirin 2. birîn 3. hilkirin *"li kerê mirî digere ku nalan jê bike" jêla ji aliyê jêrîn ve jêma 1. berma 2. mîrate jêmayî 1. bermayî 2. serata jêr 1. bin, bintar 2. qûntar 3. (di erdnîgariyê de) aliyê başûr jêr -li jêr 1. li bin, li bintarê 2. li qûntarê 3. li başûrî jêrîn cihê li bin, aliyê li bintarê jêrla jêla jêrnivîs nivîsa ku li bin tê xuyakirin; têbinî jêrxanî 1. binanî 2. binesazî jêza 1. maka nifşê 2. makder ji daçeke e û wateya maweyeke diyar dide peyvê -ji ber di ber xwe de -ji ber ku bi sedema ku -ji berê de hê zû de -ji ber xwe xwe bi xwe -ji ber xwe de gotin derewa bêpere kirin -ji ber yekî ve li şûna yekî *"ciranê çê ji ber Xwedê ve digihêje hawariyê" -ji bilî ji xeyrî *"barê ketiyan kes ranake, ji bilî Xwedê" -ji dest hev revandin ji aliyê her kesî ve hatin xwestin -ji dêl ve 1. dewsa ku 2. beramberî -ji mêj ve 1. di berê de 2. hê di zû de -ji nişkê ve bêyî sedemeke diyar û di wê gavê de -ji nû ve bi careke din -ji rikanî yekî ji bo hêrsa yekî bîne -ji rêzê asayî -ji sedî 1. ji hejmara sedî pareke diyar 2. rêjeya sedekê; (%) -ji xeynî/xeyrî tiştê navborî ne tê de ji ber çûn 1. (bi zarokeke mirî) berwext welidîn 2. (bi têjikeke mirî) berwext zayîn ji ber kirin di ber xwe de xwendin û gotin ji bestan gotin di ber xwe de gotegot kirin ji bîr kirin 1. ji balê avêtin 2. dest jê vekişandin

  • "her çiqas bibî

mîr, xwe meke ji bîr" jih [I] têla saza musîqayî jih [II] 1. rûdiyê zirav 2. bendê ku ji rûdiya zirav tê bidestxistin jiha ziya, ejdeha ji hev zayîn li hev zêde bûn jij (di zimanê zarokan de) goşt jikarketî karnişîn jimar 1. hejmarên ji yekî heta nehan 2. reqem jimare 1. reqem 2. hejmar -jimareya cot reqemên wek: 2, 4, 6, 8, 10... -jimareya sereke reqemên ji 1’ê hetanî 9’an -jimareya şkestî reqema ku tê de piştî reqema 188 jêrîn 189 tam yeke şkestî jî heye wek: 1.3, 3.05, 54. 33... -jimareya tam hemû reqemên ku li pey reqema sereke reqemeke şikestî nayê -jimareya tek reqemên wek 1, 3, 5, 7, 9... jimarnasî zanistên pisporiya wan têkildarî hesaban û jimartinê ye jin 1. mirova mê 2. hevsera mirovî *"axa jin û mêrî ne ji hev be, tev nagere" jinane 1. wekî mirova mê 2. her tiştê têkildarî jinê jinap jina mamê mirovî; amojin jinbav hewiya diya yekî jinbira jina birayê mirovî jinebî 1. jina ku mêrê wê miriye 2. jina berdayî

  • "jinebî dibêjin: ‘ez dizanim’
qîz dibêjin
‘tu

dizanî’ " jinik jin jinkok jina bêkêr a ku tenê navê wê jin e *"hin jin in û hin jinkok in" jintî [I] pîrektî jintî [I] jina birayê mêrê bûkê *"jintî bi hev re baş bin, bira dê neşaş bin" jinxal jina xalê mirovî; xalojin jixwe hema wisa jixweber [I] sirûştî, xwezayî jixweber [II] (ji bo karekî bihurî) nepêwist -tu jixweberê hatî pêdivî bi hatina te tunebû jiyan rewşa ruhberiyê a ku bi mirinê diqede; heyat -jiyana rojane jîna/heyata her rojê jiyar 1. heyata rojane 2. awayê domandina heyatê 3. şaristanî jiyarî şareza jiyîn/dijî/bijî 1. nemirin û heyata xwe berdewam kirin 2. ber xwe dan jî [I] daçekek e û wateyê xurt dike mînak: ez jî hatim jî [II] umir, temen jî [III] qews, kevan jîjo jûjî jîkele 1. nipnû 2. ter û taze jîn jiyan, heyat *"jin kaniya jînê ye" jîndar 1. candar, giyanewer 2. nemirî jînenîgarî serpêhatiya kesekî ya di jiyanê de jîngeh cihê ku jiyana giyaneweran lê didome

  • “viran, ji tu kesî re

jîngeh ava nekiriye” jîngehnasî zanistên ku pisporiya wan tendujîngehnasî 190 ristiya der û dorê ye jînşê 1. kesê ku dikare bijî 2. kesê ku dikare xwe ragire û nemire 3. berxwedêr jîr 1. biaqil 2. hişmend 3. jêhatî 4. zîrek jîrane wekî/sezayî jîran jîrî 1. biaqilî 2. hişmendî 3. jêhatîtî 4. zîrektî jîrek jîr jîrektî jîrî jîvan heyz jîy di lêş de rehên stûr jor 1. fêz 2. bilind *"çûçik çûçik e, gava avê vedixwe, jorî xwe li Xwedê dinêre" -li jorê li fêzê jorîn li fêzê jovan poşman jovan bûn poşman bûn jovanî poşmanî jûjî cureyekî sewalên pîjpîjî ye *"jûjî lepê xwe li çêlikên xwe dide û dibêje: 'periyên wan çi nermik in' " jûn tenduristî jûnî 1. çong 2. hestiyê serçongê jûr ode