Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pergal pergal
Îzafe pergala pergalên
Çemandî pergalê pergalan
Nîşandera çemandî pergalê wan pergalan
Bangkirin pergalê pergalino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pergalek pergalin
Îzafe pergaleke pergaline
Çemandî pergalekê pergalinan

pergal

  1. sîstem, nîzam, awa û şêweyê kirina tiştekî
  2. alav, alet, hacet, navgîn, tişta/ê tiştek pê têt kirin
  3. statû, rewş, hal
    • Dema babê Besê jina xwe di wê pergala gelek nexweş de dîtî, yekser biryar stand (...) — (Sidqî HirorîKurê Zinarê Serbilind, Weşanên Nûdem, Stokholm, 1996)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ihtimalen ji siryaniya klasîk ܦܘܪܩܢܐ(purqena, çareserî, serbestî, azadî, silametî), belkî bi rêya ermenî փրկիլ (pʿrkil), ji rehê ܦ-ܪ-ܩ‎‎ (p-r-q-: cuda kirin, ji hev kirin, ferq kirin) ku hevreha "ferq" ya ji erebî ye. Bo guherîna "n > l" bide ber "nimêj > limêj, nivîn > livîn". Heman peyva "purqena" ya aramî serekaniya peyva Furqan (bernavekî Qur'anê ye) yê bi rêya erebî ye jî.

Bi maneya alav, amûr deyn ji farisî پرگار(pargâr),[1] ji proto-îranî, ji proto-hindûîranî. Hevreha sogdî [skrîpt hewce ye] (prγrs’y /parγarsē/, girover), sanskrîtî प्रकार (prakāra, cure, form, sirûşt), ji proto-îranî *pari- (girover), taliyê ji proto-hindûewropî *per- (pêş).

Çavkanî:
  1. Michael L. ChyetFerhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020, cild M-Z

Werger biguhêre