Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hirmî hirmî
Îzafe hirmiya hirmiyên
Çemandî hirmiyê hirmiyan
Nîşandera çemandî hirmiyê wan hirmiyan
Bangkirin hirmiyê hirmiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hirmiyek hirmiyin
Îzafe hirmiyeke hirmiyine
Çemandî hirmiyekê hirmiyinan
 
Hirmî bi daran ve.

hirmî

  1. (fêkî) Mêweyeke anku fêkiyeke şibî sêvan e.
  2. (dar) Dara ku ev mêwe anku fêkî pê ve çêdibe.
    Hevmane: darhirmî
    • Her celeb, her texlît dar hebûn. Darên biber, darên bêber, zirav, qalind, kin qayîm û kevnar her babet hebûn. Darên qeysiyan, mişmişan, hirmiyan pir bûn. — (Tu, Mehmed Uzun, 1984)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Navê zanistî biguhêre

Cûnên hirmiyan biguhêre

Bide ber biguhêre

Qafiye biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî ھەرمێ(hermê) û ھەمرۆ(hemro), kurdiya başûrî emrû, lekî merû, farisî امرود(emrûd) û ارمود(ermûd), pehlewî urmot û enberot, tacikî мурӯд (murüd), hewramî miro, zazakî miroy, mûriye, talişî آمبو(ambû) û امبلو(embilû)... Hemû ihtimalen ji elamî 𒌝𒊒𒁕 (/umruda, umruta/) yan jî ya elamî ji zimanên îranî hatiye wergirtin.

Ketina D ji dawiya peyvê diyardeyeka berbelav ya ziman û zaravayên îraniya bakur-rojavayî ye. Bidin ber kurmancî "ba, bû" lê farisî "bad, bûd".

armud ya azerî, آرمود‎(armud, armut) ya osmanî, armut ya tirkî, армут (armut) ya teterî, ئامۇت(amut) ya oygurî û алмұрт (almūrt) ya qazaxî ji zimanên îranî - ihtimalen farisî - hatine wergirtin. Herwiha عرموط('ermûṭ) ya erebiya kendavî ji zimanên îranî hatiye wergirtin.

Forma hermût ya Efrînê û hin deverên din bi rêya tirkî armut ji farisî ye.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre