Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kerax kerax
Îzafe keraxê keraxên
Çemandî keraxî keraxan
Nîşandera çemandî keraxî wan keraxan
Bangkirin keraxo keraxino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî keraxek keraxin
Îzafe keraxekî keraxine
Çemandî keraxekî keraxinan

kerax nêr

  1. (çandinî) Demê mirov palehiya xelkê bike, genim, nîsk û ceh û hwd yên xelkê rake mirov dibe keraxê wan. Du behir ji xwediyê erd re ye û behrek jî ji keraxî re ye.
    • Kurê min Miho, axa dê ji min bixeyide ku ez te bişînim dibistanê. Wî gotiye ku xwendin ne ya şivan û gavan û kerax û kurmanca ye. — (Sidqî HirorîEvîn û Şewat, Nûdem, 1998, r. 16, ISBN 91 88591-40 5)
    • Îmana ko pê re hebû hemû di serê bêvila wî re derket û çû. Bi leza gunehkar û keleşan li xwe fitilî û berê xwe da rê ko here. Wî çaxî dît ko Tajdînê keraxê wî jî bi mitale û stuxwar, çend metroyan dûrî wî, li pişt wî ye. — (Silêman DemirSorê GulêNefelStockholm2002, r. 153, ISBN 91-89687-02-7)
    • ax lê fireh, ezman lê hatibe hev...
      di axa xwe de bê ax, kerax be tev!
       — (ÇiraNe axperest im [arşîv], Arjen Arî, hj. 31995, r. 48)
  2. nik, cem, bal, ba, kêlek

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre

Rengdêr biguhêre

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
kerax keraxtir herî kerax
keraxtirîn

kerax

  1. kirêt, pîs, pelos
    • Mirovahî, digel ku tiştên pir payebilind û qîmetdar diafirîne bi heman awayî gelek tiştên kerax bêteşe jî dixuliqîne. — (AgirîBiyanîbûn [arşîv], Adar jiya, hj. 1422010, r. 11)

biguhêre

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. a b c KurmancîTermên çandiniyê li hêla Mêrdînê [arşîv], Zinar SORAN, hj. 81991, r. 5