Bilêvkirin

biguhêre
dadan (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: da-d-
RP.
Niha
ez dadidim
tu dadidî
ew dadide
em, hûn, ew dadidin
Fermanî Yekjimar dade
Pirjimar dadin
Rehê dema borî: da-da-
RP.
Boriya
sade
min dada
te dada
wê/wî dada
me, we, wan dada
Formên din:  Tewandin:dadan

dadan lêkera pêkhatî, gerguhêz

  1. niştin, veniştin, (tişta/ê difire) rûniştin erdê
    Firokeyê li firgehê dada.
  2. agir pê xistin, agir kirin, arandin, berdan, darandin, lê teqandin (ji bo teqandina çekan), agir hilkirin
    Stiyê tenûr dada û nan pêja.
  3. hejandin, colandin, li hewa livandin anku lebitandin
    Di hêskê de dadan.
  4. girtin, asê kirin, qepat kirin, qerase dan
    Ka derî dade!
  5. pê dadan: niximandin, danîn ser
    Sar e, beteniyekê bi kurikî dade.
  6. pê dadan: lê dan, lê xistin, kutan, qutan
    Wisan pê dada ku xwîn di derûdifinan re derket!
    • Sibetirê kinc û cilê xwe; pênûş lenûskê xwe û hinek amûrê xwarin û vexwarinê hilda, ji sukê jî hinek pêwistiyên din standin, derê mala xwe dada, bi coşeke naşî, min berê xwe da rawestgehê. — (Mihemed ŞarmanPirça WindaAvesta2016, çapa 2em, r. 80, ISBN 978-605-5585-41-9)
  7. êrîş kirin
    Wek dînanan dadan nan.
    Guran dadane pez.

Bi alfabeyên din

biguhêre
  • da-d-

Etîmolojî

biguhêre

Ji da- + dan.

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dadan dadan
Îzafe dadana dadanên
Çemandî dadanê dadanan
Nîşandera çemandî dadanê wan dadanan
Bangkirin dadanê dadanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dadanek dadanin
Îzafe dadaneke dadanine
Çemandî dadanekê dadaninan

dadan

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.