Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

rabûn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: ra-b-
RP.
Niha
ez radibim
tu radibî
ew radibe
em, hûn, ew radibin
Fermanî Yekjimar rabe
Pirjimar rabin
Rehê dema borî: ra--
RP.
Boriya
sade
ez rabûm
tu rabûyî
ew rabû
em, hûn, ew rabûn
Formên din:  Tewandin:rabûn

rabûn lêkera pêkhatî, negerguhêz

  1. Ji ser piştê yan qalçeyan bilind bûn ser piyan anku lingan.
    Dema min dengê wî bihîst, zû ji nav nivînan rabûm.
  2. Bilindtir bûn.
    Ava çemî ji ber baranê rabû.
  3. Zêdetir bûn, girantir bûn.
    Bihayê qût û erzaqî radibe.
  4. Werimîn, perçivîn, pif bûn.
    Hevîr radibe.
  5. Dil hatin nêzî rewşa hilavêtinê anku veresînê.
    Dilê min bi vê şorbeyê radibe.
  6. ser hildan, hilperîn.
    Gel dijî hikûmetê rabûye.
  7. Rep bûn, req bûn.
    Kîrê wî rabû.
  8. Mezin bûn, perwerde bûn.
    Li ber destê hosteyek hêja rabûme.
  9. Şiyar bûn, ji nav nivînan derketin.
    Vê spêdeyê ez seet 8 rabûm.
  10. Piştî mirinê dîsan dest bi jînê kirin.
    Tê bawerkirin ku Roja Qiyametê hemî mirî dê rabin.
  11. neman li ser desthilatê, îşê xwe bicih hêlan
    Mamosta Ahmed yê rabûyî, û mamosta Azad li şûna wî dest bi kar bûye.
  12. pak bûn, saxlem bûn, ji tengasiyê derketin firaqetiyê.
    Hemdê Xwedê re şikûr, tengasî kişand û rabû ser xwe."
  13. harbûn, ji destdana aramiya xwe, esebî

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Kagul dibest tayek verest vê ra şikest nîşan e qest
    Ew lebşeker wa hate der rabû ji ber tayên di ber
    Xalên di qer zulf çûne ser eslan seher lê bûn fereq
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Tewîn biguhêre

Nêzîk biguhêre

Têkildar biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji ra- + bûn.

biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rabûn rabûn
Îzafe rabûna rabûnên
Çemandî rabûnê rabûnan
Nîşandera çemandî rabûnê wan rabûnan
Bangkirin rabûnê rabûnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rabûnek rabûnin
Îzafe rabûneke rabûnine
Çemandî rabûnekê rabûninan

rabûn

  1. Bilindbûn ji ser piştê yan qalçeyan bo ser piyan anku lingan.
  2. Bilindtirbûn.
    Rabûna avê gelek kes bi xwe re birin.
  3. Zêdetir bûn, girantir bûn.
    Rabûna nirxê tiştan hejaran dixe tengasiyê.
  4. Werimîn, perçivîn, pifbûn.
    Rabûna hevîrî.
  5. Dil hatin nêzî rewşa hilavêtinê anku veresînê.
  6. Serhildan, hilperîn.
    Ev rabûna pêncê ye ku îsal dijî hikûmetê tê kirin.
  7. Rep bûn, req bûn.
    Rabûna kîrî ne bi destê mîrî ye.
  8. Mezinbûn, perwerdebûn.
    Rabûna di malek xwenda de derfetek pir baş da wî ku wêje û hunerê binase.
  9. Şiyarbûn, derketina ji nav nivînan.
    Ma kî ji rabûna zû hez dike?!.
  10. Saxbûna piştî mirinê.

Werger biguhêre