Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xew xew
Îzafe xewa xewên
Çemandî xewê xewan
Nîşandera çemandî xewê wan xewan
Bangkirin xewê xewino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xewek xewin
Îzafe xeweke xewine
Çemandî xewekê xewinan
 
zarokek di xewê de

xew

  1. rewşa mirov yan heywanek din tê de nivistî anku raketî anku razayî ye,
    bêhişiya ku mirov êvaran dikeviyê û bi şev tê de ye û spêdeyanşiyar dibe
    ketin xewê (nivistin, raketin, razan)
    di xewê de bûn (nivistî bûn, raketî bûn, razayî bûn)
    ji xewê hişyar bûn, ji xewê rabûn (hişyar bûn, şiyar bûn)
  2. sekinîn
    • Wê demê, qencîya min diket xew, xerabiya min, a ku ji ber arûzeyan hişyar dima. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 70, ISBN 978-605-2246-80-1)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Têkilî biguhêre

Bi zimanê zarokan biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha din ya kurmancî xewn, soranî خه‌و(xew) û خه‌ون(xewn), kurdiya başûrî xew, lekî xaw, goranî/hewramî xaw, zazakî hewn, mazenderanî خو‎(), gîlekî خفت‎(xuft), farisî خواب‎(xᵛab), belûçî واب(wab), pehlewî 𐭧𐭥𐭠𐭡‎(xwab), avestayî 𐬓𐬀𐬞𐬀𐬥‎ (xᵛapan: xew) û 𐬓𐬀𐬠𐬛𐬀-‎ (xᵛabda-: nivistin) û 𐬓𐬀𐬟𐬥𐬀 (xᵛafna: xewn)... sanskrîtî स्वप (svapa) û स्वाप (svāpa), punjabî ਸੌਣ (sauṇ), hindî स्वप्न (svapn) û षुप्ति (ṣupti)... latviyayî sapnis, lîtwanî sãpnas... rûsî/ukraynî/makedonî сон (son), bulgarî сън (sǎn), serbokroatî са̏н / sȁn, çekî/polonî/slovakî sen... îrlandiya kevn súan... latînî somnus, romanî somn, îtalî sonno, fransî somme, sommeil, portugalî sono, spanî sueño... inglîziya kevn swebban, inglîziya niha sweb, asweve, danmarkî/norwecî sove, sovne, søvn, swêdî sova, sömn... hîtîtî 𒋗𒌒𒈦𒉿𒀭𒍝 (su-up-pár-wa-an-za /supparwanz(a)/)... yûnaniya kevn ὕπνος (húpnos)... hemû ji proto-hindûewropî *swep-.

Bo guherîna dengên *sw- yên proto-hindûewropî bi xw- di zimanên îranî de bidin ber herwiha: xwandin, xwê, xwişk...

Peyva yûnanî ὕπνος (húpnos) ketiye gelek zimanan û kurdî jî: hîpnoz, hîpnotîk...

Peyva îranî bi forma xwe ya farisî ketiye hinek zimanên Hindistan û Pakistanê jî, bo nimûne: hindî ख़्वाब (xvāb), ûrdûyî خواب(xvab, xab)

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Soranî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

xew

  1. xew