Kurmancî biguhêre

Hoker biguhêre

meger

  1. wisa dîyar e ku, nebê
    Meger jina Mela Bazîd jî hatibûye guhdarîyê.
    • Pêwîst e berê bêjim ku meger rewşa netewe û gelê kurd di nava cîhanê de rewşeke ne normal e, bê şik û guman krîter û şertên hunermendiya neteweyên din û ya hunermendên vî gelî jî, dê ji hev cuda bin. — (Xelîl Xemgîn di hevpeyivînekê de li gel Mehdî Cilgin, Netkurd.com, 2/2007)
  2. hokera pirsê ye ku li hêvîya bersiveke neyînî ye.
    Eger ew mezhebe Heq neba, bo çî Xudê daimî sunnîyan dikete şî'e? Bo çî carekê şî'e nakete sunnî? Meger Xudê dujminê şola çak e?
  3. ji bilî, ji xeynî
    Hung cedele neken di gel yehûd û neşranî, ku ehlê kitab in, meger bi xeberêt baştir û nerm û xoştir.
  4. eger, heke
    Meger baran bê, em naçin şeher.[1]

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî Îngilizî, Mchail L. Chyet, Yale University Press.