Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tirimpêl tirimpêl
Îzafe tirimpêla tirimpêlên
Çemandî tirimpêlê tirimpêlan
Nîşandera çemandî tirimpêlê wan tirimpêlan
Bangkirin tirimpêlê tirimpêlino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tirimpêlek tirimpêlin
Îzafe tirimpêleke tirimpêline
Çemandî tirimpêlekê tirimpêlinan
 
tirimpêlek

tirimpêl

  1. (navgîn) Makîneyekeanîn û pêbirina mirovan û tiştan e ku bi taybetî bi mazûtê dixebite û li ser tayreyan ango tekeran dilive.
    Hevmane: erebe, otomobîl, seyare, maşîn

Bi alfabeyên din biguhêre

Bikaranîn biguhêre

  Di kurdî de navê vê amraza raguhastinê li gor deverên kurd lê dijîn diguhere: Di kurmanciya nivîskî de "tirimpêl" û "otomobîl" serdest in lê di nav gel de li Bakurê Kurdistanê peyva "erebe" (bi rêya tirkî ji erebî ji îranî), li Başûr û Rojavayê "seyare" (ji erebî), li Rojhilatê "maşîn" (bi rêya farisî ji rusî ji fransî) û di nav kurdên Sovyeta berê de jî "maşîn" yan "avtomaşîn" li kar e.

Herwiha biguhêre

Binêre herwiha biguhêre

Cûnên tirimpêlan

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Herwiha tirimbêl, turumbêl, torombêlhwd - ji jor binêre) ji otomobîl ji fransî automobile ji yûnanî αὐτός (aὐtós) (autós: xwe, bi xwe) + ji latînî mobilis (gerok, livok, seyar, mobîl). Bo ketina vokalan (herfên bideng) ji destpêka peyvê bide ber: Birahîm ji Îbrahîm, Simaîl ji Îsmaîl, mîr ji emîr... Zêdebûna dengê R ji ber dengê tirimpêlan e: "rrrr" yan "tirrrr"... Ketina O-ya destpêkê di hin devokên erebî de jî qewimiye, bo nimûne erebiya bakur-rojavayê Afrîkayê: طوموبيل‎(tomobîl). Bo guherîna B bi P bide ber paysikil (duçerxe) ji îngilîzî bicycle, pas (otobûs) ji îngilîzî bus yan patrî (pîl) ji îngilîzî battery... Peyva dirêj "otomobîl" di gelek zimanên din de jî kurt bûye yan guheriye. Bo nimûne di almanî de tenê wek "Auto" û di swêdî de jî bes wek "bil" maye.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.