Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina kitêb  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kitêb kitêb
Îzafe kitêba kitêbên
Çemandî kitêbê kitêban
Nîşandera çemandî kitêbê wan kitêban
Bangkirin kitêbê kitêbino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kitêbek kitêbin
Îzafe kitêbeke kitêbine
Çemandî kitêbekê kitêbinan
 
Kitêb

kitêb m

  1. Komeke kaxezên bi nivîs û / yan resm yên di nav bergekî de hatine çapkirin.
    Hevmane: pirtûk
    Wê rûpela 50 ya kitêbê vekir û dest bi xwendinê kir.
    • Me ji ser çeşmeyê ḥeywan qedeḥek ṣafî vexwar
      Nagihî lez̤z̤et û z̤ewqa me bi ṣed cildê kitab
       — (Melayê CizîrîAmadekar: Arif Zêrevan Dîwan, Weşanxaneya Nefel~1640, sala weşandinê: 2004, r. 44)
    • Agir û pêta di dil da
      Me„neya daxan ku hilda
      Ew kitab naçit tu cilda
      Hafîzê medhan im ez
       — (Feqiyê TeyranAmadekar: M. Xalid Sadinî Feqiyê Teyran jiyan berhem û helbestên wî, Nûbihar, ~1620, çapa 7an, r. 130)
    • We neẓertu fîl-kîtabî, yanî ez daxilê xanî bûm û min neẓer li kitêbê kir. — (~1600Elî TeremaxîAmadekar: Aydın ÜneşiTesrîfa Teremaxî, Mêrdin, sala weşandinê: 2016, r. 64)
    • Ji şaîrê Kurmancan, bi zimanê Kurmancî, di tarîxa hezar û şeşsedî de di qeseba Bayezîdê de, hezretî Ehmedê Xanî kitêba ku telîf kiriye bi wezn bi nave Mem û Zînê, aşiq û maşûq, li weche muxtesr beyana wan dike. — (~1850Mele Mehmûdê BazîdîAmadekar: Xelîl DuhokîMem û Zîn, Lîs, sala weşandinê: 2007, r. 23)
    • Mirovek xwenda, alim hebî, nave wî "Ehmede Xanî" bî[sic]. Xwedê jê razî be, rehmeta Xwedê lê be, vî mirovî hin kitêbên Kurmancî nivîsîne. — (1898Miqdad Midhet BedirxanAmadekar: M. Emîn BozarslanKurdistan, sala weşandinê: 1991, cild 1, r. 123)
    • - Ma lê, ji te xeyidîme, ma çawan ji te naxeyidim. Te ez avêtim nav kitêb û kaxizan, te ez kirim hogir û hevala bermayên qaşûlên dar û qirş û hevsera caw û potikên zibilgehê. — (Gazinda Xencera Min, Hawar, Celadet Alî Bedir-Xan, hejmar 12)
  2. Her kitêba miqeddes wekî Qur'an an Încîl.
    • Îsa cewab da ji wan ṟa, û go: Ey! şaşxunan, ne kitêb dizanin û ne quwwetê Xodê — (1872MadteosAmadekar: İlyas SayımÎncîl, sala weşandinê: 2024, r. 105)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî كِتَاب (kitāb) ji reha ك ت ب (k-t-b) têkilî rêzkirinê û çêkirina rêzikan ji wê yekê jî têkilî nivîsînê, ji proto-samiya rojavayî *katab- (xurandin, xeritandin). Ev reh koka peyvin din jî ne weku: katib, mekteb, ketîbe.

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya book a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.