Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Daçek biguhêre

wek, k-ya nerm

  1. Peyvikeke rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê.
  2. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in.
    Mirov û heywan ne wek hev in.
  3. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt mînak ango nimûne ne ji tiştekî.
    Ew li gelek welatan gerriyaye, wek Elmanya, Frensa, Swêd û Emerîka.
  4. Daçekek e bo diyarkirina sedemê.
    Wek hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.
  5. Girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê.
    Wek dixwazî, bike. (Tu çawan bixwazî, wisan bike.)
  6. Girêdekek e li şûna bi awayê ku.
    Gelo her tişt wek ku hatiye gotin rast e?
  7. Eynî tiştekê/î yan kesekê/î.
    Ew jî tam wek birayê xwe ye.
  8. Bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de.
    Wek kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
  9. Di dema tiştekê/î de.
    Wek zarok, me pirr dilîst. (Dema em zarok bûn, me pirr dilîst.)
  10. (devokî) ku
    Wî dizanî wek ez hatime. (Wî dizanî ku ez hatime.)
  11. demê, wextê
    Wekî ez hatîm, ew diçû.

Ji wêjeyê biguhêre

Bo min yek heye
Wek wê tune ye
Hey Rukena min....[1]

Ji wêjeya klasîk biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Belkî ji we + ku: wisan ku

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre

Îşkaşimiyî biguhêre

Navdêr biguhêre

wek

  1. av

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên av/Werger1 hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Toxarî B biguhêre

Navdêr biguhêre

wek

  1. deng, sewt, awaz

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên deng hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]