Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr 1 biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî peyam peyam
Îzafe peyama peyamên
Çemandî peyamê peyaman
Nîşandera çemandî peyamê wan peyaman
Bangkirin peyamê peyamino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî peyamek peyamin
Îzafe peyameke peyamine
Çemandî peyamekê peyaminan

peyam

  1. mesaj, xîtab, hinare, gotina yan nivîsa bo kesekê/î tê şandin anku hinartin.
    peyamê bigihîne birayê min.
  2. nûçe, dengûbas, bûyerên
  3. daxuyanî, belavok, namilke
  4. agadarî, haydarî, ragihandin

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Ey dil tu ko lê dikî selamê
    Zû bîne ve bo mi ra peyamê
    Kanîn bi çi hal e ew giriftar
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji farisî پیام(peyam), hevreha pehlewî petgam-, hexamenişî peti-game-, avestayî peyti-game- ji îraniya kevn *peti-game ("ber-gav") ji 'peti- (ber, ber bi ... ve) + game- (gav; farisî û zazakî gam). Hevreha lê ne hevwateya wê ya kurdî peyv e; di kurdî de li hevberî "m" ya farisî bi pirranî "v" heye: kurdî "nav, gav", farisî "nam, gam". Herwiha hevreha peyv, peyivîn, peyivandin, pêxember, gav, hatin, hevpeyivîn...

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2 biguhêre

peyam

  1. (Kobanî) be'îv, badem

Etîmolojî biguhêre

Binêrin: bahîv

Werger biguhêre