Mamikên kurdî (li hinek herêman dibêjin tiştonek) di şevên tarî yên bergovikan de pêxwarina şevan bû…
Mamik, gotinên li hevkirî ne û wek qalibekê tê pirsîn…
Yên ko ji wan qaliban re dibêjin mamik wek « Mamikê min ê mamanî… çi ye? » dipirsin.
Yên ko ji wan qaliban re dibêjin tiştonek dibêjin « Tişteka min heye… çi ye? »
Ji bo ko şirîniya zimanê me li ber çavên we rayêxim ez dê hinek mamikên ko min ji Gundikê Melî berhev kirine binivîsînim. Ji bilî mamikan min hinek tiştên dî jî kom kirine û paşê ez dê wan bigihînim ber destê we xwendevanên delal

Çend mamikên ji Gundikê Melî biguhêre

  • 1. Mamkê min ê mamanî
Qesra spî bê derî. Çî ye? (bersiv)
  • 2. Mamkê min ê mamanî
Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye? (bersiv)
  • 3. Mamkê min ê mamanî
Pirtika karê li ser guhê darê. Çî ye? (bersiv)
  • 4. Mamkê min ê mamanî
Sindirûka li ser sindirûkê mifte ya li destê bûkê. Çî ye? (bersiv)
  • 5. Mamkê min ê mamanî
Sergelgele bingelgele çavzîq û simbêlbel e. Çî ye? (bersiv)
  • 5. Mamkê min ê mamanî
Hilindo milindo kurek ji babê bilindo. Çî ye? (bersiv)
  • 6. Mamkê min ê mamanî
Tişta tiştanî di nêv mîzera siltanî ji bilî Xwedê kes nizanî. Çî ye? (bersiv)
  • 7. Mamkê min ê mamanî
Ji hire heta Mûsil hemî morîyên sinsil. Çî ye? (bersiv)
  • 8. Mamkê min ê mamanî
Ji hire heta Bexda kulav rada. Çî ye? (bersiv)
  • 9. Mamkê min ê mamanî
Serhilû ye ne mar e, grêkodel e ne dar e, giya dixwe ne dewar e. Çî ye? (bersiv)
  • 10. Mamkê min ê mamanî
Şil bike, rep bike, tê re bike. Çî ye? (bersiv)
  • 11. Mamkê min ê mamanî
Vî milî teht e wî milî teht e nêvê de şil û şeht e. Çî ye? (bersiv)
  • 12. Mamkê min ê mamanî
Mezela şuştî û miştî du feqên çavreş tê de rûniştî. Çî ye? (bersiv)
  • 13. Mamkê min ê mamanî
Tu girê didî diçe, tu berdidî disekine. Çî ye? (bersiv)
  • 14. Mamkê min ê mamanî
Reş e reş e wek qîr, kutilka çêdike wek mala mîr. Çî ye? (bersiv)
  • 15. Mamkê min ê mamanî
Reş e reş e wek qîr difire wek tîr. Çî ye? (bersiv)
  • 16. Mamkê min ê mamanî
Zerik goştînî, girar qîrînî, hesko darînî. Çî ye? (bersiv)
  • 17. Mamkê min ê mamanî
Bazina xezalê gêr bû newalê. Çî ye? (bersiv)
  • 18. Mamkê min ê mamanî
Ez ji tehtê de diavêjim naşikê ez diavêjim kulekukê de dişikê. Çî ye? (bersiv)
  • 19. Mamkê min ê mamanî
Keçika dukezî serbanan ve bezî. Çî ye? (bersiv)· ·
  • 20. Mamkê min ê mamanî
Yekê got ayy! milê mino. yekê got:: ayy! pişta mino. yekê got xwezka min û canê mino. Çî ye? (bersiv)
  • 21. Mamkê min ê mamanî
Ji şikêrê ye ji têrê ye ji rêrê ye. Çî ye? (bersiv)
  • 22. Mamkê min ê mamanî
Komkirî barê gakê vekirî weke çîyakê. Çî ye? (bersiv)
  • 23. Mamkê min ê mamanî,
Mamê bi lingikê diçe şerê gundikê. Çî ye? (bersiv)
  • 24. Mamkê min ê mamanî,
Ser text e, bin text e, di nêvê de pîrek bê bext e. Çî ye? (bersiv)
  • 25. Mamkê min ê mamanî
Ker zirî kuşpil firî. Çî ye? (bersiv)
  • 26. Mamkê min ê mamanî
Hespê boz kir toz. Çî ye? (bersiv)·
  • 27. Mamkê min ê mamanî
Çil çîk in, çil berçîk in çil ode ne çil kilîle ne. Çî ye? (bersiv)
  • 28. Mamkê min ê mamanî
Sînîya savarê ya li ser guhê darê. Çî ye? (bersiv)
  • 29. Mamkê min ê mamanî
Şikefta tarî tejî tê de mirarî. Çî ye? (bersiv)
  • 30. Mamkê min ê mamanî
Ez çûm şikeftekê min darek rast nedît ez bigirim bi destê xwe. Çî ye? (bersiv)
  • 31. Mamkê min ê mamanî
Çêlekoka zerik ji xwe re di gere. Çî ye? (bersiv)
  • 32. Mamkê min ê mamanî
Sermişar e, pêxepar e, heçî nezane dewar e. Çî ye? (bersiv)

Bersivên Mamikan biguhêre

Çavkanî biguhêre