zenûn
Kurdî biguhêre
Rengdêr biguhêre
Pozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
---|---|---|
zenûn | zenûntir | herî zenûn |
zenûn
- qels, lawaz, zeîf, bêhêz, bêzever
- kiz, kêm-ronahî
- Ronahî zenûn bû. (kêm bû)
- û ronahîyeke zenûn ji qubeya bi mij dida wir. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Avesta, 2020, r. 37, ISBN 978-605-2246-80-1)
- Ev keleh, keleha Meyafarqînê!
Wer riwayet dibe j' pîrê tarîxê:
"Ku heft car ji binî xopan
Bûye bi destê tarîperestan
Lê heft car ava biye ji nû va."
Lê mixabin îro, dîsa ew hal
Ew babelîska bi reş, ew tofan, bela
Ji nû ve diaxibe wek brînek kevn
Ne ya îroyîn e, ya ji mêj va.
Lêbelê, îro li bajarê Silîva
Dayik bi rik çok didin erdê
Peymana wan heye pê ra
Da guhdaran zêde bikin li stranên
Xecê û Siyamend
Zembîlfroş
Û zeriya Gul Xatûnê.
Û nehêlin çira zenûn be;
Li hêviyê,
Li xweziyê,
Li jînê. — (Rojen Barnas, ji helbesta "Ev keleh, keleha Meyafarqînê!)
Bikaranîn biguhêre
Jê biguhêre
Etîmolojî biguhêre
- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.