Gotûbêj:reşeşk

Şiroveya dawî: berî 2 salan ji aliyê Balyozxane ve di mijara Zayend de

Zayend biguhêre

Silav @Keyomerd, di mînakê de dibêje reşeşkê baranê yanî nêr e lê di rûpelê de dibêje mê ye. Kîjanî rast e? Balyozxane (gotûbêj) 22:12, 9 nîsan 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav @Balyozxane:, xwedê nizanim ji ber ku di rûpelê de mê bû min reşêşk jî kir mê. Min sê mînak dîtin lê di her sêyan de jî pirjimar bi kar hatîye.

li du sê ciyan kerrî kir ko kara xezalê bide ber reşêşkên tîran.

ne tavî û teyrok û reşêşkên tunde baranê bi wan dikarin û ne jî hêza bahoz û bakurofê dikare wana ji cî bileqîne.

îca avên belekiyan bînanî xûna birîndarên ko leşê wan bi reşêşkên gulle û bi derbên tîr û şûran kunkunî bûbin, li rehên erdê ra dikişin û li ser leşê wê ra dişûlikin.

Keyomerd (gotûbêj) 12:41, 10 nîsan 2022 (UTC)Bersiv bide

@Keyomerd Chyet di ferhenga xwe de dibêje forma rast reşêş e û reşêşk tenê guharto ye. Reşêşê jî wek mê nîşan daye. Balyozxane (gotûbêj) 21:15, 10 nîsan 2022 (UTC)Bersiv bide

Herwiha rişêşk jî, biçûkirina rişêş yan reşêş e, ya ku ji zimanê Erebî derbasî Kurdî bûye. Zayenda peyvê mê ye, û gerek e ku di mînakê de pirjimar hatibe. Silav û rêz Mezde (gotûbêj) 00:30, 11 nîsan 2022 (UTC)Bersiv bide

@Mezde spas. Balyozxane (gotûbêj) 01:22, 11 nîsan 2022 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "reşeşk".