Bilêvkirin

biguhêre
hiştin (gerguhêz)  
Rehê dema niha: -hêl-
RP.
Niha
ez dihêlim
tu dihêlî
ew dihêle
em, hûn, ew dihêlin
Fermanî Yekjimar bihêle
Pirjimar bihêlin
Rehê dema borî: -hişt-
RP.
Boriya
sade
min hişt
te hişt
wê/wî hişt
me, we, wan hişt
Formên din:  Tewandin:hiştin

hiştin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. Çûn û li gel xwe nebirin, dev jê berdan.
    Wî zarokên xwe li Kurdistanê hişt û hat Elmanyayê.
    • Ez kirim yekser pilox
      Dest nehêlim ez ji dînê
      Şubhê Ferhad û Şirînê
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
  2. Destûr dan, dan, izin dan, pejirandin, qebûl kirin.
    Ew ne hişt ez wilo bikim.
    • Mejiyê zarokan ji yê me çalaktir e û afirînertir e. Bihêlin bila zarok alîkariya we bikin yan jî hûn ji wan alîkariyê bixwazin. — (Mihyedîn Nahrîn, Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan, Weşanên Nûbihar r. 163, 2023. → here lînkê [arşîv])
  3. jiyandin, jînde hiştin, sax kirin
    "Xwedê te bihêle"

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî: *selg- ("hêlan, hiştin, rê dan"), proto-hindûîranî: *herz- ("hêlan, hiştin, rê dan"), Avestayî: herşte-/harezāna-- ("hêlan, hiştin, rê dan"), Farisiya kevn: aveherd- ("rê dan"), Partî: hyrz- ("rê dan"), Farisiya navîn: hyl- ("rê dan"), Farisî: hiştan/hil- ("rê dan"), Belûçî: hişt/hill- ("rê dan") … alfabeya arî, Kîrîbatî: aşten/āl- ("rê dan"), Kurmancî: hiştin/hêl- ("hiştin, rê dan"), Soranî: hiştin/hêll- ("hiştin, rê dan"), Hewramî: aştey/āz- ("rê dan"), (Zazakî: verdayene/verda-) ("hiştin, rê dan"), Sanskrîtî: sarj ("hêlan, hiştin, rê dan "), Hîtîtî: salk, Îngilîzî: sulky

Çavkanî: Cheung p.133

Tewandina hiştin  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hiştin hiştin
Îzafe hiştina hiştinên
Çemandî hiştinê hiştinan
Nîşandera çemandî hiştinê wan hiştinan
Bangkirin hiştinê hiştinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hiştinek hiştinin
Îzafe hiştineke hiştinine
Çemandî hiştinekê hiştininan

hiştin

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.