Gilîdax
Serenav
biguhêreGilîdax nêr
Herwiha
biguhêreEtîmolojî
biguhêrePeyva gilîdaxê ji du peyvan der tê, ew peyv gir û dax in. Gir wateya çîyayê ye, dax jî ji peyva daxkirin ango sotandinê tê. Girêdax, ango girê ku dax bûye, hatiye sotandin. Ev peyv ji ber ku lavên volkanîk, lêpên agirê volkanîk şewitiye ji ber wê wek girê daxkirî hatiye binavkirin. Ev peyv li nav gelê herêmê da wek gilîdax jî xwe gûhertiye. Wek hin çavkaniyên çewt da tê îdiakirin eleqeya wê peyva dağ a bi tirkî re tune ye.
Her wiha tê wateya çiyayê volkanîk. Piraniya çiyayên volkanîk yên Kurdistanê wekî dax tên binavkirin. Bo nîmûne, Kurdax ("Çiyayê Kurdan/Kurdî" = Çiyayê Kurmênc), Qerejdax ("çiyayê qereçan", Li nêzîkî Amedê). Lê peyva "gilî-" di Gilîdax de ne ji "gilî=gazin" tê. Ew guherîna peyva "girî-" ye anku berê "Girîdax" bû. Lê li vir "girî" jî ne bi maneya "girîn, rondik barandin, hêsir barandin" e. Lê ew kurtkirina "Agirîdax" e anku "Çiyayê Agirî".