Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî roj roj
Îzafe roja rojên
Çemandî rojê rojan
Nîşandera çemandî rojê wan rojan
Bangkirin rojê rojino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rojek rojin
Îzafe rojeke rojine
Çemandî rojekê rojinan
 
(1) Roj

roj

  1. tav, hetav, xor, şems,
    stêra ku dinya li dorê dizivire û ronahiyê û germahiyê dide.
    Roj ji rojhilatê hiltê û li rojavayê ava dibe.
  2. tava ku wê stêrê.
  3. ji spêdeyê heta êvarê, dema ku dinya ron, ne tarî, ne şev.
    Mirov bi roj kar dikin û bi şev dinivin.
  4. 24 saet, şevûroj:
    Di mehekê de 30 yan 31 roj hene lê di meha sibatê de tenê 28 yan 29 roj hene.

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Rojekê ew der sucûdê bê mefer
    Pirr girî û hem li erşê kir nezer
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Têkildar biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî *lewk- (biriqîn, ronahî dan) > proto-îranî rewç-, têkildarî reoc- ya avestayî, recceh ya farisiya kevn, roc ya sanskrîtî, parsî, pehlewî û zazakî, roz ya farisî, loys (ronahî) ya ermenî, lux (ronahî) ya latînî, leukos (ronahî) ya yûnaniya kevn, Licht ya almanî, light (ronahî) ya îngilîzî... Hevreha ron û rewşen.

avestayî: reoc- ("biriqîn, ronahî dan"), raocah- ("ronahî")
farisiya kevn: recceh- ("roj")
partî: roc ("roj")
pehlewî: roc ("roj")
sogdî: roc ("roj")
farisî: roz ("roj")
belûçî: roç ("roj") ... alfabeya arî
kurmancî: roj ("roj")
soranî: roj ("roj")
zazakî: roc / roj ("roj")
sanskrîtî: roc ("biriqîn, ronahî dan")
ermenî: loys ("ronahî")
yûnanî: leukos ("ronahî, spêde")
latînî: lux ("ronahî")
almanî: Licht ("ronahî")
îngilîzî: light ("ronahî") ...
Çavkanî:
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007, r. 316 ,
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 139.,
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em, r. 49,
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.
Hevreh: ron, ronahî, rewşen

biguhêre

Bi zaravayên din biguhêre

  • Soranî : roj (bi maneya stêra ronahîder herwiha: hetaw, xor)
  • Zazakî : roc → diq, roj

Werger biguhêre

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

roj nêr

  1. roj

Soranî biguhêre

Navdêr biguhêre

roj

  1. roj

Hmongî biguhêre

Navdêr biguhêre

roj

  1. (anatomî) bez