Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî bîjî bîjî bîjî
Îzafe bîjiya bîjiyê bîjiyên
Çemandî bîjiyê bîjî bîjiyan
Nîşandera çemandî bîjiyê bîjî wan bîjiyan
Bangkirin bîjiyê bîjiyo bîjiyino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî bîjiyek bîjiyek bîjiyin
Îzafe bîjiyeke bîjiyekî bîjiyine
Çemandî bîjiyekê bîjiyekî bîjiyinan

bîjî mê û nêr

  1. Kesa/ê ji jinek û zelamek ne jin û mêrên hev çêbûye.
    Hevmane: heramzade, pîç, weledzina, xwînheram
    • Ferîde bi bêhneke fireh lê bi awirên tuj bersiva dijminê xwe da: "Ka huş be dêla heram. Bîjî yê te ne. mêre te nekifş e... Xwedê zane te ew bîjî ji kê li kû derê peyda kiriye ku wisa newêrek, jarik, beredayî ye." — (Mihemed ŞarmanPirça WindaAvesta2016, çapa 2em, r. 49, ISBN 978-605-5585-41-9)
    • Berî ketina bajêr, Feyrûşayê xwe bi xwe got: Ez bi vê bedewtiya xwe, bi vê kelsim û gewretiya hanê herim ku jî, wê hin sofî û cendirmene bîjî min nerihet bikin û kula xwîna kurê min bînitin pêberî avên xwîndar. — (Zeynelabidîn ZinarBalafira Jînê, Weşanên Pencînar1993, r. 111, ISBN 91 972090 3 1)
    • Bi serê min û we, ez dibêjim di dinyayê de ji van segbavên rojnamevanên Tirk bîjîtir kes tuneye. — (Ehmedê Bişêrî, Fatma Kûrtûlan bû benîştê devê segbavan [arşîv], lotikxane.com09.11.07)
  2. Kesa/ê pirr şatir yan şeytan yan fêlbaz.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.