Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

zimanê dayikî nêr

  1. zimanê zikmakî, yekem zimanê ku mirov fêr bûye,
    zimanê ku mirov pê mezin bûye,
    zimanê dêbavên mirovî,
    zimanê malbata mirovî
    • Li gorî lêkolîna Egîtîm Sen’ê, li Semta Eyyubiyeyê ji zarokên nû diçin dibistanê ji sedî 60, li Semta Baglarbaşiyê ji sedî 40 û li Semta Suleymaniyeyê jî ji sedî 30 zarok ji bilî zimanê dayîkê tu zimanên din nizanin. — (Ji sedî 60 xwendekarên nû bi tirkî nizanin [arşîv], welat.org30.09.2010)

Herwiha biguhêre

Agahî biguhêre

Maneya çend peyvên bi hev re carinan ji bingehê xwe piçekê dûr dikeve. Mesela "zimanê zikmakî" yan "zimanê dayikê" jî ew e. Zimanê mirovî yê bingehîn ne herdem zimanê dayika mirovî ye jî: belkî jin û mêr di malê de bi zimanê mêrikî dipeyivin ku ne zimanê dayikê ye û dîsa zarok jî fêrî wî zimanî bibin û bi wî zimanî bipeyivin. Ew ziman dîsa jî li gor tirkî dibe "anadil" û îngilîzî "mother tongue". Herdu jî yekser/dîrek maneya "zimanê dayikê" didin. Wisa "zimanê zikmakî" jî erê mirov ne di zikê dayikê de û belkî heta ne ji dayikê jî fêr bibe (belkî dayik miribe û zarok ji aliyê kesên din ve tê xwedîkirin) lê dîsa jî dirist e.

Herwiha di gelek zimanên din de jî peyva "native" bi vê maneyê heye: îngilîzî "native language", spanî "lengua nativa". Ew jî yekser/dîrek maneya "zimanê zikmakî" didin. "Native" ji latînî "natus" (zan, zayîn) tê. Anku hem "zimanê dayikê" û hem jî "zimanê zikmakî" herdu jî bikêrhatî ne.

Etîmolojî biguhêre

Ji zimanê + dayikî.

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre