Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kiras kiras
Îzafe kirasê kirasên
Çemandî kirasî kirasan
Nîşandera çemandî kirasî wan kirasan
Bangkirin kiraso kirasino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kirasek kirasin
Îzafe kirasekî kirasine
Çemandî kirasekî kirasinan
 
kiras li jinekê

kiras nêr

  1. cilê dirêjyek parçeyî yê ji milan ta lingan digire
    • Bû pêkenînê alemê
      Havêt kirasê rûmetê
      Rûmet hebû ew bê qiyas
       — (Feqiyê Teyran, )
    • Wekû dinê di nêva Ekradan da melayêd wan, kirasêd herbê (cengê) çêdikin. Ji cawî hemû dinvisin weqf û tilsim ewan kirasan axa û 'egîd -'egîtêd- Ekradan bi pêncsed û hezar qurûşan dikirin û roja cengê di bin cilêd xwe da nî werdigirin û diçine herbê. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 128, ISBN 9789944360678)
  2. gumlek, qemîs
  3. mask kirin, xefkirin
    • Zext, astengî û êrîşên li ser çapemeniyê bi fîstan û kirasên zagonî yên hikûmetê rewa dikin. Yên kêmasiya serokomar, wezîr û rayedarên hikûmetê tînin ziman, dibin hedef. — (Zextan bi kirasên zagonî rewa dikin [arşîv], xwebun.org16.03.2020)

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî kiras, farisî kirbas, kerbas, kerpas, pehlewî kirpas, bi rêya aramî ܟܪܒܣܐ (kerbasa) ji yûnanî κάρπασος (kárpasos). Herwiha bide ber avestayî kihrp (leş).

Werger biguhêre

Lîtwanî biguhêre

Navdêr biguhêre

kiras

  1. qaqlîbaz, şehing