Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî levde levde
Îzafe levdeya levdeyên
Çemandî levde levdeyan
Nîşandera çemandî levde wan levdeyan
Bangkirin levde levdeyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî levdeyek levdeyin
Îzafe levdeyeke levdeyine
Çemandî levdeyekê levdeyinan
 
Pên pezkûvî (bizin) li nav levdeyekê de ne.

levde

  1. (erdnîgarî) Refikên li nav lat û çiyayên bilind ku bizin têde rûdinin yan jî diçêrin.
    Bedirxan û Zeynel, ji gundê Bêjûh, Girika Şehbaz in û herdu bira dibin şivanê bizinan. Li Serastengê sê bizin diçin nav levdeyekê ku li nav lateke gelek bilind de ye. Piştî giyayê xwe têr dixwin têde dimînin asê û ev bizin dikin kalekal; bi dingê xwe hawara xwe digihînin şivanan. Êvara dereng e û herdu şivan zarok in. Bedirxan dibêje "Zeynel bira divê ez xwe berdim vê levdeyê de û bizinan derbixim. Zeynel destê wî digre diçe nav levdeyê re û bizinan rizgar dike. Lêbelê dinya tarî bûye, bizinên din li çiyayî belav bûne, tirsa êrişa guriyan jî heye. Herdu rûdinin û di halê xwe de digirîn.

Etîmolojî

biguhêre
   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.