Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kirnî kirnî
Îzafe kirniya kirniyên
Çemandî kirniyê kirniyan
Nîşandera çemandî kirniyê wan kirniyan
Bangkirin kirniyê kirniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kirniyek kirniyin
Îzafe kirniyeke kirniyine
Çemandî kirniyekê kirniyinan
 
Kirniyek

kirnî

  1. (buxik) Kêzikek hûrik e ku bi taybetî xwîna sewalan dimêje.
    • Behsa pakêta kurdî tê kirin. Di vê pakêtê de çend pirs li hişê min dinişin û wekî noj û kirniyekê jê ve nabin. Gelo naveroka vê pakêtê ‘jêk-ve-kirin û lêk-ve-kirin’a kultur û kevnetorê me yê dêrîn nebe? — (Omer Dilsoz: Projeya wergerê ya Lîsê, Amidakurd.com, 8/2009)
    • Ew pergala ku ji mirovan gur û ji guran jî mirov diafirandin, weke mînaka 'mankurt' an li Asyayê niha mîna zîlû ango mîna kirnî bi xwîna gelê Kurd ve zeliqiye. Dimije, dimije û dimije. Lewra serderî û aşkirina pirsgirêkê jî ne hêsan e. Ji barbaran afirandina mirovî ne hêsan e. — (Liberxwedan jiyanê diafirîne [arşîv])
    • Di nav seta Gulgulîskên Zarokan de bi kurmancî Hecî Rovî, Mam Ker...Kirnî û Rovî, Mîrên Mişk ...Keçik û Xweza;...ji bilî van maikên di encama lêkolînê de berhevkirî bi navê Gotinok û Lîstikên Xemîrokî hatin weşandin. — (Zarokên Kurd Bi Çîrokan Şad Dibin [arşîv])

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Navê zanistî biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Peyveke kurdî-îranî ye, ihtimal e ku têkilî peyva ker (dewar) e, bide ber kerce ya zazakî, hevreha کنه(kenê) ya farisî ye ku wek kene ketiye tirkî jî. Herwiha bide ber erebî قُرَاد(qurād).

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.