Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

rûniştin (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -n-
RP.
Niha
ez rûdinim
tu rûdinî
ew rûdine
em, hûn, ew rûdinin
Fermanî Yekjimar rûne
Pirjimar rûnin
Rehê dema borî: -nişt-
RP.
Boriya
sade
ez rûniştim
tu rûniştî
ew rûnişt
em, hûn, ew rûniştin
Formên din:  Tewandin:rûniştin
 
Zarokek li ser kursiyekê rûniştiye.

rûniştin lêkera pêkhatî, negerguhêz

  1. Li ser qalçeyên xwe bi cih bûn.
    Rûniştin ser kursiyê.
  2. Li derekê jîn anku mal hebûn.
    Ew niha li Ewropayê rûdine.
  3. Tebitîn, vehewîn, sekinîn, arimîn, hêwirîn, hedirîn.
    Kesek pirr şûm û şiloq e û gavekê jî rûnane.
  4. Betal bûn.
    Sibê ta êvarê rûniştî ye.
  5. Endam bûn.
    Ew 12 sal di perlemanê de rûniştiye.
  6. Bi fermî yan formalî hev dîtin.
    Endamên polîtbîroya PDKê û ya YNKê îro li Selahedînê li hev rûniştin.
  7. cihê xwe girtin, bi cih bûn, standard bûn, fermî bûn
    Kurmanciya rûniştî.Kurmanciya standard.

Ji wêjeya klasîk biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Têkildar biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji rû- + niştin. Rû-, hevreha zazakî ro- (roniştene), herdu ji îraniya kevn *fravata- (li pêş).

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rûniştin rûniştin
Îzafe rûniştina rûniştinên
Çemandî rûniştinê rûniştinan
Nîşandera çemandî rûniştinê wan rûniştinan
Bangkirin rûniştinê rûniştinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rûniştinek rûniştinin
Îzafe rûniştineke rûniştinine
Çemandî rûniştinekê rûniştininan

rûniştin

  1. bicihbûna li ser qalçeyan
    Rûniştina li ser kursiyên req ne xweş e.
  2. celse, civîn, kombûn, celese:
    Rûniştina dadgehê.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.