Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kakil kakil
Îzafe kakila kakilên
Çemandî kakilê kakilan
Nîşandera çemandî kakilê wan kakilan
Bangkirin kakilê kakilino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kakilek kakilin
Îzafe kakileke kakiline
Çemandî kakilekê kakilinan
 
kakilên gûzê

kakil

  1. nava gûzan an tovikan û berhemên din yên wek wan
    kakila gûzê (beşa tê xwarin ya gûzê ya ku di qalikî de ye)
    (Biwêj) Min keça xwe bi kakila gûzê xweyî kir.
  2. nava tiştekî
  3. beşa giring ji tiştekî

Bi alfabeyên din biguhêre

Bikaranîn biguhêre

Lêker:

Navdêr:

Herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Têkilî biguhêre

Binêre herwiha biguhêre

Qafiye biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Peyveke hevbeş ya Kurdistanê û Kafkasyayê ye: kurmancî kakil, soranî کاکڵ‎ / kakił, ermenî կակալ (kakal) û կակըլ (kakəl), lazî კაკალი (ḳaḳali), gurcî კაკალი (ḳaḳali) û mingrelî კაკალი (ḳaḳali). Ji ber ku ji bilî kurdî ev peyv di zimanên din yên îranî de nîne (کاکل‎ /kakol/ anku "temerî" ya farisî bi maneyeke din e û ne ji eynî rehî ye) û ji ber ku ji bilî kurdî û ermenî ew di zimanên din yên hindûewropî de peyda nabe, texmînen ev peyv ji zimanên kartvelî ketiye kurdî û ermenî, bo nimûne ji lazî [Peyv?] yan ji gurcî [Peyv?].

Berhemên heyî li ser rehên peyvê ne hevdeng in:

Chyet vê peyvê tenê bi kurmancî, soranî û gurcî dide û ne piştrast e ka kîjan zimanî ew ji kîjan zimanî wergirtiye. Di çapa nû ya ferhengê de (ku li ber çapkirinê ye û me dîtiye), tiştekî nû li etîmolojiya vê peyvê zêde nekiriye.

Zimannasê ermen Łapʿançʿyan dibêje ku ermenî ev peyv ji zimanên kartvelî wergirtiye.

Çabolov peyva "kakil" bi peyva kakûle (kajîle, hêl, zerdeçal, kardamom) ve girê dide lê ev bi aşkereyî şaşî ye.

Çavkanî
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010, r. 512
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 295.
  • Գրիգոր_Ղափանցյան: Հայոց լեզվի պատմություն [Grîgor Łapʿançʿyan: Dîroka zimanê ermenî] (bi ermenî), Êrîvan 1961.

Anagram biguhêre

Werger biguhêre