Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sûnd sûnd
Îzafe sûnda sûndên
Çemandî sûndê sûndan
Nîşandera çemandî sûndê wan sûndan
Bangkirin sûndê sûndino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sûndek sûndin
Îzafe sûndeke sûndine
Çemandî sûndekê sûndinan
 
Misilman gelek caran bi Qur'anê sûnd dixwin, bawermendên dînên din jî bi kitêbên xwe yên pîroz

sûnd

  1. qesem, dirametî, soz, ehd

Hevmane biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî سوێن(swên) / سوێند(swênd), zazakî sond, farisî سوگند‎ (sewgend ~ suwgend), pehlewî sokend, sanskrîtî sver-, îngilîzî swear, almanî schwören, swêdî svära, danmarkî sværge, norwecî sverge, hemî ji proto-hindûewropî *swer- (axivîn, gotin). Bi giştî *sw- ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe *xw-/xv-. Di avestayî de ev peyv wisa ye: xvar- lê nayê zanîn ka çima di zimanên din yên îranî de "s" di vê peyvê de hatiye parastin. Peyva "soz" çendî ku bi ser ve bişibe peyva "sûnd" jî, ne hevreha wê ye: soz ji "söz" (gotin, peyv) ya tirkî ye. Herwiha tê gotin ku navê gihayekî pirr tal e, kesê ku hez dike sozê tiştekî bide û jê venegere dibêje ez sûnd bixwim ku ez ê ya ku min gotî bikim. Ango ji gihayê sogendê hatiye.

avestayî: xvār-
partî: sog'nd
pehlewî: sokend
sogdî: sw'kent
farisî: sewgend > suwgend
peştûyî: sogin
kurmancî: sûnd
soranî: swênd
zazakî: sond
sanskrîtî: svar-
almanî: schwören (sûnd xwarin)
îngilîzî: swear (sûnd xwarin)
Çavkanî: Cheung p.149, Watkins p.88, Etymonline

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre