Gotûbêj:nalbenda

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliye Şêr ve

Silav @Şêr:, spas bo zêdekirina van peyvan.

"Nalbenda" û peyvên din yên bi "-a/-ya" wek te jî nivîsiye "Rewşa îzafeyî ya mê ya yekjimar a binavkirî ya nalbend" e.

Lê fonksiyoneke wan ya din jî heye. Di zimanê devkî de ew herwiha "rewşa çemandî/tewandî ya pirhejmar ya nalbend" e.

Di zimanê nivîskî de: nalbendan Di zimanê devkî de: nalbenda

Bo nimûne: - Nalbendan karê xwe qedand (nivîskî) - Nalbenda karê xwe qedand (devkî)

Tu dikarî ji qenciya xwe formeke din jî ya navdêran li peyvên wiha zêde bikî û binivîsî

  1. (devkî) rewşa çemandî/tewandî ya pirhejmar ya nalbend, nalbendan

Yan jî tenê

  1. (devkî) nalbendan

Silavên birayane, --Ferhengvan (gotûbêj) 21:13, 10 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Silav biracan, piştî ku form bi dawî bûn, nêzîkî 9 hezar form mane. Ez ê wê jî lê bidim zêdekirin. Rast e ew jî heye, silavên dilê min ji bo birakê min --Şêr (gotûbêj) 21:14, 10 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide
Pişt re ji ber ku ez naxwazim bot karê xwe niha rawestîne bo ku pirsgirêk çênebin. :) --Şêr (gotûbêj) 21:16, 10 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide
Di kategoriyê de niha zêdeyî 125 hezar form hene. Ez dixwazim ev hejmar herî kêm bibe 400 hezar. Lê mixabin peyvên ferhenga me (her çiqas me rastkirin kirine jî) bi awayekî xelet an jî hemû formên peyvekê di kategoriyekê de ne. Analîzkirina wan û amadekirina wan dê hêsan bûya, ku hemû peyv ne tevlihev bûna. - :) --Şêr (gotûbêj) 21:21, 10 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide
Lê hêdî hêdî. :) --Şêr (gotûbêj) 21:21, 10 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "nalbenda".