Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ravek ravek
Îzafe raveka ravekên
Çemandî ravekê ravekan
Nîşandera çemandî ravekê wan ravekan
Bangkirin ravekê ravekino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ravekek ravekin
Îzafe ravekeke ravekine
Çemandî ravekekê ravekinan

ravek

  1. Zelalkirina bingeh û sedemên mijarekê yan bûyerekê.
    Hevmane: têbînî, not, şirove, ravekirin, îzah, şerh, tefsîr, ronkirin, koment, komentar
    • Ravek: Yanî Celal Talebanî ne li ser esasê hilbijartin û faktayan diaxive û ew gotinên wî bi xwe ne û ne yên miletê kurd e. Daxwaza avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe ne daxwaza hinek şair û neteweperestên kurd tenê ye û ew daxwaza piraniya miletê kurd e. — (Nefel 6/2005)
  2. (rêzimanî) Têgehek rêzimanî.
    Hevmane: îzafe
    • Ravek bi qertafên zayendê (a,ê,ên) çêdibe. Ravek hem hejmarê, hem zayendê diyar dike. Di zaravayê kurmancî de du peyv bêyî ravekê digel hev bin jî wateyê nadin. Ravek du peyvan digihîne hev û di navbera wan de wateyeke nû derdixe. Bi gihîştina du peyvan re hem zayend, hem hejmar diyar dibe. — (https://tr-tr.facebook.com/hinikurdibibe/posts/551195078246185/ [arşîv], Facebook)
  3. Vekolîn, ron, vegotin, derbirin.[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Etîmolojî biguhêre

Ji kurteya ravekirin.

biguhêre

Werger biguhêre