Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Rengdêr biguhêre

 
Jinek li erdê tazî rûniştiye.

tazî, t-ya nerm û z-ya stûr

  1. bêcil, rûs, rût, ti cil li ber ne, ti cil lê ne

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Hemûwan dê ker bi ker kit
    Taziyê uryan im ez
    Perde çû ez mame tazî
     — (Feqiyê Teyran, )

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha farisî تازی‎ (tazî: 1. tajî 2. talanker, şelîner), pehlewî tazîk, têkilî -taz- ku rehê dema niha ji lêkera texten (bezîn, bazdan) e, avestayî tek-, teçeyti- (bezîn, lezîn) û teke- (robar, herik), osetî тæх (tex: beza), sanskrîtî तक्ति (tekti-), slaviya kevn тєшти (têşti: herikîn), rusî течь (têçi), sirboxirwatî teći / те̏ћи, yûnaniya kevn ταχύς (taxûs: bilez, beza), sekeyî/skîtî teke- (beza; xurt), latviyayî čakls (zîrek), almanî û holendî dienen (xizmet kirin, "di xizmeta kesekî de bezîn/lezîn"), swêdî tjäna (xizmet kirin), îngilîzî thew (xulam - êdî nayê bikaranîn) hemû ji proto-hindûewropî * tekʷ- (lezîn, bezîn). Ji eynî rehî herwiha: tajî, taze, teze, tacik û belkî tezî û çist. Tazı ya tirkî ji zimanekî îranî hatiye wergirtin.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Navdêr 1 biguhêre

tazî , t-ya req û z-ya zirav

  1. behî, şînî, sersaxî, serxwaşî,
    rêûresma binaxkirina kesek mirî, xemgîniya bo kesek mirî:
    Gundî hemû hatibûna taziya malbata kesê şehîdbûyî.

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî تَعْزِيَة‎(taʿziya) ji عزاء('ezai). Guherîna "e'" (e+eyn) bi "a" di peyvên ji erebî wergirtî de di kurdî de diyardeyeke asayî ye. Ketina "-ye" ya nîşana zayenda ji peyvên ji erebî wergirtî di kurdî de ew jî fenomeneke tîpîk e.

Bi zaravayên din biguhêre

  • Soranî: pirse, rrêwrresmî meyt

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2 biguhêre

tazî mê û nêr, t-ya nerm û z-ya stûr

  1. (kevn) ereb

Bikaranîn biguhêre

  • Tenê di hinek klasîkan de, bi taybetî Ehmedê Xanî

Etîmolojî biguhêre

Hevreha farisî تازی(tâzi, ereb), pehlewî tāzīgān. Ji navê eşîra ereb a 'Tayy, bide ber aramî ܛܝܝܐ('teyyaya, ereb). Cotrehê tacîk.

Werger biguhêre