Pêvek:Ferhengoka dengan
- Binere herwiha lîsteya hemû ferheng û ferhengokên me
- Axeaxa kalê ye
- Barebara berxan e
- Borebora kurik e
- Çelpeçelpa masiyan e
- Çipeçipa dilopan e
- Çirkeçirka derî ye
- Çîveçîva çivîkan e
- Ewteewta kûçik e
- Fîqefîqa ciwanan e
- Firefira dewaran e
- Fişefişa bêfilê ye
- Fîtefîta kurik e
- Fîzefîza bê ye
- Gimegima mêşan e
- Gumeguma topan e
- Girmegirma daholê ye
- Gupegupa êgir e
- Guregura balafiran e
- Gurpegurpa dile te ye
- Guşeguşa avê ye
- Hîrehîra hespê ye
- Kalekala pêz e
- Kazekaza sê (kûçik) ye
- Kurkekurka mirîşkê ye
- Mikemika berxikan e
- Muremura camêşan e.
- Nalenala nexaş e
- Niçêniça mêrik e
- Nûzenûza wî ye
- Oreora dewêr e
- Pitepita jina ye
- Pirqepirqe dikene
- Pistepista keçan e
- Qajeqaja qijikan e
- Qareqara mêrik e
- Qebqeba kewan e
- Qideqida mirîşkê ye
- Qîqeqîqa dîkan e
- Qîrçeqîrça diranan e
- Qîreqîra şivan e
- Qurequra doranan e
- Reperepa eskera ye
- Reqereqa beqan e
- Şireşira mîzê ye
- Şîrqeşîrqa brûskan e
- Terpeterpa dergeh e
- Terqeterqa fîşekan e
- Tiketika saetê ye
- Tîrqetîrqa wê ye
- Xumexuma baranê ye
- Xurexura aş e
- Xweşexweşa mar e
- Vinevina bê ye
- Virevira keviran e
- Vizeviza mixikan e
- Wîçewîça bilbilan e
- Zarezara dayikê ye
- Zingezinga hêsin e
- Zirezira keran e
- Zûrezûra gur(g)an e
- waqewaqa têjikan e
- hirehira mehînan e
- şirpeşirpa devê wî ye
- fîzefîza bagerê ye
- tep û rep a lingan e
- kirekira didanan (diranan) e
- hewhewa (hepîna) seyan e
- weqeweqa beqan e
- girregirra destar e
- hişehişa ba ye
- gurmegurma topan e
- xirçexirça dokmê çekan e
- xîsêna xenceran e
- kutekuta savarkutanê ye
- fitefita cigarekêşanê ye
- qurrequrra zikê birsî (birçî) ye
- firrefirra vexwarinê ye
- givegiva ba ye
- hişehişa robar e
- gujeguja avê ye
- finefina girînê an jî persîvê ye
- qirçeqirça sotina pûş e
- minemina jinê ye
- pitepita fanosê ye
- ginegina kesê ku bi difinê (poz) dipeiyive
- zirrezirra kera n û çirreçirra çanegayan e
- Fîrrfîrra berazan e
- Qutquta mirîşkan
- Teqreqa firaqan
- Leqleqa jinikan
- uftekufta ji ber orgazmê
- helkahelka (helkîna) kedkaran
Bi her alî dengê qaz û qulind û reşolekan, nalîna serkesk û şalûl û bilbilan, qebeqeba kewan û gimegima kotiran, qûtîna qertel û nalîna dalaşan tê... Li bersîngê esmanê şîne bê binî da sîh û qaz û qulingan lev digerin û li nava gul û gîhayan da didanên û qolqolî dibin. — (Perwîz Cîhanî: Bilîcan, roman, rûpel 74-75, Weşanên Dozê, 2002, Stenbol.)