Wîkîferheng:demirhan-ee


ê/Ê tîpa heftemîn a alfabeya kurdî ye; dengdêreke dirêj e, cîderka wê pêşderkî ye, di belavbûna wê de dev nîvgirtî ye û asta belavbûna wê navincî ye ê [I] erê -ê [II] tewanga nêrtiyê ye

  • "rizqê gur be, xema

şivên bêhûde ye” -ê [III] nîşaneya cînavka ku di dawiya lêkerê de tê bikaranîn wekî: ez diçimê , min dayê -ê [IV] ravekerê nenas ê nêrzatiyê *"ez hê he me, ê te me" ê din ne ev/ew êdî ji vir şun de, ji vê qasê wêdetir êgin 1. jêhatî 2. xwedanferaset êgin bûn 1. jêhatî bûn 2. xwedanferaset bûn êk 1. hev 2. yek ê ku 1. kesê ku 2. tiştê ku

  • "gur e ê ku lê dixe, qijik

e a ku dixwe" êk û du hev û du êl eşîr, hoz, qebîle *"êla bê serwerî, wekî bedena bê serî" êlbat cureyekî çivîkan e êldar kesê ku xwediyê qebîleyekê ye, hozdar êlinc hestiyên milî êlincî rewşa tevilheviya asikê ya berî vereşanê -êlincî hat yekî dike ku vereşe, qilqalê wî tev rabû êm alif -ên vetetandeka binavkirî ya ji bo pirjimariyê êngar şevereşa hera tîr êrçal şûm, nehs êrçalîtî şûmî, nehsî êreqan nexweşiya zerikê êreqe cotê ku sewalan davêjinê û wisa cot dikin êrîş 1. bi riya ragihandinê daberizîn yekî an jî aliyekî; destdirêjî 2. ji bo dagirkirin an jî rizgarkirinê bi ser yekî/aliyekî de girtin *"êrîşa gur, pêz ditirsîne" -êrîşên hovane hucûm an jî berhucûmên wehşî êrîşkar kes ê ku destdirêÊ 115 jiyê dike êrîş kirin destdirêjî kirin êrîş meşandin hucûm li dar xistin êsta a niha, îcar êstir hêstir êş 1. azar û şkênc 2. keder û renc 3. zecr û ezab

  • "êşa tiliyê, ya hemû

laşî ye" -êşa giran ta -êşa reş şêrpence -êş û ûş derd û kul -êşa zirav cureyekî êşên kuxikê ye; jana zirav êşandin/diêşîne/biêşîne 1. azar lê kirin 2. rencîde kirin *"bar min naêşîne, binbar min diêşîne" êşbir dermanê êşkuj êşiyayî 1. azardîtî 2. qehirî 3. rencîdebûyî *"diranê êşiyayî, dê rojekê were kişandin" êşîn/diêşe/biêşe 1. jê azar dîtin 2. zecirîn 3. qehirîn *"xwelî li wî seriyî ku heft serî jê neêşin" êşnasî teşxîs, diyarkirina cureyê nexweşiyê êstper kulîlkek e êtir [I] 1. ji bilî vê 2. êdî 3. di dawiyê de êtir [II] 1. sebr 2. aramî 3. tebatî êtir kirin 1. sebr kirin 2. tebitîn êtixî eyba mezin, belaya bêpere *"êtixiyên kirî, tên pêşiyê" êtûn cihê ku hesin tê de tê bihujandin; kûreya hesingeran, hêtûn êvar danê şevê *"adarê, berf giha guliyê darê, nema danê êvarê" -êvarbaş şevbaş êve xem nake -êve ku hat xem nake ku bê êvelî olintî, taytore êvişandin/diêvişîne/biêvişîne 1. bexişandin 2. canazarî kirin *"xelq dewê xwe ê tirş ji meriyan naêvişîne" êvişandî bexişandî*"derba êvişandî, ne ya xwediyan e" êvitîn/diêvite/biêvite (ji ber lêdan, kulbûn û birîndarbûnekê) perçifîn êvnî 1. laşê bihêz û bijûn 2. mirovê lêkdayî êvnîk pihêt êvnûte êvnî êwiran avakirina baregehê li cihekî bikêrhatî êwirandin/diêwirîne/ biêwirîne 1. sitirandin 2. hewandin êwirîn/diêwire/biêwire 1. sitirîn 2. hewîn êwran debara malê; abor êwran 116 êxre êxre dirûna devê telîs û têran êz 1. zîl, bişku 2. ajeroya daran êzimk falinca zarokan êzing 1. darê şewateyê yên hişk 2. kesê serhişk

  • "êzing, nabe text"

êzingdank cihê ku darên şewateyê datîninê êzingvan kesê ku darên şewateyê dibire an jî difiroşe