Kurmancî biguhêre

Pêşgir biguhêre

ra-

  1. Pêşbendikek e dikeve gel hin lêkeran û hin yên nû jê çêdike, wateya livînê dide, xasma ramana bilindkirinê:
    rabûn, ragirtin, raketin, rakirin, ramalîn, raman...
  2. ra- dema ku zêde dibe ser lêkerekî ramaneka dirist dike, hindek caran ramaneka mecazî dirist dike bu nimûne: mal hatemalîn. raman: hate paqijkirin.
    Şingal hate ramalîn ji çekdarên DAÎŞ. raman: hate safî kirin.

Etîmolojî biguhêre

proto-îranî *frā- (ber, pêş) proto-hindûîranî *pra- proto-hindûewropî *pro-, ku hevreha gelek peyvên zimanên din ên hindûewropî wek latînî pro, per, pre-, ingilîzî for-, elmanî ver-. Hevreha firaja (têjika qaz û miravî) û firêj kirin (pêşxistin), soranî firajan/firajandin, فراژ(fraj)/هەراش(heraş, kamil, pêşketî, mikemel), pehlewanî 𐫜𐫡𐫀𐫝(frʾc /fraj/, li pêş, pêşî; nêzîk), farisî فراز(firaz) ku di peyva serfiraz de ketiye di kurdî jî. Guherîna fr>hr(û carinan ew jî >r) di zimanên kurdî de diyardeyeke berbelav e, bi taybetî zimanên têkildarî zimanê pehlewî, wek kurmancî firotin - zazakî rotene (/*fro/ > /*hro/ > /ro/), binêre herwiha soranî firaj>heraş. "fraz/j" di serdema îraniya navîn de bêhtir li kar bû lê êdî pirraniya zimanên îranîkî de nemaye, ji xênî kurdî, ku hê ra- gelek maneyan dide di gelek lêkerên cûrbicûr de. Bi gengazî berê wek pêşlêkerek (mîna *fraj, ku wek "fraz" bi farisiya navîn li ber lêkeran dihat) dihat bikaranîn lê niha yekser bûye pêşgirekê. Mîna hevrehên wê ên di zimanên din ên hindûewropî de ku di çêkirina lêkeran de tên bikaranîn, maneya xwe a rastîn bi piranî ne parastiye û ne ku maneya pêşiyê dide. Carinan bilindahiyê (rakirin, rabûn, rakêşan), carinan jorê û tinekirinê (ramîn, ramalîn), carinan livînê û carinan jî rast û dûziyê (rawestîn, raketin, raxistin) diyar dike.

biguhêre

Werger biguhêre