Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

kerixîn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -kerix-
RP.
Niha
ez dikerixim
tu dikerixî
ew dikerixe
em, hûn, ew dikerixin
Fermanî Yekjimar bikerixe
Pirjimar bikerixin
Rehê dema borî: -kerixî-
RP.
Boriya
sade
ez kerixîm
tu kerixî
ew kerixî
em, hûn, ew kerixîn
Formên din:  Tewandin:kerixîn

kerixîn lêkera xwerû, negerguhêz, r-ya req

  1. bêzar bûn, aciz bûn, westîn, mandî bûn, betilîn, qerimîn, şeqî bûn, tehibîn, mehû bûn, hatin kerixandin
    Ez bi vî karî ve kerixîm.
    • Piştî vê hezkirinê çawa çav berdabû jineke xerîb, por zer? Belkî xwe qet nas nekiribû, divê ji jina xwe kerixîbe. — (Mihemed ŞarmanPirça WindaWeşanên Avesta2016, Çapa Duyem, r. 33, ISBN 978-605-5585-41-9)
    • Û li dehî spêdeyê, li jêr esmanê beropizdanên xwe nizmkirî û qirêj, di nav şirikbaranê de duçes Oliviane hat serdena wî; û ji ber ku Baldassare bi nexweşiyê kerixîbû, xwe radestî nirxên berztir kiribû... — (Marcel Proust (Wergerandin: Husein Muhammed), Mirina Baldassare Silvande, cîgirê kontê Silvanyayê [arşîv], zimannas.wordpress.com29.07.2015)
    • Dîsa şeş tiştên ku Reb jê nefretê dike û heft tiştên ku jê dikerixe wiha hatine birêzkirin di Tewratê de... — (Mahabad Felat, OL Û EXLAQ -2- [arşîv], amidakurd.org24.03.2018)
    • Xewfek me hebû lew bi wisalê perixîm ez
      Bihnek ji wisalê me bihîst û kerixîm ez
      Wek tole li pê mûçih li dorê çerixîm ez
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Têkildar biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji zimanekî samî, bo nimûne ji aramî ܟܪܝܗܐ(kirîhê, nesax, nexweş, xeste).

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kerixîn kerixîn
Îzafe kerixîna kerixînên
Çemandî kerixînê kerixînan
Nîşandera çemandî kerixînê wan kerixînan
Bangkirin kerixînê kerixînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kerixînek kerixînin
Îzafe kerixîneke kerixînine
Çemandî kerixînekê kerixîninan

kerixîn

  1. bêzarbûn, acizbûn, westîn

Werger biguhêre