Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sibat sibat
Îzafe sibata sibatên
Çemandî sibatê sibatan
Nîşandera çemandî sibatê wan sibatan
Bangkirin sibatê sibatino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sibatek sibatin
Îzafe sibateke sibatine
Çemandî sibatekê sibatinan
 
Rojeke sibatê li Swêdê.

sibat

  1. Meha duyem ji salnameya zayînî ye ku kurttirîn meha salê ye û ji 28 yan - her çar salan carekê - 29 rojan pêk tê; meha dawîn ya zivistanê.
    Hevmane: reşemeh, gicûk
    Sibatê, befr û ba tê.
    • Sibata tiroviro
      Adara bîst û du ro
      Nîsan a me ye
      Gulan textirme ye
       — (metelokek kurdî ye)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Folklor biguhêre

  • Sibata qûn şilo(yanê berf şilok tê)
  • Berfa sibatê ne gihat qenyatê

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Bi rêya erebî شباط(şubaț) yan aramî ܫܒܛ‎(şubaṭ) ji îbranî שבט(şibat /şivat) ji akadî 𒌗𒍩 (šabāṭu, meha çandinê - meha 11 ya salnameya babîlî ku diket dawiya meha yek û destpêka meha 2 ya salnameya zayînî).

Sebebê guherîna /ş/ bi /s/ di vê peyvê de di devokên kurmancî de nayê zanîn.

Piraniya navên mehên din jî yên zimanên Rojhilata Navîn ji akadî yan bi rêya akadî ji sûmerî ne: adar, nîsan, ayar, temûz, ab, îlon, çirî. Peyva gulan ("meha gulan, meha guldanê") wergera yekser ji hevwateya wê ya ayar ya ji akadî ye.

Ji bilî kurdî, tirkî jî vê peyvê bi forma şubat bi berfirehî bi kar tîne. Lê wek navê meha duyem ya salnameya zayînî erebî êdî kêm vê peyvê bi kar tîne û farisî teqrîben êdî qet wê bi kar naîne.

Binêre herwiha biguhêre

(Meh bi kurmancî):

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.