Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Rengdêr biguhêre

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
vala valatir herî vala
valatirîn
 
şûşeyeke tijî (li çepê) û yeke vala (li rastê)

vala

  1. xalî, bênaverok, ne tijî, ne mişt, ne dagirtî
    tişta/ê ku ti tişt tê de nîne
    (bi taybetî amanên ku ti tişt tê de tine),
    cihê ti tişt lê nîne
  2. betal, ne mijûl

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Dil bûye mehellê 'işqê hala
    Vî halî divê mehellê vala
    Nîne 'eceb er bibêm hulûla
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Dijmane biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Bi temamî nayê zanîn ji ber ku hevrehên wê di zimanên din yên îranî de peyda nabin yan nehatine qeydkirin. Lê bi ihtimaleka pir mezin erebî فارغ(fariğ) e yan jî dikare ji ermenî yan hevreha ermenî պարապ (parap) (xwandina bi ermeniya rojavayî "barab", bi ermeniya rojhilatî "parap") be. Herwiha bide ber rusî порожний (porojnî), polonî próżny, çekî prázdný, bulgarî празен (prajên)... Lê dîsa bide ber farisî ? ونگ(veng, vala), sanskrîtî ऊन (ūná: kêm, jê kêm), yûnaniya kevn εὖνις (jêstandî, bêparkirî, mehrûm), latînî vanus, îngilîzî want (niha bi maneya "viyan, xwestin", berê bi wateya "nebûn, jê kêm bûn"), ermenî ունայն (unayn: vala)... ji proto-hindûewropî *wān- (vala). Guherîna L/R û L/N di kurdî û gelek zimanên din de jî berbelav e. Guherîna B/V û P/B jî mişe ye. Ketina konsonantan ji dawiya peyvê (li vir Ğ ji peyva erebî yan B/P ji ya ermenî) dîsa diyardeyeka navdar e. Ihtimala ku ji ermenî jî be ne kêm e ji ber ku di zimanê kurdî de tenê di kurmancî de heye ku cîrana ermenî ye, di zaravayên din yên kurdî de peyda nabe. Hevwateya peyva "vala" anku "xalî" (jî) ji erebî ye.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Fînî biguhêre

Navdêr biguhêre

vala

  1. sond, sûnd