Gotûbêj:hewde

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliye Ferhengvan ve

Silav hêja @Rojitan:, tu dikarî belgeyekê bo hebûna vê peyvê bidî? Kî wê bi kar tîne, di kîjan nivîsan de hatiye bikaranîn?

@Ferhengvan:, li kitêba rêzimanê kurdî nivîsayiya hisên felah pur zîlan hatîye gotin... ew kitêb li ûrmîyê hatîye belav kirin...(ریزمان ژ c تا هه فوک)Rojitan (gotûbêj) 07:33, 4 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Hêja @Rojitan:, eger tu bikarî wê kitêbê bar bikî (upload), gelek baş e. Lê, ezqurbanî, madem ku wî nivîsîbe "hefde" (هه‌فده‌) û "hefok" (hefok), te çima ew wek "hewde" û "hewok" li ser Wîkîferhengê zêde kirine? Silavên birayane --Ferhengvan (gotûbêj) 10:00, 4 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Hêja @Ferhengvan:, ezbenî ... min kîborda kurdî-erebî nebu... navê pirtukê ewe; رێزمان ژ هه ڤده تا هه ڤۆک . Rojitan (gotûbêj) 12:49, 4 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Ezheyran, hingê bi alfabeya latînî dibe "Rêzimana ji hevde ta hevok". Te peyvên "hewde" û "hewok" li Wîkîferhengê zêde kirine lê di navê wê kitêbê de jî peyvên "hewde, hewok" nînin, peyvên di wê de "hevde, hevok" in.

Peyva "hevok" her kes bi maneya "cumle, riste" bi kar tîne. Lê ez nizanim wî camêrî çima peyva "herf, tîp, pît" kiriye "hevde". Hevde = 17.

--Ferhengvan (gotûbêj) 21:14, 4 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "hewde".