Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  •  IPA(kilîd): /sˤoːnd/
  • Jihevqetandin: sond

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sond sond
Îzafe sonda sondên
Çemandî sondê sondan
Nîşandera çemandî sondê wan sondan
Bangkirin sondê sondino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sondek sondin
Îzafe sondeke sondine
Çemandî sondekê sondinan
 
Misilman gelek caran bi Qur'anê sond dixwin, bawermendên dînên din jî bi kitêbên xwe yên pîroz

sond

  1. qesem, dirametî, soz, ehd

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî سوێن(swên) / سوێند(swênd), zazakî sond, suwend farisî سوگند(sogend), pehlewî sokend, sanskrîtî sver-, îngilîzî swear, almanî schwören, swêdî svära, danmarkî sværge, norwecî sverge, hemû ji proto-hindûewropî *swer- (axivîn, gotin). Bi giştî *sw- ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe *xw-/xv-. Di avestayî de ev peyv wisa ye: xvar- lê nayê zanîn ka çima di zimanên din yên îranî de "s" di vê peyvê de hatiye parastin. Peyva "soz" çendî ku bi ser ve bişibe peyva "sond" jî, ne hevreha wê ye: soz ji "söz" (gotin, peyv) ya tirkî ye.

avestayî: xvār-
partî: sog'nd
pehlewî: sokend
sogdî: sw'kent
farisî: sowgend
peştûyî: sogin
kurmancî: sûnd > sond
soranî: swênd
zazakî: sond
sanskrîtî: svar-
almanî: schwören ((sond xwarin)
îngilîzî: swear (sond xwarin)
Çavkanî: Cheung p.149, Watkins p.88, Etymonline

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.