Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Paşdaçek biguhêre

re

  1. bi ... re, pê re
    Ez bi te re me.Ez li gel te me.
  2. di ... re, tê re
    Em ji Dihokê bi rê ketin û di Mêrdînê re çûn Diyarbekirê.
  3. ji ... re, jê re
    Ev diyarî ji te re ye.Ev hedye bo te ye.

Herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

herwiha "ra", hevreha kurdiya başûrî era (jê re, ji bo, bo; bo çi, çima, çira), zazakî "ra" (ji) û "rê" (jê re), farisî "ra" (pirtika berkariyê), pehlewî "ray" (jê re, bo, ji bo, ji ber), hexamenişî 𐎼𐎠𐎮𐎡𐎹 (r-a-di-i-y /rādiy/: (bo, ji bo, ji ber, seba, sera, ji sebebê ku), ji zimanên îranî. Herwiha bidin ber rûsî ра́ди (rádi), bulgarî зара́ди (za-rádi), пора́ди (po-rádi), serbokroatî ра̏ди, за̏ради, за̏рад, по̏ради / rȁdi, zȁradi, zȁrad, pȍradi, makedonî за́ради (záradi) û по́ради (póradi), slovenî zarȃdi, zaràd, rȃdi. Herwiha bide ber latînî ratione (sebeb). Mimkin e ku bi hev re bigihin rehekî ji proto-hindûewropî. Lê herwiha tê bawerkirin ku ya zimanên slavî ji zimanên îranî hatibe wergirtin û ti ji wan têkilî bi peyva latînî ve tine be.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Derksen, Rick: Etymological Dictionary of the Slavic Inherited Lexicon [Ferhenga etîmolojî ya peyvên mîrasî yên slavî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 4), Leiden, Boston: Brill 2008.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

biguhêre

Werger biguhêre

Albanî biguhêre

Navdêr biguhêre

re

  1. ewr

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên ewr hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Katalanî biguhêre

Cînav biguhêre

re

  1. ti tişt, hîç

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên ti tişt hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Tirkî biguhêre

Navdêr biguhêre

re

  1. navê herfa R