Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî vatinî vatinî
Îzafe vatiniya vatiniyên
Çemandî vatiniyê vatiniyan
Nîşandera çemandî vatiniyê wan vatiniyan
Bangkirin vatiniyê vatiniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî vatiniyek vatiniyin
Îzafe vatiniyeke vatiniyine
Çemandî vatiniyekê vatiniyinan

vatinî

  1. Karê ku divê kesek bike, karê ku kesek bo hatine destnîşankirin.
    Wan vatiniya xwe bi cih neanî.
    Tiştê ku diviyabû wan bikira wan nekir.
    • Û li dehî spêdeyê, li jêr esmanê berûpizdanên xwe nizmkirî û qirêj, di nav şirrikbaranê de duçes Oliviane hat serdena wî; û ji ber ku Baldassare bi nexweşiyê kerixîbû, xwe radestî nirxên berztir kiribû û êdî bala xwe nedida efsûniya tişt û kesên payebilind, şirîniya ava jiyanê û şan û şoretê, wî tika kir ku ji duçesê re bê gotin ku nesaxiya wî ew pirr lawaz kiriye. Duçesê kir û nekir, cîgirê kont nexwest wê pêşwazî bike. Jixwe erk û vatiniyek wî jî tine bû: jinikê êdî nirxek xwe li nik wî nemabû. Mirinê bi nermî ew bend û girêk, ên ku berî çend hefteyan tirsa koletiya xwe xistibû dilê wî, piçandibûn. Baldassare dixwest li ser jinikê birame lê tiştek nedihat ber çavên giyana wî: çavên xeyal û bêweciyên wî miçîbûn. — (Marcel Proust: Mirina Baldassare Silvande, wergerrandin: Husein Muhammed, Kovara Nûdem, hj. 39 - 40, sala 2001)
    Hevmane: erk, peywir, delamet, wezîfe, berpirsiyarî, wacib.
  2. Rola anku dewra tiştekî.
    Vatiniya vê peyvê di hevokê de çi ye?
    Ev peyv di hevokê de çi rolê dilîze?

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre