Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî law law
Îzafe lawê lawên
Çemandî lawî lawan
Nîşandera çemandî lawî wan lawan
Bangkirin lawo lawino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî lawek lawin
Îzafe lawekî lawine
Çemandî lawekî lawinan
 
Du law. (1)

law nêr

  1. Zarokên kesekê/î yên nêr.
    Hevmane: kurr, kur, xort, genc
    Dijmane: keç
  2. yar, evîndar (yên kur)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî لاو(law, xort, ciwan, genc), herdu ji ermenî, bi ermeniya kevn լաւ (law), ermeniya nû լավ (lav), herdu bi maneya "baş, çê, qenc", hevreha prûsiya kevn û latviyayî labs (baş), lîtwanî lãbas (baş), lobùs (zengîn, halxweş), yûnaniya kevn λωΐων (loîon, baştir) û λάφυρον (láphūron, qazanc, xenîmet), sanskrîtî लभते (labhate, qazanc kirin, wergirtin, peyda kirin), hemû ji proto-hindûewropî *labʰ- (bi dest xistin, bi dest ve anîn, girtin, zeft kirin).

Di kurmancî de li hin deveran maneya "kurr" wergirtiye lê li hinên din bi maneya keşxe, spehî, lihev" e û li hin cihan jî bi maneya baş" e anku maneya xwe ya bingehîn ya ermenî parastiye. Sebebê guherîna maneyê ji "baş" bo "kurr" ihtimalen di bin tesîra lac / laj (kurr) ya zazakî de ye. Lê "lac, laj" ne hevreha "law" e, ew peyveke îranî ye, hevreha iştihardî لزک(lezek, kurr).

Sebebên ku diyar dikin ku kurdî ji ermenî wergirtiye û ne ermenî ji kurdî wergirtiye ew in ku "law" di zimanên din yên îranî de peyda nabe û "l" di îraniya kevn de tine bû. Loma eger ew ji proto-hindûewropî yekser daketibûya kurdî, diviyabû ku "l" bûbûya "r" (bide ber "roj" û "rêtin").

Bo guherîna maneyê ji "baş" bo "xort, ciwan, kurr" bide ber diyardeyeke berevajî di peyva "qenc" (baş) de ku ji tirkî ye, bi tirkiya kevn [skrîpt hewce ye] (kênç) û tirkiya nû genç (xort, ciwan) ku dubare wek genc jî ji tirkî ketiye kurdî.

Werger biguhêre

Rengdêr biguhêre

law

  1. keşxe, qeşeng, spehî, xweşik, delal, rind, berkeftî, bedew, ciwan
  2. baş, qenc, çê
  3. xort, ciwan, genc, mirovên êdî ne zarok in lê hê nebûne mezin

Werger biguhêre

Soranî biguhêre

Rengdêr biguhêre

law

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina لاو‎.

Cingphoyî biguhêre

Cînav biguhêre

law

  1. gelek, pir

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên pir hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Îngilîzî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

law (jimarbar û nejimarbar, forma pirjimar laws)

  1. qanûn, zagon, yasa

Sirananî biguhêre

Rengdêr biguhêre

law

  1. dîn, bêhiş, bêaqil

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên dîn hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Skotî biguhêre

Navdêr biguhêre

law

  1. qanûn (yasa, zagon)

Sorbiya jêrîn biguhêre

Navdêr biguhêre

law nêr

  1. şêr

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên şêr hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Sorbiya jorîn biguhêre

Navdêr biguhêre

law nêr

  1. şêr

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên şêr hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]