Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xefik xefik
Îzafe xefika xefikên
Çemandî xefikê xefikan
Nîşandera çemandî xefikê wan xefikan
Bangkirin xefikê xefikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xefikek xefikin
Îzafe xefikeke xefikine
Çemandî xefikekê xefikinan

xefik

  1. Astenga li ber kesekî yan tiştekî hatiye danîn daku bikeviyê û bêt girtin.
    Hevmane: dav, dek, tepik, asteng
    Xefik li ber kewan venan.
    • Heya xweşî, di pira xweşikbûnê re dibihure, li gelek zahmetî û xefikan diqelibe. Wext bi kevirên sebrê hatiye hûnandin. — (Mahîr BagokSiya Nepenê [arşîv], Na Yayınları, 2015, r. 91)
  2. dekûdolab, fêl, fen, xap
    • Wî demekê dilê xwe ê tenik spart êvînê, xwest bi germî û xweşiya ji kabûsê jiyana sirgûnê rizgar bibe, lê dilê wî ket xefika evînê û di destarê evînê de hat hêran. — (Firat CewerîPayiza DerengAvesta2014, r. 14)
    • Kemîn û xefikên muşrîkên wê dewrê çawa zêde bûn, kemîn û xefikên çêliyê wan ên îro jî bê serî û bê binî ye. Ev gelê ku em di nava wan de dijîn mixabin ketinê feq û dafikên van muşrîkên modern. — (Osman SADIKOĞLUBIRAYÊMIN! Werin Îslâmê [arşîv], Tevhid Basım Yayın, 2019)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî خَفِيَّة(xefiyet), ji خَفِيّ(xefî, nepenî, niximandî, veşartî, nihînî, sirrî), hevreha חפי (x-p-y-: niximandin). Ji heman rehî ni-ximandin.

Werger biguhêre