Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mîr mîr
Îzafe mîrê mîrên
Çemandî mîrî mîran
Nîşandera çemandî mîrî wan mîran
Bangkirin mîro mîrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mîrek mîrin
Îzafe mîrekî mîrine
Çemandî mîrekî mîrinan

mîr nêr

 
Mîr Bedirxan
  1. prens, key, paşa, qiral, melik, padîşa, serok, serdar, serwer, pêşeng, pêşewa
    • Û ehlê ekrad eger xwecihî(gundî, bajarî) eger rawend(koçer)qewî zêde hakimperest û axaperest in. Zêde ita'eta(fermanpejirandina, milxwariya ji bo) hakiman û mîr û axan dikin. Bilanî hakimêd wan fileyek jî bibitin êdî zêde îta'et dikin. Lakin ji hemcinsêd xwe dexsê (hesûdiyê) dikin. Bi înad û kîn û kudûret in. Eger ji cinsê wan yekî jê ra bibine hakim û axayêd wan, îcarê ewî qebûl nakin û ta’eta wî nakin. Elbette fesadekî peyda dikin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 62, ISBN 9789944360678)
    • Secdeyek ber wan du birhan nagirit cih sed nimaz
      'Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir
      Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Binêre herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî أمير(emîr). Ketina herfên dengdar (vokal, vowel) ji destpêka peyvên ji erebî deynkirî di kurdî de tiştekî gelek normal e: Îbrahîm > Birahîm, Îsmaîl > Simayîl loma emîr > mîr jî.

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 396.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr 1 biguhêre

mîr

  1. (Xorasan) sax, saxlem, bisilamet

Werger biguhêre

Rengdêr 2 biguhêre

mîr

  1. (hûrûmûr) Binere: mûr