Pêvek:Lêker (rehê dema niha)

Binêre jî: Pêvek:Rastnivîsî/Lêker/Dema niha

Tewandina lêkerên kurdî: dema niha biguhêre

Rehê dema niha" (îngilîzî: present stem) ew beşa lêkerê ye ku dema niha jê tê çêkirin. Mirov dikare lêkerên kurdî li gor çêbûna rehê wan yê dema niha li ser 11 koman parve bike ku 10 jê birêbaz in û ya 11em jî lêkerên awarte/istisna ne. Em ê yek bi yek van koman bidin nasîn.

Koma 1 biguhêre

Ji bilî çend lêkerên taybet* hemû lêkerên bi herfên "-în" û "-an" bi dawî tên, dikevin vê komê. Di dema niha û ya bê de (present tense and future tense) "-an, -în, -ûn" jê dikevin û paşpirtikên kesî û pêşpirtikên demkî yan yên neyînî lê zêde dibin. Nimûne:

  • bezîn > -bez- > di-bez-im/na-bez-im, di-bez-î/na-bez-î, di-bez-e/na-bez-e, di-bez-in/na-bez-in
  • pîvan > -pîv- > di-pîv-im/na-pîv-im, di-pîv-î/na-pîv-î, di-pîv-e/na-pîv-e, di-pîv-in/na-pîv-in.

Bo nimûne ev lêker ne li gor vî rêbazê ne: "anîn, gan, girîn, jîn, man/mayîn, nan/niyan, şiyan û zan/zayîn".

Koma 2 biguhêre

Ji bilî "bûn" û "çûn"ê*, hemû hemû lêkerên bi "-ûn" yan "-ûtin" bi dawî tên, di vê komê de cih digirin. Bo nimûne: cûn/cûtin, dirûn/dirûtin, gurûn, sûn/hesûn/sûtin. Di rehê dema niha de "-n" (yan jî eger "-tin" hebe "-tin") jê dikeve

  • cûn/cûtin > -cû- > ez di-cû-m / na-cû-m, tu di-cû(-yî) / na-cû(-yî), ew di-cû / na-cû, em/hûn/ew di-cû-n / na-cû-n
  • dirûtin > -dirû- > ez di-dirû-m/na-dirû-m, tu di-dirû/na-dirû, ew di-dirû/na-dirû, em/hûn/ew di-dirû-n/ na-dirû-n
  • sûn/sûtin > -sû- > ez di-sû-m / na-sû-m, tu di-sû- / na-sû, ew di-sû / na-sû, em/hûn/ew di-sû-n/ na-sû-n

Du lêkerên awarte ji vê komê "bûn/bûyîn" û "çûn/çûyîn" in ku di dema niha de rehê wan "-b-" û "-ç-" ye. Berevajî lêkerên vê komê, ew herdu negerguhêz in.

  • bûn > -b- > ez di-b-im / na-b-im
  • çûn > -ç- > di-ç-im/na- ç-im

Koma 3 biguhêre

Koma sêyem ji wan lêkeran pêk tê ku bi "-andin" yan "-endin"* bi dawî tên. Ew "-andin/-endin" jê dikeve û "-în-" lê zêde dibe (di hin devokan de û bi soranî "-ên-"):

  • kelandin > -kel-în- > di-kelîn-im/na-kel-în-im, di-kelîn-î/na-kelîn-î, di-kelîn-e/na-kelîn-e, di-kelîn-in/na-kelîn-in
  • xwendin > -xw-în- > di-xwîn-im/na-xwîn-im, di-xwîn-î/na-xwîn-î, di-xwîn-e/na-xwîn-e, di-xwîn-in/na-xwîn-in.

Tenê "stendin" û "xwendin" bi "-endin" bi dawî tên. Eslen ew jî "standin" û "xwandin" in. Rehê lêkera "şkandin" bi gelemperî "-şkên-" e lê "-şkîn-“ jî heye.

Koma 4 biguhêre

Koma çarem ji wan lêkeran pêk tê ku li dawiya wan "a" + herfeke bêdeng + "-tin" heye: "bij-a-r-tin, ax-a-f-tin, par-a-s-tin, bir-a-ş-tin". Di rehê dema niha de "-tin" jê dikeve û "a" dibe "ê":

  • bij-a-r-tin > -bij-ê-r- > di-bijêr-im/na-bijêr-im, di-bijêr-î/na-bijêr-î, di-bijêr-e/na-bijêr-e, di-bijêr-in/na-bijêr-in

Eger herfa bêdeng ya di navbera "a" û "tin" de "f" be, ew dibe "-v-":

  • ax-a-f-tin > -ax-ê-v- > di-axêv-im/na-axêv-im

Eger herfa bêdeng ya di navbera "a" û "tin" de "s" be, ew dibe "-z-":

  • par-a-s-tin > -par-ê-z- > di-parêz-im/na-parêz-im

Eger herfa bêdeng ya di navbera "a" û "tin" de "ş" be, ew dibe "-j-":

  • bir-a-ş-tin > -bir-ê-j- > di-birêj-im/na-birêj-im

Agahî: "v", "j" û "z" di peyvên xwerû de di kurmancî de nayên berî "t" loma nivîsîna "axaftin, parastin, biraştin" wek "axavtin, paraztin, birajtin" şaş e tevî ku di rehê dema niha de "v, z, j" cihê "f, s, ş" digirin jî. Li cihê "-artin" ya kurmancî (hilbijartin, hinartin) di soranî de "-ardin" e (helbijardin, nardin).

