Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

roşinbîr mê û nêr

  1. Kesa/ê di biwarê çande û civakê de jîr û zana û têgihiştî
    (bi taybetî kesên ku bi suhbetan yan bi berhemên xwe yên nivîskî beşdarî gotûbêjên li ser mijarên çandeyî û civakî dibin
    û bi argumentên zanîstî boçûnên xwe pêşkêş dikin)
    Hevmane: entelektuel, rewşenbîr, ronakbîr
    • Ev peyva ku di zimanê rojavayîyan de wekî “entellektuel”, di tirkî de “aydın”, di erebî de “munewwer” û di farisî de jî wekî “rovşenfikr” tê şuxulandin, kurmancên me yên Bakur û Başûrê Piçûk bi piranî vê peyvê wekî “rewşenbîr” dişuxulînin. Hindek kes jî, carînan, wekî “ronakbîr” dişuxulînin. Kurdên Soran û Behdînanê, kurdên Kurdistana Rojhelatê jî wekî “roşinbîr” dişuxulînin. Kirmanc, ango kurdên zaza jî, vê peyvê wekî “roşinvîr” dişuxulînin. Ez nizanim, gelo di hewramî û lûrî de çi dibêjin? — (http://www.zazaki.net/yazi/rosinbr-yan-rewsenbr-24.htm)
    • Her çiqas Ahmed Ozcan, pêvajoya guherîna Kemal Fewzî hewaleyê demeke nedîyar bike jî, em dikarin sedemên esasî yên guherîna wî ya ji aliyê fikr û ramanê ve wisa diyar bikin: Beşdarbûn û pratîka wî ya di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de, xwendekarî û zîrekiya wî û piştî teqawutbûna mecburî pêkanîna têkiliyên germ û nêzîk ên bi xwendekar, roşinbîr û rêxistinên kurd ên li Stenbolê re. — (http://www.kovarabir.com/seid-veroj-rosinbir-u-tekosereki-evindare-welatkemal-fewzi/)

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji roşin + bîr.

Werger biguhêre