Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nan nan
Îzafe nanê nanên
Çemandî nanî, nên nanan
Nîşandera çemandî nanî wan nanan
Bangkirin nano nanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nanek nanin
Îzafe nanekî nanine
Çemandî nanekî naninan
 
(1) Çend nanên Bismilê.
 
(1) Nanê tenûrê.

nan nêr

  1. (xwarin) Hevîrê pêjayî.
    • Sala ko paîzxêr zû bikeve pê re nagîhin kuta bikin, guşiyên genim dixin xaniyan. Nanê wan gelekî tamdare. — (Ronahî (kovar), ZAD Û GENIM, 1942)
    • Qet'a çu nebû ne xur ne xwabek
      Wan bîr nedihat-i nan û abek
      Ew hefte temam bûye gerdek
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    • Goya li nik wan şûm e, ewî nanê (ko) ibtida (destpêkê) dipêjin û ji tenûrê biderdikevitin ew naxwin. Goya herçî wî nanî bixutin jina wî dimiritin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 105, ISBN 9789944360678)
  2. xwarin, xwirak, xwaremenî, tişta/ê tê xwarin

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Jornav biguhêre

Jêrnav biguhêre

Têkilî biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî نان(nan), kurdiya başûrî nan, lekî nan, hewramî nan, zazakî nan / non, farisî نان(nan) (farisiya devkî نون‎(nûn), tacikî нон (non), pehlewî 𐭭𐭠𐭭‎ (nan), belûçî نگن(negen), partî n'g'n (neġn), peştûyî نغن(neġen), ji zimanên îranî, bi îraniya kevn *nagna- (/negne-/).

Lubotsky peyva îranî bi peyva sanskrîtî नग्नहु (nagnahu: havên) ve girê dide û dibêje ku ew herdu ji proto-îranî ne. Lê mimkin e ku nan peyveke kevnar ya Rojhilata Navîn ya ji zimanekî ne-hindûewropî jî be, bidin ber sûmerî 𒃻 ([NINDA]). Di hîtîtî de jî peyv bi heman awayî hatiye qeydkirin lê nayê zanîn ka divê ew di hîtîtî de çawa were gotin/xwandin.

Peyva nan bi berfirehî di zimanên Hindistanê û Asyaya Navîn de jî heye lê ew ji zimanên îranî hatine wergirtin: ûrdûyî نان‎(nan), hindî नान (nān), kirgîzî û qazaxî нан (nan), ozbekî non, oyxurî نان‎(nan‎), çînî / (náng), nenetsî нянь (nyani)... Ji hindî peyv bi wateya cûreyek nanê rojhilatî bi awayê naan ketiye hemû zimanên ewropî jî.

Peyva nan dişibe hevreha xwe ya zimanên romî: latînî panis, spanî pan, fransî pain... lê ew û nan ne hevrehên hev in çunkî veguhastina N/P di peyvên din de peyda nabe.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary, Kommissionaer: Munksgaard (København), 1966
  • Mayrhofer, Manfred (1992–2001): Etymologisches Wörterbuch des Altindoarischen [Ferhenga etîmolojî ya hindûaryayiya kevn] (bi almanî), Heidelberg: Carl Winter Universitätsverlag.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Werger biguhêre

Lêker biguhêre

nan

  1. niyan, danîn, bi cih kirin:
    venanbi cih kirin
  2. xwe kirin tiştek ku bi rastî wisa be, xwe şibandin, xwe bi awayekî halekî kirin, da ku xelkê bixapîne:
    Xwe li mirinî nan.Bi hawîyî miriyan kirin
    Xwe li gêjî nan.Bi hawîyî gêjan kirin

Agadarî biguhêre

  Bo agahiyên berfirehtir binêrin: niyan.

Soranî biguhêre

Navdêr biguhêre

nan

  1. nan
  2. xwarin

Lêker biguhêre

nan

  1. nan, niyan, danîn

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

nan nêr

  1. nan

biguhêre

Fransî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Hoker biguhêre

nan

  1. (devkî) na, ne, nexêr

Gaelîka skotî biguhêre

Girêdek biguhêre

nan

  1. eger, heke

Haîtî biguhêre

Daçek biguhêre

nan

  1. di ... de

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên di ... de hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Îngilîzî biguhêre

Navdêr biguhêre

nan

  1. pîrê, dapîr
  2. dayen, çavdêra zarokan
  3. (kevnbûyî) xidam, carî
  4. (kevnbûyî) serejin, mêrê jinane

Îngilîziya kevn biguhêre

Hoker biguhêre

nān

  1. ne, na

Cînav biguhêre

nān

  1. ne ti kes, ne çu kes

Katalanî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

nan nêr

  1. bejnbost

Papyamentoyî biguhêre

Cînav biguhêre

nan

  1. ew (pirjimar), wan

Sorbiya jêrîn biguhêre

Navdêr biguhêre

nan nêr

  1. (malbat) bav, bab

Sorbiya jorîn biguhêre

Navdêr biguhêre

nan nêr

  1. (malbat) bav, bab