Koma 5 biguhêre

Di koma pêncem de ew lêker cih digirin ku li dawiya wan "-tin" heye û li berî wê jî herfeke bêdeng heye lê berî wê herfê "a" nîne. Di dema niha de "-tin" dikeve:

  • girtin > -gir- > ez di-girim / na-gir-im, tu di-gir-î / na-gir-î, ew di-gir-e / na-gir-e, em/hûn/ew di-gir-in

Eger herfa bêdeng ya berî "tin"ê "f" be, ew dibe "-v-":

  • axi-f-tin > -axi-v- > di-axiv-im / na-axiv-im

Eger herfa bêdeng ya berî "tin"ê "s" be, ew dibe "-z-":

  • lî-s-tin > -lî-z- > di-lîz-im / na-lîz-im

Eger herfa bêdeng ya berî "tin"ê "ş" be, ew dibe "-j-":

  • ku-ş-tin > -ku-j- > di-kuj-im / na-kuj-im

Koma 6 biguhêre

Di vê komê de ew lêker cih digirin ku li dawiya wan "-rin" heye û berî wê jî herfeke bideng. Hem "-rin" û hem jî ew herfa bi deng di dema niha de dikeve:

  • b-irin > -b- > di-b-im / na-b-im, di-b-î / na-b-î, di-b-e / na-b-e, di-b-in / na-b-in
  • k-irin > -k- > di-k-im / na-k-im, di-k-î / na-k-î, di-k-e / na-k-e, di-k-in / na-k-in
  • xw-arin > -xw- > di-xw-im / na-xw-im, di-xw-î / na-xw-î, di-xw-e / na-xw-e, di-xw-in / na-xw-in

"Mirin" awarte ye û ji ber ku, berevajî lêkerên din yên vê komê, ew ne gerguhêz e. Rehê wê "-mir-" e. Di hin devokan de rehê "kirin"ê "-ke-" û yê "birin"ê jî "-be-" ye: di-ke-m / na-ke-m, di-be-m / na-be-m.

Koma 7 biguhêre

Ev kom ji wan lêkeran pêk tê kul i dawiya wan "-êtin" (yan "-êhtin") heye. Di rehê dema niha de ew dibe "-êj-"

  • av-êtin > -avêj-
  • b-êtin > -bêj- (li bêjingê kirin)
  • m-êtin > mêj
  • r-êtin > -rêj-

Koma 8 biguhêre

Ev kom ji wan lêkeran pêk tê ku bi "-otin" bi dawî tên. Ew dibe "-oş-"

  • fir-otin > -firoş-
  • d-otin > -doş-
  • s-otin > -soj-

Ji vê awarte: gotin > -bêj- (rehê eslî yê "-bêj-" peyva "bêtin" bû)

Koma 9 biguhêre

Ev kom ji wan lêkeran pêk tê ku yekkîteyî ne û bi herfeke bêdeng dest pê dikin û bi "-an" bi dawî tên. "-an" di dema niha de dibe "-ê-":

  • g-an > -g-ê- > di-gê-m / na-g-ê-m
  • k-an > -k-ê- > di-kê-m / na-kê-m
  • p-an > -p-ê- > di-pê-m / na-pê-m
  • z-an > -z-ê > di-zê-m / na-zê-m

"Dan" (-d-) û "man" (-mîn-) ji vê komê awarte ne.

Koma 10 biguhêre

Ev kom ji wan lêkeran pêk tê ku bi "-istin" yan "-iştin" bi dawî tên. Di dema niha de "-istin / -iştin" dikeve:

  • x-istin > -x- > di-x-im / na-x-im, di-x-î / na-x-î, di-x-e / na-x-e, di-x-in / na-x-in
  • êx-istin > -êx- > di-êx-im / na-êx-im
  • nivistin > -niv- > di-niv-im / na-niv-im, di-niv-î / na-niv-î
  • maliştin > -mal- > di-mal-im / na-mal-im, di-mal-î / na-mal-î
  • rû/niştin > rû/-n- > rû-di-n-im / rû-na-n-im, rû-di-n-î / rû-na-n-î

Koma 11 biguhêre

Lêkerên vê komê awarte ne anku ne li gor rêç û rêbazeke diyar ditewin. Gelek ji wan lêkeran du yan zêdetir formên rader hene ku yek yan hin ji wan li gor rêbaza komeke ji 1 – 10 ditewin. Ew formên ne-awarte di kevanan de hatine diyarkirin û hejmara koma wan li ber wan hatiye nivîsîn. Nîşana * dide diyarkirin ku ew forma hema-hema qet di kurmancî de nayê bikaranîn lê dîsa jî pirr kêm heye.

  • anîn (înan 1) > -în- > t-în-im > na-în-im
  • dîtin (*bînan 1) > -bîn- > di-bîn-im / na-bîn-im
  • girîn (giriyan 1) > -girî- > di-girî-m / na-girî-m
  • gotin (*bêtin 7) > -bêj- > di-bêj-im / na-bêj-im
  • hatin > -ê- > t-ê-m / na-y-ê-m
  • hiştin (hêlan 1) > -hêl- > di-hêl-im
  • jîn (jiyan 1) > -jî- > di-jî-m / na-jî-m
  • ketin (keftin 5) > -kev- > di-kev-im
  • man (*mandin 3) > -mîn- > di-mîn-im / na-mîn-im
  • mirin (*mirîn 1) > -mir- > di-mir-im / na-mir-im
  • patin / pehtin / pahtin (pêjan 1) > -pêj- > di-pêj-im / na-pêj-im
  • ristin (rêsan 1) > -rês- > di-rês-im / na-rês-im
  • şiyan > -şê- > di-şê-m / na-şêm yan ne-şê-m
  • şkestin (şkan 9, şkiyan) > -şkê- > di-şkê-m / naşkê-m
  • şûştin > -şo- > dişo-m / naşo-m
  • xwestin (forma resen “xwastin" 5) -xwaz- > di-xwaz-im / na-xwaz-im