Gotûbêj:elimîn

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliye Guherto ve

Ferhenga Kurdî Tirkî ya Zana Farqînî dibêje elimîn gerguhez e. Lê li vir "negerguhez" dinivise. Hevaleke xwe re min pirsî ew jî dibêje negerguhez e. Farqînî mînakeke wisa dide "dersa xwe bielime". Ji ber ku "dersa xwe" li vir bireser e ez jî bawer dikim divê elimîn bibe gerguhez. Em ê çi bikin? Ev peyama bêîmze ya Balyozxane (gotûbêjbeşdarî) ye.

@Bikarhêner, Ghybu, û Balyozxane: Ku çavkanî ji bo ya negerguhêz newin dîtin ez dibêjim em vê bikin gerguhêz. -- Guherto (gotûbêj) 19:21, 25 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Ji bo mînakên wisa min rûpela Daxwazên zelalkirinê vekir, ta min kengî nivîsiye û ji bîr kiriye. Naxwe, dev jê berde. Niha qasî ku dizanim ew peyv hem gerguhêz hem jî negerguhêz tê bikaranîn. Lê em çavkaniyên din binêrin û bi gelemperî çi dibêjin li gorî wan em bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 19:25, 25 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Xuya dike ku ev guhertina te ya herî pêşî ye :) -- Guherto (gotûbêj) 10:49, 26 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "elimîn".